Archiv der Kategorie: Pirtûk – Bücher

Gotinên Pêşiyan

http://www.saradistribution.com/pendipesinan.htm

A

Abûr daye ebûrê.
Adar e meşka li dar e, ne li hera, li beriya Sîngor e.
Adar e, dew li dar e,  şivanî xwe mal e, kebanî bi kar û bar e.
Adar e, dew li dar e.
Adar e berf giha guliyê dar e, nema danê êvar e.
Afirê gameşa bû warê gelşe mêşa.

Agir berda komê, xwe da feza zomê.
Agir li ber piyên wî dibe av.
Agir berda kayê, xwe da ber bayê.
Agir berda malê, revî xwe da palê.
Agir davêje devê xwe.
Agir girte mala yekî, yê din got: „Tu bi Xwedê kî ne vemirîne, da ku (ez) kewên xwe li ber bibirêjim.“
Agir girtibû mala yekî, yekî jî ser û pe li ber dikizirandin.
Agir ji dawê dibare.
Agir bi dawê ketiye.
Agir ji dev dibare.
Agir bi mala derewînan ket, kesî jê bawer ne kir.
Agir bi mala yekî ketibû, yekî jî li ber firikê xwe diqelandin.
Agir bi serê min ketiye, tu jî li ber rûnê xwe diqijirînî.
Agir pêkeve bîhna bîso jê na hê.
Agirê bin kayê ye.
Agirê xweş, agirê darê hişk.

Aha Gule bihar, aha Gule zivistan.
Alikî sîn e, alîkî sahî ye.
Aliye xwede je stendiye.
Amanet heta qiyamet.
An barek derew, an barek dirav.
An hero, an mero.
An mam, an xal.
An naçe as, an jî diçe asvan dikuje.
An naçe diziye, an jî diçe sivan dikuje.
An nane te genim, an zare te genim.
Anî ji deriyan, da xera miriya.
Ape sorvirçî, ji deste wî gurî derket kete deste wî hirçî.
Apke (Ape) Faris, niha tu nemirî tuye beyî nav garis!
Apo ne gej e, tistan dizane (dibîne) nabeje.
Aqil bi dînan çi bike, çav bi koran çi bike.
Aqil je birîn. ( Aqil je nahbire.)
Aqil le buye av.
Aqil sivik e, ling çapal e.
Aqile kew re, risqe bihare
Aqile kurî caniya del..
Aqile kurî, bi teyran re firî.
Aqile kurî, se te da birî.
Aqile min dibire, aqile gilika min nabire.
Aqile wî/we di nav çoken wî/we da ye.
Aqile xwe bi nan u dew ve xwariye.
Aqile xwe bide sere xwe. (Topî sere xwe ke.)
Ar u pelur e, xuy (xwedî) qebul e.
Are (Arde) xwe pehtî ye, kapeka xwe retiye.
Are hur di hewana xwe de dîtiye.
Are kewan e, risqe betan e.
Are keware risqe bihare.
As berdaye, pey çeqçeqe ketiye.
As bi xeyalekî, asvan bi xeyalekî.
As digere, çeqçeq dirane xwe diskene.
As ji dest çuye, pirsa çeqçeqe dike.
Asek nehistiye ku, arvane xwe le ke.
Av bisekine, ew nasekine.
Av gewriye, gewrî xeniqî.
Av li dev dikeve.
Av li Nerwane, feyde li Taqwane.
Av nade guzike.
Av pe germ dibe.
Av rabu, sirik (bend) bela bu.
Ava bîra bi tedbîra.
Ava heft girara li dev çu. (diçe)
Ava sare, ser çi da diçî xware.
Ava ser beruya, wek zavaye bi dile xesuya.
Ava zimzim, li pey dibezim.
Ave da nave.
Ave ku da serî, çi bohistek çi çar tilî.
Ave selî dike.
Avek (kel) kelandî ser da kir.
Avek sar di ser da vexwar.
Avek sar ser da kir.
Avete pas guhe xwe.
Avriyen tirs daveje.
Ax u avayî nav u nandayî.
Axa gote Mirtib: „Eze te xim“ . Mirtib got „Axaye min eze runim.“
Axa ji xulame xwe re got, xulam ji kuçike xwe re got, kuçik jî ji dela
(teriya) xwe re got.
Axa li kefe ye, mal maye li bin berfe ye.
Axa li kefe ye, xulam di nav zicre ye.
Axaye be xulam e.
Axaye me Bil e xwere me ser kul e.
Axaye me bu Pilo, sîva kere me bu çilo.
Axaye me Om e, xwelî li sere me kom e.
Axaye min wax çave min kor bin ji bo hespe boz.
Axayî bi xulam e, xulamî bi olam e.

B

Ba dere wî/we digire, ba vedike.
Ba ji zinar (teht) çi dibe?
Ba vî alî dixe, wî alî re debas dike.
Baçelmok (bi) sev digerin.
Bajarî, li erde narî.
Ban qul e, binban sil e.
Bane me yek ban e, yalik dest e, yek zozan e.
Banek e u bagurdanek e.
Bar ji ser xwe daveje.
Bar min naesîne, serbar min desîne.
Bar naçe ber kerî, ker diçe ber barî.
Baran disekine pey da (du re) ga cil dike.
Barana havîna, sil kir bine kulîna.
Barane erd sil kir, zîpike erd qul kir.
Bare kere li ser pista deve ye.
Bare xwe girtiye.
Barek dirav, yan barek derew?
Barek quran sond bixwe, kes je bawer nake.
Bav harsim dixwe, diranen kur disekihin.
Bav ji es te, kur je pirsa bajer dike.
Bav ji es te, kur saloxan dide.
Bav kustiye (ku) gore sond dixwe. (bixwe)
Bav rezek da law, law guslek tirî neda bav.
Bavo hun çima ker ker xebernadin?
Bavo, min bivirek dît. Got: „kane?“ Got: „Min winda kir.“
Baye hewana wî li ber çu.
Baz bi bazan, qaz bi qazan, mirîska kor bi dîke kulek ra.
Be are ji çi ar bike, we kume xwe tim xwar bike.
Be male, malxe male, neye male qeda sale.
Be malo, be xatî be xalo; bi malo, bi xatî bi xalo.
Be serî u be binî (ye).
Be zar u be ziman (e).
Bedewe çav kil kir, dile xortan tev kul kir.
Bedewe here, xer ji bazara te naye!
Behra sîn e, av te de nîn e.
Beje beje zimane te direj e.
Beje min hevale xwe ez bejim tu kî yî?
Bejin biriqî, dil xeriqî.
Bejn lal e, (bila) nebejin tiral e.
Bejn tît e, mal mecît e.
Bejn zer e, dil jehr e.
Bejna heyrane her kiras le te.
Bejna min sehr e, dile min jehr e.
Bela li sere (xwe) wî/ we vekir.
Bela xelke ji çol u çiyan te, ya min belengaze Xwede ji ber lingen min te.
Bela xwe je venake.
Bela xwe le digerîne.
Belaye newe newe, dema tu hatî li ser sera u li ser herdu çavan.
Belaye! Çaven res u belek min ji te re kildan e.
Belengaze aqile xwe ye.
Belengaze Xwede ye.
Benamuse ulme (ilme) xwe ye!
Bendera ku çelek ser bigere, ew çi bender e?
Bendike Ruto dudu ne, çave wî li min çave min jî li yekî (yeka) din e.
Benîste xwe cu ye, li netika xwe ve daniye.
Beqe çav da çeleke, zike we teqiya.
Ber barane revî, li zîpike qelibî.
Ber barene revîm, ber çortane ketim.
Ber defa be deng direqise.
Ber defa cuna direqise.
Ber ecela xwe ve diçe.
Ber ecele xwe direve.
Ber goste çuyî nakeve, ber serpiyan dikeve.
Ber kere re derbaz dibe, cehsike je didize.
Ber li serî, yan serî li ber (î), her serî we biske.
Berda sond dixwe.
Berdana jine, edeta dine.
Bere dest destan diso, pase dest serçavan diso.
Bere merezî bu îja terese jî lexist.
Bere pir bi gul bu, barane lexist sil bu.
Berf hatiye ku ling (de) bicemide.
Berf heliya, ling wesiya.
Berf jî spî ye, le kuçik di ser da pîsiye xwe dikin (dirîn).
Berf jî spî ye, le tam le tune ye.
Berî barane ba ye, berî mirine ta ye.
Beru da bizine, dest avete qarçike.
Beru ji qalike xwe banzda u got: „Magî devî çawa ye!“
Berxik spartine gur.
Bes hat sere maldaran, avetin sere feqiran. (jaran)
Bexdaye jî xurme zef in, ji me re çi ye?
Bexte pesîn, ware hesîn. (Bext bexte pesîn war ware hesîn.)
Beyî derî ji te ra vekiriye, heri re ji te ra vekirî ye.
Beyî mala me te bibînî hale me.
Bez spartiye pisîke.
Bi ava zemzeme (ve) sustine.
Bi çar destan ve girtiye.
Bi çavekî le nenere.
Bi destan da, bi lingan pey ket. (im)
Bi destekî nesustî li nav derket.
Bi desten xwe mala xwe xera kir.
Bi deve xwe kete belaye.
Bi deve xwe ve napeyive (xebernade)
Bi fita Hesene Hewerî.
Bi gur re dixwe, bi xwedî re sîne dike.
Bi gurmiste, dibeze sujine.
Bi guye xwe ve buye yek.
Bi heçeta (hinceta) kurke dixwe virike.
Bi kapekekî Uris nake.
Bi kere nikare dibeze kurtan.
Bi kevçiyan ve da berhev bi hesikan ve bela kir.
Bi kinco, were qunco, bi qerpalo here malo.
Bi kîrekî kulavî le dige.
Bi kulme, diçe direje.
Bi min xurto, li min xurto.
Bi penciruka li guye xwe ketiye.
Bi piye xwe kete tele.
Bi qîzanî mîr bu, bi jinanî pîr bu.
Bi quna ziya filitî.
Bi qune ketiye çala genim.
Bi qune, ketiye kodika jajerune.
Bi roj bilbil e, bi sev piskul e.
Bi roj kefene miriyan je dike, bi sev bulqe bulqa kuza ditirse.
Bi roj miriyan diselîne bi sev qurquroneka derî ditirse.
Bi roj ronahî li ber min neke.
Bi ruyekî spî je xilas bum.
Bi sere poz xeberdide.
Bi sev sememok e, bi roj pîrebok e.
Bi tekbîr, dikolin bîr.
Bi tepa li sere xwe ket.
Bi ve qune, tu naçî sune.
Bi ve qune, tu naxwî hekerune.
Bi ve quse, tu naçî Muse.
Bi vî hisî, tu nagihejî tu par u pisî.
Bi viran sond bixwe serî naese.
Bi xera kîre min (çike min) buye mîre min.
Bi xwe bume dize sola xwe.
Bi xwe pir gul bu, barane lekir sil bu.
Bi xwîna xwe xeber dide.
Bibe nebe mirov goste kewana jî dixwe.
Biçe Bitlîs, we bilîz.
Biçe ser kahniye, kahnî we ziya bibe.
Bîhn le çikandin.
Bîhna biso je te.
Bîhna ceheneme ji dev te.
Bîhna kiz te ji mala diz.
Bîhna sîr ji dev te.
Bihusta ku ez ne te de bim (ne le bim) bila ker te de vegevizin.
Bila avis be, kenge dize bila bize.
Bila bejin xençera Xaço heye.
Bila ev jî daxek be li deste min be.
Bila hindik, bila rindik.
Bila jina mere çe bim, bila roje heft caran sere min be sikandin.
Bila kuçike gunda bim, ne piçuke bira bim.
Bila kuçike sa bim, ne piçuke bira bim.
Bila kuleka te du negire.
Bila li xwede xwes here, bila li evdan xwes neçe.
Bila me be, sîr qismet e.
Bila mere min mer be, bila sere min li ser tera er be.
Bila ne di min da be, bila di diya min da be.
Bila ne li ber agire min be, bila ber agire mala bave min be.
Bila razana te hebe, rabuna te tune be.
Bila reze min li nav rezan be, bila tirî li min heram be.
Bila sure xweyî tuj baveje quzika min.
Bila tu gurbiyayî bila te bere kera min bixwara.
Bila tu xwes bî, gula siwara bî.
Bila xwes bî, gula govenda bî.
Bila ya dehan ji li ser ya nehan be.
Bila zike mela bel be, bila gîha u pel be.
Bilbil xistine qefesa zerin, gotiye: „Ax welate min.“
Bilbil xistine qefesa zerin. Got: „Ka gula mina bi bîhn?“
Bilind firiya, nizim ket.
Bin ga da golikan digere.
Biratî, bi rastî.
Biraye ji de ye, silava dide li pe ye; ew jî ji bo lome xelke ye.
Birayek din, yek hisyar, dan muyeke neqetandin.
Birçî bu ter nabe, ter bu birçî nabe.
Birîna hevalan, tîra kendalan.
Birîna min, min keder te.
Birîna sura kurtir, birîna sura heye.
Birîne diherisine.
Bivirvan dar birî, ye li ser dare guman ji xwekde nebirî.
Bixwî çavekî min, nexwî derdu çaven min.
Biyanî bidî goste canî, we li ser te de bet posmanî.
Biye kevçî xwîn, ketiye pesa min.
Bizanibe giliya, welat xwestir e ji hemiya.
Bizin bizin e, bere cîhe xwe pekol dike du re mexel te.
Bizin firot bi hefta, beze we kirî bi heysta.
Bizin ketiye derde sere xwe, sivan ketiye derde beze bizine.
Bizin mir, gir damirî.
Bizina kol elimiye danukan.
Bizina kol, hîn bu (ye) daniyen sor.
Bizina kulek u sivane bezek (sivik) tev digehen ber derî.
Bizina nehletî, dev leketî.
Bizina res e, her roj nexwes e.
Boçik ketiye nav lingan.
Boçika wî dixure.
Boçika wî ketiye qune.
Boçika xwe ba dike.
Boçika xwe bilind digire.
Bu (ye) destare kizina.
Bu çala bi derziye. (vedayî)
Bu gur, hef golik jî xwarin.
Bu mesal xal u xwarzî.
Buk bi dile zave ye.
Buk di sorike de, dergus di lorike de.
Buk li hespe ye, hefsar li miste ye, kes nizane qismete ke ye.
Buk ma heviya baltuze (dise) dile we bu kela dîze.
Buka ape kete kape, buka xale delaliya male.
Buka male, qesmera male.
Buka xale ezîza male.
Buke (buka ku) xeniqandiye heft xesî, ji bulqiniya cer ditirsî.
Buke pe pepar, sivan (o) dar gopal.
Buke tune zar-ziman, xesuye tune dîn-îman.
Bume gaye dîz-kiloza.
Bune dîk u mirîsk li ber hev sekinîne.
Buxza wî buxza deva ye.
Buye ava bin kaye.
Buye bereta li ser berata.
Buye buka barane.
Buye cirm ketiye hustiye min.
Buye çeleka sor, sîre xwe dide dawiye de linge xwe ledixe direje.
Buye çira ber kora.
Buye çiyaye Sîpane, sere xwe danaxwe. (natewîne)
Buye dasiye masiye.
Buye defa ber kera.
Buye diware ser buze.
Buye dîzika Behlul.
Buye Eliye xem xwar.
Buye findiqa ser nergize.
Buye gaye cot, ne kisî mese ser xwe dike ne ji ye ciranan.
Buye gola reqe (u) beqan.
Buye hîva bin ewr.
Buye keleme ber çavan.
Buye kere Bute, yek salî bu du kel hilgirt, du salî bu kelek hilgirt.
Buye kevir, xwîn je naye
Buye kewa dafike.
Buye male mirî.
Buye mesela jinik u meqese.
Buye mesela masiyen sove.
Buye mîza seytîn. (dipeke her dere)
Buye nivista mele.
Buye qîza qurqur bege.
Buye riya kadize.
Buye roviye ji mirîskan xwe re mezin buyî.
Buye serikî kera.
Buye tajiya kuça.
Buye xesuya seyan.
Buye xweya hemi giraran.

C

Ca (ce) nalekî (hesinekî) bavejin ber linge wî/ we.
Ca bihelin ez jî anaxazeke biherim.
Cano min tu danî, kesî tu hilneanî.
Car caran tîne, gaye res baran tîne.
Careke te bixapîne ar di mala wî keve; bu di cara, du caran ar di mala wî
keve; ku bu se caran ar di mala te keve.
Carina dibe kura kirece, carina dimbe dîware buze.
Carina dimis-run e, carina qetil-xwîn e.
Carina mirov ji mecburî goste kewan jî dixwe.
Carina mirov ji yare diya xwe re debeje „bavo“.
Caw bu kitan, dew bu derman.
Cawa (bersiva) wî kire dest.
Cawe sil firotine.
Ceger le sewitî ye. (sotiye)
Cegere be mefere bira kustin (mire) neçu sere.
Cem mîhe çave berxe derdixe.
Cer nu ye, av cemidî ye.
Cîhe be def direqise, ma dora cîhe bi def.
Cila sil e, ketiye mil e.
Cila xwe ji ave derdixe.
Cile u kulev ji hev dipiskeve.
Cilen xwe sil kir beriya barane.
Ciwan mîse ne , bele xwîn serîn u kit-kite ne.
Ciwanekî bavejin resiya pîreke bavejin xwesiya.
Ciye jina xera kiriye, hînava ye.
Ciye ku pakî le heye, xirabî çi ye?
Ciye seran rovî dikin geran.
Cote xwe daye kevir.
Cottar li bervî mal e, kebanî nu bervî kar e.
Cotyaro ew çiye tu diçînî? Got: „Dema hesîn bu te bibînî.“
Cucan: Gundekî Gîhadîna giredayî Agiriye ye.
Cuhî da (ka) te bibim buhiste. Got: „Ne îro semî ye, ker naye.“
Cun le taste kirine. (kirin)

Ç

Çar çav (buye.)
Çar gurçikî (ye.)
Çav birçî (ye.)
Çav çavan nabîne.
Çav çune ser serî.
Çav giredan.
Çav girtî ye.
Çav girtîbun.
Çav le derxistin.
Çav le tirsandin.
Çav leketin.
Çav sor.
Çav ter.
Çav vekirî. (Çav bel.)
Çav wek sekir spî buye.
Çava ji xwe diborîne. (dibuhurîne)
Çavan giredide.
Çavan je girtiye.
Çave de u bava li ewladan, çave ewlada li çiyaye Qaf.
Çave hev derdixin.
Çave li deriya, xwelî li seriya.
Çave min î kor nenere, bexte min binere.
Çave we/ wî le bar nabe.
Çave xwe kutaye destan.
Çavek kor be, mirov deste xwe dide ber ye din.
Çaven we/ wî je dibire.
Çaven we/ wî je girtiye.
Çaven we/ wî ter nabin.
Çaven wî/ we res bune. (kor bune)
Çaven wî/ we tistekî nabînin.
Çaven xwe belle vedike.
Çaven xwe je re diçirîne. (diqelisîne)
Çaven xwe zoq kirine.
Çavresiyan dike.
Çawa direse, wulo badide.
Çawa suk e, gaz piçuk e?
Çawa suk e, wisa jî buk e.
Çaxe neçîra min te, guye tejiya min te.
Çaxe piçuk bum ji mezinan ditirsiyam mezin bum ji piçukan ditirsim
Çel u dotin, kezwan u kelotin ne vek ketiye.
Çeleka me avis be we rojeke bize.
Çeleke didose Xate, to dixwe Fate.
Çeleke rex kiriye di ser destiye bivir de.
Çem tim naye qirs u qal li ber naye.
Çeme Mirade çiqasî rabe, nikare tistekî ji quling bike.
Çend nîsk ji serî kem in.
Çend texte ji serî kem in.
Çerme golike li ber me we xwedî be li ser me.
Çi buyî kundir, çi jî hustiye te direj-bu.
Çi di hur de, çi di tur de.
Çi giriya ku çi jî beecî?
Çi xwar ku çi jî pe veresî?
Çi zu buyî kundir, te çi zu sax veda?
Çilkek, milkek.
Çima buye kerta kevir?
Çima guye xwe xwariye?
Çima ji min mîh u meîn mane?
Çima razem newala kur, çima bibînim xewna dur.
Çima rihe xwe kur nakî? Got: „Dile min bi qune ne xwes e.“
Çima seyek nikare, cendedekî bi deve xwe bigire?
Çiqas dinya li hev dikeve, tistek ji me re ser dikeve.
Çiqasî li ser erde ye, ew qasî jî li bin erde ye.
Çira ber kora, defa ber kera.
Çira xizanî ji nezanî.
Çivîk çivîk e ave vedixwe, li ser xwe re xwede dinere.
Çivîka wîlwîlanî ez kor bum min nizanî, te mala xwe xera kir kone min jî pe re danî.
Çiya naçe, dewres diçe.
Çiyî feqîran, derge mîran?
Çoken xwe nerm kirin.
Çu bajer u got: „Baba kenger nerede biter?“
Çu dermane mîze, gu le esirî.
Çu gergere, hat dîsa ew kere bere.
Çu gunde nenas pesne xwe da be qiyas
Çu heyfa bave, quna de jî da ser.
Çu kare kar jî nebu, taye jî ket.
Çu Rewane birinc ji saware male jî bu.
Çu ser dare, dara bin xwe birî.
Çuk e diçe li ser heke betan rudine.
Çukan xem e, Xabur çem e?
Çuke bira, çelike gura.
Çum li sere çiya, zuriyam weke gura, birazî nabin bira.
Çume derva Fatekor, hatim hundir xatekor.
Çume mala ape xwe ketme kape xwe.
Çume mala dewresa, danî ber min maste gamesa.
Çun dewsa miriya, hemi kes li miriye xwe giriya.
Çun welate kera, anîn bare pera.
Çuye tolana (tole bigire) seyda (neçîra) hestiyan digere.
Çuyîn ji me, hatin ji xwede.

D

Da kes weke wî bi sev kere xwe nagere.
Da tu bizanî (bî) dew biraye mast e.
Dane ber bere res.
Dar bir verotine, mirov bi gotine.
Dar dikeve, berî bi ku ve?
Dar ez dikutim, intîn ji te te.
Dar li kewe neket, kew li dare ket.
Dara biye be ker e, ne bistan e, ne ber e.
Dara dixe qula mesa (moza).
Darbiro daran bibir, gumana xwe ji xwede nebir.
Dareke digire hezar darî (devî) dihejîne.
Dareke texed quna wî, kulîlkeke dide ber behna wî.
Darî xware, hosteyî rast e.
Daro skesto, xwaro besto.
Dasek u dehlek?
Dawet daweta mîran, agir ketiye feqîran.
Dawet fetikî (fetilî) berbu hetikî.
Daweta duduyan e, gire (agire) hemuyane.
Daweta mirtiban be u mirtib lenedin? (le bidin)
Dawiye de ji bo paniya linge xwe erdek hisk dît.
Daye buhike, jine ruhike.
Daye, ewa ku tu dibejî min derda ye.
Dayika du dotan, li xwe dide du lotan, ne li vir, ne li Cizîra Botan.
Dayiken dergusan re herin zu vegerin.
De îja (îcar) te girte xwe.
De ka kuma daynin pirsa je bikin.
De li qîze sîret kir, qîze got daye hela tu çîke kere binere çend e.
De u dote ser kirin, kemaqilan je bawer kirin.
Def di desTe min da ye, çomax tu ledixî.
Def u zirne berdaye, bi kendale abes girtiye.
Def ya xelke ye tu çomax ledixî.
Defa heware lexistin.
Deh bi duduyan e, Hirmiz xwedane Gololan e.
Deh mal in danzdeh rispiyen wan hene.
Deh siyar çun pesiya rutekî, rut silamet li nav derket.
Del ba ye, kuçik li pey Bexda ye.
Dela xwe daye ser mile xwe.
Delale min ji sîr jî, sekir jî sirîntir e.
Dem bi deme re herdem xwede re.
Dema siud hat serî, bila bizire wek kerî, dîsa jî xelke beje aferî.
Demek a gule ye, yek ya sîlane.
Deng nekirim, zere zer im.
Denge defe nas dike, mala dawete nas nake.
Denge ezmana, nîsana barana.
Denge te xwes te le heke xwendina te quran be.
Dera sor e, çavî kor e.
Derb ku hat serî, xwede we çawa xilas bike?
Derbeke li nal dixe, yeke mix (bizmar) dixe.
Derd hatin derda, kul hatin li ser da.
Derdan derevedike. (dereveneke)
Derde hewiya, jana tiliya.
Derde wî (ji) girara sibe ye.
Dere sore xwe ba kir, dile xortan tev kul kir.
Derek ava kir, mizgeftek xira kir.
Dereweke wan ji deh raste me çetir e.
Derî daye ser piste.
Derî ne berdideyî, kuleke re dikeve hundir.
Dermane her tistî xwe ye, le xwe xirabibe derman çi ye? (derman nîne)
Derpiye jine sor e, merî kor e.
Derpiye min xwe ke, le te de tir u fisa neke.
Derse degire ji jine, de re dibe dijmine.
Derzî di ber guh re kirin (e).
Dest je sustine.
Dest ji cote res berdaye bi zirna zer girtiye.
Dest ji emele wî sar bu.
Dest ji erd u esmana qetiya ye.
Dest li ser destan, heya esmane heftan.
Dest nakeve.
Desta dawo, bi piyan li pey geriyawo.
Deste ber derî ye, bikesî we bimerite, nekesî we biherise.
Deste de peske qîze.
Deste de reng u ruye qîze.
Deste me naye ber deve me.
Deste min di hingir da be cî dihelim tem.
Deste raste dide, bi deste çepe distîne.
Deste sex maç kin, ew sere Qutbe Razî ye; tac u teylesena wî gist xebata deste jar (sar) u tazî ye.
Deste vala, ruye res.
Deste wî tije garis be, livek je narije.
Deste wî, ma li ber ruye wî.
Deste wî/ we giran e.
Deste xwe de hekerune çekî u bidî (ye) ewe beje deve min sewitî, deste (wî/ we) te nesewitî.
Deste xwe dixe qula moza.
Deste xwe je biso (sustine).
Deste zore pîre davejin bîre.
Destkuja wî ne helal e.
Desto bi xwe gesto, ha diwesto, ha diwesto.
Dev je berdan (bernedan).
Dev jev mayîn.
Dev ji sîr sewitiye, pifî dew dike.
Dev ji zirna zer berdaye, bi qula ebcete girtiye.
Dev nerm e pist hisk.
Deva del bi xwar e, piskuleka we jer e, yek li jor e.
Deve bi çerm va dixwe, dile xwe bi mese desîne….
Deve dikeve, nav pembu, çaven xwe digire u dibeje: „Kes min nabîne.“
Deve hat bi puleke, pul nabî.
Deve hirçe negihîst seve got: „Çawa tirs e!“
Deve hîz berdaye, quna hîz girtiye.
Deve nal kirin, rovî (jojî) got: „Piye min jî.“
Deve nedît li reze, piskul dît li pireze. (feze)
Deve rovî negihîste tiriyan got: „Tirs e.“
Deve te ne deve zirna zer e.
Deve te tijî xwîn be, bidî wî/ we nereje.
Deve u gere?
Deve wî ne li cem wî ye. (ne li wî ra ye.)
Deve wî/ we sist e. (nerm e)
Deve xwe daye ber baye geliyan.
Deve xwe dide ber deve wî/ we.
Deve xwe guhirand(iye).
Devî paç e, zikî xaç e.
Devî zu dibe dar, xwelî li sere ye be war.
Deviye tu dar bî, li ser sere min star bî.
Dew dixwaze, kodike jî vedisere.
Dew tirs nîn e, vexwarina hemî benda nîn e.
Dew tune, run difirose.
Dew xwestin u kodik vesartin?
Dewe silave, li ber ave.
Dewlet e, bel e, gewr e, bi sev sayî ye, bi roj ewr e.
Dewlet sere axe, tevka hîve.
Dewleta lez, rez u pez.
Dewres tîr u direj.
Dewsa sera, kund dikin sera.
Dewsa seran, maye kunde dera.
Deyn li te (min) caw li xwe kir.
Di aliye xweyî çepe ve rabuye.
Di ava wî/ we de diçe (naçe).
Di bin bar de namîne.
Di bin kaye de ave dimesîne.
Di dile xwe de disewirîne.
Di firnikan ra anî
Di guhe ge de radize. (razaye)
Di nav de xeriqiye.
Di nava diranan de buye benîst.
Di nava rune xwe de dihele.
Di navbera min u Xwede de bohistek ma.
Di navbera wan de av derbas nabe.
Di navbera wan de çiya hene.
Di orte de dirî li keleke rudine.
Di pasila xwe de dikene.
Di pasila xwe de mar xwedî kiriye.
Di sîtila dew de muye spî dîtiye. (digere)
Di sola wî de av te vexwarin.
Di wara da mayî ye.
Di zike xwe de suxule xwe dimesîne.
Di zike xwe de xeber dide.
Dibe tu pe re, qeda u bela jî pe re.
Dibe xenequtk dikeve gewriya mirov.
Dibe, mer be jî, jin be jî bila bize.
Dibe: „Dare das hate te.“ Dibe: „Wekî destî ji min be, min nikare.“
Dibeje le napeje.
Diçe cîhe nenas, pesne xwe dide xas u xas
Diçim as as xiradibe, tem kahniye kanî zuha dibe; ga dikirim dibe golik genim davejim dibe solik.
Dikale le sîr nade.
Dikana Bekiro du qalib sabun u çar kîs xwe.
Dîke min e, li ser kulîlke xelke bang dide.
Dîke yekî winda bu, got li dîken xwe bigerin.
Dîko tu sibehan, evaran dizanî, ma riya bajer nizanî?
Dil bune aye sevî, xof, rem ji dine revî.
Dil dixwaze, (le) ji dest naye.
Dil germ
Dil hildan
Dil kevir
Dil kirin
Dil kirîn
Dil li ser dil e, je re tune tu derd u kul e.
Dil mayîn
Dil ne sivre ye ku mirov li ber hemî kesî veke.
Dil qewim
Dil res
Dil sar
Dil se
Dil stendin
Dil sikestin
Dil tenik
Dil xwes kirin (Dile wî/ we xwes kiriye)
Dila pirsî, quna hesilî.
Dile de li ser dote, ye dote li ser çiyaye Qaf.
Dile merik ji jine ne xwes bu, digot: „Tu ard eleg dikî quna xwe ba dikî.“
Dile min ji we (ne) xwes e, erd di bin berfe de res e.
Dile sivan kete piskule (kermekî), hur kir sîr u xwar.
Dile yekî diçu goste kere, digot: „Guhen we wek yen kewroskan e.“
Dile yekî kete kevirekî heft salan bi xwe re gerand.
Dilekî na bi heft dilan.
Dilo bixwaze te boq te pîvaz.
Dimirim dibeecim, ceh dibe ez birinc im.
Dimise yekî rijiya, got: „Bila xera bav u diya min be.“
Dîn u îman nan e, nan ku tunebe, bende îro ezdiye, sibe misliman e.
Dine ava, em tev nava.
Dine bi dine re, Mendo bi quna dine ve.
Dine ke xwar? Jin u mere ku ji hevdu ra bun yar.
Dine li dine, çave gur li bizine.
Dinya buye kes, tu kesî negotiye bes.
Dinya kiriye dara doje.
Dinya li ser guhekî wî/ we ye (ser pelikeka guhe wî/ we ye.)
Dinya tev de bisewite, gurzek gîhaye wî nasewite.
Dinya tijî kir be, bostek ji mirov dur be, ma çi kera mirov je heye?
Dinya tijî, mirov te de dijî.
Dinya wa hatiye, we wa jî here.
Diran es, derman kes.
Dirane xwe disîqîne.
Dirane xwe vesere, se hestiyan digere.
Diranî wî/ we te da çikya ye. (diçike)
Direjaya male deh gav, çi bikim mala be nan u be av.
Direse le nikare bide hemberî hev. (hem ber yek bike)
Dirika xwe bi deste min dernexe.
Dîsa ew tas e, ew hemam e.
Dîsa girara me ji „qet“ a wan çetir e.
Dît ez im, nedît diz im.
Dîtina çavan, qinyata dilan.
Dîtiya dît, nedîtiya xwe de rît.
Dive ez bejim, kew e, nikil jî sor e?
Dîwar tep bu, xubar (toz) rabu.
Dîwaro ji te re dibejim, buke li te eyan be.
Dîwaro min ji te re got, pist diwaro tu guhe xew bide.
Dîwaro, eyb u qusur staro.
Dixwim nan u ave, min mineta kesî nave.
Diya qîza pruda dîza, dîz çekirin, xelke birin.
Diya te ji bo xwede nanekî germ dabu.
Diya te li ser nimeje bu.
Diz (î) xwe mal e, derî girtin betal e.
Diz ji beroso ra dibeje: „We da here ru teniye!“
Diz u malxe bune yek, ga di bin xeliye de derxistin.
Diz xwediye male girt, du tir ji je berdan.
Diza ji dizan dizî, erd u esman le pirsî.
Diza ji dizan dizî, erd u esman tev lerizî.
Dize da qawe da , çilmezine (çileke, nefseke) ji çila xwe kem nekir. (neda)
Dîze got: „Bine min zer e.“ Hesike got: „Le ez ji ku tem?“
Dîzik ji kebaniye ra dibeje: „Ru teniye!“
Dîzike got: „Ez tijî zer im.“ Hesike got: „Min tu hemi seh kirî.“
Dizo, dizo, dizekî be însafo.
Dohn e, li eyare sa de ye.
Dohn li çire ke u le ser ke.
Done min li sere min dide.
Dono don dixwe, Sondo ber da (ve) sond dixwe.
Dor bi dor e, ne bi zor e.
Dost nade, djmin jî naye.
Doste qune dijmine serî.
Dotmame ji pismaman fedî kir, dunda li pey xwe nedît.
Doxîn qewîm (sist).
Du beru bare kerî.
Du misk ji quleke derketin, yekî ji ye din ra got: „Tu ji kudere teyî?“
Duh ji heke derketiye, îro li mirîske qayîl nabe.
Dupisk tu zivistane ne diyarî. Got: „Pane havîne min gelek ru li ba hewe heye.“
Dur e, kur e u naye gotin.
Dur ve, sirîn ve.
Durî çavan, durî dilan.
Duro bi nuro.
Duve xwe di pir tepikan de qurçandiye.

E

Eceba li ser eceban. (Ew jî eceba li ser eceban e.)
Ecela bizine ku te, nane sivîn dixwe.
Eger (ku) ez bum keç, ez dizanim ka eze çend gileya bavejim doxîna xwe.
Eger bi te xwes e, ji min ra bîst u ses e.
Eger hewes e, ew jî bes e.
Ekla wî je derbas dibe.
Elhodan elhodan, van sex u mela mala me dan.
Em (ez) keruska bes in.
Em çun Avamesya, delika belek li me hesiya, kula me yek bu, bu sisiya.
Em ne ji malekene, le li halekîne.
Em negihîstin we, ma ku hun bigehejin me.
Eme bikin, heya….
Eme bikin, wekî (heya) ro bisekine.
Emele pîre nayen bîre.
Emenî birî, ta firî.
Emire xwe puç kir.
Enî res e, parî xwes e.
Enîska xwe pe nîsan dide.
Erd hisk e, ezman dur e, xwîn je naye.
Erd hisk e, ezman dur e.
Erd u ezman hejandin.
Erd u ezman li hev hatin (hatin hev).
Erdo veqelise ez tekevime!
Ere ere ne, gist (jî) kure kere ne.
Ereb u pez, fleh u rez.
Ereba xwe daxist gere.
Erebe çuye dara, hatiye kar e, nehatiye erebe bi xwe dar e.
Erebe ku hatiye ber parte, bila barke.
Ers u kurs dizanî, çima goste bin birinc nizanî?
Erul, bu (bi) kefîle Zerzul.
Erzan kirî heban dirî.
Eslî hu, neslî hu.
Ev as e, ev jî çirika as.
Ev bar e, ev jî serbar e.
Ev dil e, ne bilwxur e.
Ev lele ye, he lolo jî maye.
Ev naçe mizgîniya we.
Ev ne suna (cîhe) dewara yeksim e.
Ev pîvaza mezin, ev nane genimî ev jî ava cemidî; dîsa jî dibejin Eliye Sino male xwe naxwe.
Ev pîvaza wî ya hesin, ev jî sekire wî ye sipî di nav desmale de; dîsa jî dibejin: „Bave te ji nez de mir.“
Ev riya kin, ev bertila giran, gelo pistî min ke ye bixwe?
Ev ruye min, ev ruye te.
Ev ruye te yî sipî, ev ruye min î res.
Ev zimane te nubuya, we qijikan çave te derxistana.
Eva elifbe ye, he pir li pey e.
Evdilxebur e ji rehma Xwede dur e, koda wî piçuk e, çirnika wî kur e.
Ew çi sîre te da, ew çi pehna te le da (lexist).
Ew devera ku miske heram bi namus be zanîn Xwede evden xwe ji wir dur bixe.
Ew ezmane ku min dîtiye, baran je naye.
Ew hews e le (bele) ne ew rews e.
Ew jî belengaze aqile xwe ye.
Ew jî çilka ji behre zedebuyî ye.
Ew ji ew hinde xurt e.
Ew jî eyba li tev eyba vesartiye.
Ew ji qilera dare ye. (Bu qilera dare)
Ew jî sewasa li ser sere wî/ we ye.
Ew jî sewasa severesa ye. (Bu sewasa severesa.)
Ew jî tutika ru erebe ye.
Ew mirî nakeve ber wî girî. (Ew girî nakeve ber wî mirî)
Ew riya ku te bere xwe daye ez le hatime.
Ew ruhe di wî qalikî re bikise.
Ew sal e, le ne ew bihar e.
Ew serî ye, ew oxir e.
Ew tehte ku te ser da rî barane hat sust.
Ew xem bila ji bo we deme be.
Ewan girtin heqe xwe, ez mam li reqe xwe.
Ewî ku got res e, tu bibeje spî ye.
Ewî ku got sibeh e, tu beje evar e.
Eyba xelke tepisî ye, ya min reqisî ye.
Eyba xwe bilcil dike.
Eyd e, be qeyd e.
Eynî jin, weynî jin, dîsa jin.
Eysike ji xwe sike.
Ez axa tu axa, ke golika bibe nav baxa.
Ez ber te, Xwede li ser te.
Ez bi dua çenebum ku, bi nifiran jî bimirim.
Ez bi te, tu bi min, em tev de bi Xwede.
Ez bum gur, min male, dine xwar, min çiyî te xwar?
Ez çi bikim, kurke min ne sor e.
Ez çiqasî ji belaye direvim, bela te linge min diale. (li min digere)
Ez dibejim „bira“, ew ji min re dibeje „kirîv.“
Ez dibejim as ye min e, tu (ew) dibeje dora min e.
Ez dibejim bibim qeymeqame Gîhadîne, ku ew nebe, gavaniye Cucane deste min maç dike.
Ez dibejim ewr tune, tu dibejî we baran be.
Ez dibejim ezman sayî ye, tu dibeji (we) siliye bibare.
Ez dibejim hirç va ye, ew dibeje reç wa ye.
Ez dibejim stewr e, tu dibejî bidose.
Ez dibejim xudim im ew dibeje çend zaroyen te hene.
Ez dibem bila ez dewlemend bim, ku ew nebe feqîrî (xizanî) deste min maç dike.
Ez didime gula ges, ew dibe: „Bide min keleme res.“
Ez dikim li te dibare.
Ez dixwim li te digivire.
Ez diz berdidim, diz min bernade.
Ez dizanim av li ser çi re diçi le bele nabejim.
Ez dizanim çend revî (ruvî) di hure te de hene.
Ez ez im, tu tu yi.
Ez ezmana le digeriyam, li erde ket deste min.
Ez hatim daweta te tu hatî diziya min.
Ez hevrîska bi don im, zu ji min ter dibin.
Ez ji te re, tu ji ke re?
Ez ji te xilas bum, tu ji emelen xwe xilasnebî.
Ez ker, te pener.
Ez kevir, tu tevir.
Ez kor, tu kor, ke mehîr bibe jor.
Ez ku bizanibim eze kinge bimirim eze ava xwe germ bikim u kefene xwe bibirim.
Ez li daweta diz im, diz li diziya peze min e.
Ez li zik dixim, ew dibeje: „Wey pista min!“
Ez mer, tu mer, kî ye ji me ser?
Ez mîr tu mîr, ke soqil hemîr.
Ez nakim mera, kunda nakim dewsa sera.
Ez namirim bi ve derbe, eze bimirim bi ve kerbe.
Ez ne kewe dafika (dafen) te me.
Ez neyî pirî text im.
Ez pener tu ker.
Ez pîvaz naxwim, ew dibeje ware sekir bixwe.
Ez rim im, naçim tere.
Ez singekî dikutim, tu hebinekî devejiye.
Ez sirkeke dikutim, tu hespekî le giredidî.
Ez tirmînî ji te re dibejim, tu yarhezokî li min vedigerînî.
Ez xwe bi tehta digirim, ew jî hatiye xwe bi min digire.
Ez yekî dibejim, tembura min yekî dibeje.
Eze bixwim wî xwerdî, tu ye bimirî bi wî derdî.
Ezî be bistan (bostan) im, le bi seqlor (seqelor)_ im.
Ezîz miriye, gewrî nemiriye.
Ezmane sîn ser da girt (girtiye).
Ezo ne ezo, dezmala gul gevezo.

Ê

Êdî çuye ber golikan.
Êdî deste wî sive digire.
Êdî li serî ketiye.
Êdî merzel gazî dikine (ba dikine).
Êdî seye wî/ we naxebite.
Êl yeman, beg yeman, el rabu beg winda bu.
Êle xwe bi pîre girt, pîre xwe bi ele girt.
Êseg, doseg? (qet dibe)

F

Feqîr bi feqîran re bizewicin we parsek je çebin.
Feqîr çun diziye heyv di evar da derket.
Feqîr çun xwe darda bikin, le nerin ku dewlwmwnd li hewa badibin.
Feqîr u jar, wek par u perar.
Fermana dewe derket rovî xwe vesart.
Fleh gotiye: „Aqile Kurda ye pesîn li sere tajiya min ye pasîn li sere minba.“

G

Ga bike ga bixwe, le tane u tolik We çi bixwin?
Ga dibe cem kere.
Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe solik.
Ga guhirande bizine, bizin jî guhurande mirîske.
Ga ket, boçik li xwedî.
Ga radikin, golikan li pey dixin.
Ga u golik tev derdane (derdaye).
Garise hur ji kefa deste wî narije.
Garise xwe nede li ser warise wî.
Gava kuçik beziya gur, gur mir.
Gava Xwede ji yekî re lev tîne nabeje tu kure keyî?
Gavan hat zeviye, jina gavan nu bezî tesiye.
Gavan xeyidî nane xwe berhev nekir, hew dizanibu gundiye hevudu qir bikin.
Gavan xeyidî neçu ber garane, hew dazinibu deware beste bimîne.
Gaye cot e, le bele cot nake.
Gaye min e, ez xuysete wî dizanim.
Gaye qermo bi heft çermo.
Gaye reso te çi xwariye? Tirso! (Gaye reso kîdera te dese?)
Gayek u nanek li ba wî/ we yek e.
Gayek u sevek li ba wî/ we yek e.
Gayîn li Muso (Gewro), cirm li Îso.
Gaz jî di dest te de ye, top jî, çawa dipîvî bipîve.
Geh tîr dike, geh rehn dike.
Ger bi min e, ji bo min e.
Ger ne fend e, ev çi dar u bend e.
Geriyam li dine, xilas nebum ji mirine.
Germ e, cilik serm e, sar e, cilik star e.
Germ e, kel u cil serm e, sar e, kel u cil yar e.
Germ germa tuyan e, kef kefa rutan e.
Gesine çave xwe de nabînit, derziya çave hevale xwe de dibînit.
Gewriye ru sare, te da çi çu xware, çi neçu xware.
Gîha li ber gur e, gost li ber berxe ye. (mîhe ye)
Gîhistime ke „merheba“, ji xwe re tîne heft heba.
Gileya bi gu ye, ne bi destan ne bi devam te vekirin.
Gilî heye, gilîçî (gilîkir) tuneye.
Giliya je derdixe.
Giliyen (gotinen) wisa dibeje ku pe pore mirov sipî dibe.
Giliyen wî li ruya xistin.
Giraniya xwe danî ser.
Girara ser bi dew e, dixwî nexwî ew e.
Girarar ku para min tev tunebe, bila serîkî sa di navda be.
Gire xwe pe desten min derman neke.
Gireka wî pist heçike ket.
Gist bire bire ne, kure Mistefe ne.
Golik e, diçe li cem gaye mezin rex dike.
Golik tune bimije, xesu tune bikuje.
Gorî make, golik pake.
Gost hîstiye, li pey serpiyan ketiye.
Gost li ser post te hur kirin.
Goste berxan e, li ber çavan e.
Goste berxan naxwe le pariye xwe di nav avsore datîne.
Goste ciwanan dixwî tu zanî, goste pîra dixwî tu zanî dile te (ku) disewite tirsikan jî dixwî tu zanî.
Goste diziye naxwe le pariye xwe di avsore dike.
Goste min sor e, li xelke xwes nayem.
Got ha got; got: „Çi got?“ Got: „Kere kundir kot.“
Got: „Apo jina te kevn e.“ Got: „Ji minetan çetir e.“
Got: „Apo sa tu girtî!“ Go: „Lawo apo çi se ye?“
Got: „Bavo dema zereke bu te çima nestand?“ Go: „We çaxe yeka me tune bu le niha pence me hene.“
Got: „Bavo eze te bifrosim.“ Got: „Lawo mirov qet bave xwe difrose?“
Got: „Bavo eze buhakî wisa bejim ku tu kes nikaribe te bistîne.“
Got: „Bavo hirçe hek kir.“ Got: „Lawo hirç heywanek no ye, hek kir hek kir.“
Got: „Bavo min dizek girtiye!“ Got: „Lawo berde.“ Got: „Bavo ez wî berdidim, ew min bernade.“
Got: „Bira welleh min nave tu bimirî, bele min dive her daîm kodik li dest te be.“
Got: „Çave te kedirxist?“ Got: „Merive min derxist.“ Got: „Lewma wisa kur derxist.“
Got: „Daye tu çima min dihejînî?“ Got: „Lawo yeke jî daye dihejand.“
Got: „Erebo quna te res e.“ Got: „Male min ew e.“ (ev e)
Got: „Ev çi ye tu diçînî?“ Got: „Kenge hesîn bu te bibînî.“
Got: „Ez ji kuçike xwe himî meraniye bum.“
Got: „Ez ku bibim dengbej, gere bi çave axa li xwe binerim.“
Got: „Ez zike te dixim, tu dibejî: Wey pista min!“
Got: „Eze sirke çebikim.“ Bu ereq (araq).
Got: „Ke dinya dot?“ Got: „Ye kirî u firot.“
Got: „Ke mirî vegerandin?“ Got: „Yen ku çun serxwesiye.“
Got: „Ke mirî zivirandin?“ Got: „Yen ku dil azirandin.“
Got: „Ke rakirin mirî?“ Got: „dila pirsî.“
Got: „Keçelo te sere xwe sust?“ Got: „Min huna jî.“
Got: „Kîjan millet bas e?“ Got: „Mirove bas bas e.“
Got: „Kuçik çetir e, an beraz?“ Got: „Nelet li herduyan jî be.“
Got: „Lawo min ji te ra negot heviya Xwede bihele.“ Got: „Bavo heke heviya Xwede bima, mela we he gelekî diya min biga.“
Got: „Mal bi guyo!“ Got: „Çi bikim kebanî ji mala te ye.“
Got: „Malo xwede bi te ra.“ Got: „Xwediye min jî.“
Got: „Mirtivo bistire!“ Got: „Tiliya min kul e.“
Got: „Pîre tu ji careke re çawayî?“ Got: „Çi zanim pes malan e.“
Got: „Te dinya çawa dît?“ Got: „Wek dile xwe.“
Got: „Tu ji çi ewqas camerî?“ Got: „Ji necameran.“
Got: „Wekî kes li pista min hebuya, te nikarîbu li min xista.“
Got: „Wekî pista min kes hebuya te nikaribu pista min bixista.“
Got: „Xwes xeber e, le min je ne bawere.“
Got: „Ziyarete min gelek caran bi te derew sond xwar, te tistek li min nekir.“ Got: „Min jî gelek caran mala te xera kir haya te pe tune?“
Gotin bas e bas, çu di curne gund de rî. (rît)
Gotin beje negot, du re bi xwe got u denge xwe nebirî.
Gotin beje negot, pey da çu li ser kulîk_ got.
Gotin mirîske: „Tu keliyî an kovî?“ Got: „Ez hevale xwe di sere biste de dibînim.“
Gotin pisîke guye te derman e, rî u vesart.
Gotin, delalî delalî, çu di sere kaniye de rî.
Gotin, here as, çu asvan kust.
Gotin: „Ave çima deng ji te te?“ Got: „Hevale min kevir e.“
Gotin: „Bave te ji birçîna mir.“ Got: „We je re sorba birinc çebikira.“
Gotin: „Bave te ji nezda mir.“ Got: „Ka hebu (ku) min nedaye?“
Gotin: „Bave te syaran kust an peya?“ Got: „Ew ku kistin, ha siwaran ha
peyan.“

Gotin: „Biraye te bu axa.“ Got: „Ji min re çi jina wî bu xatun.“

Gotin: „Biraye te mirovekî çawa ye?“ Got: „Min pe re hevaltî nekiriye.“

Gotin: „Dijmin hat.“ Kor got: „Min qeratiyek dît.“ Topal got: „Em
birevin.“
Ker got: „Min dengek bihîst.“

Gotin: „Gaye te dizîn!“ Got: „Wey dîke min.“ Gotin: „Çima wisa dibejî?“
Got:
„Wekî min li dîke xwe bipirsiya, gaye min nediçu.“

Gotin: „Gogelisk (kelkele) cîhe te kîdere?“ Got: „Ba dizane.“
Gotin: „Gurî çima pore te tune?“ Got: „Pore xaltîka min gur e (pir e).“
Gotin: „Guro eme te bikin sivane berxan.“ Got: „Ez ji siuda xwe ne,
bawer
im.“

Gotin: „Kero cehsek (dehsek) çe bu.“ Got: „Bare min li min e.“

Gotin: „Kero ji te re dehsek bu.“ Got: „Eme min kem bu, bare min zede
bu.“

Gotin: „Kero kero ware em te bibin bihiste.“ Got: „Ma givzonek li wir
heye?“

Gotin: „Koro te çi dive?“ Got: „Çavek jîr, parîkî don.“
Gotin: „Kul hatiye gund we ji her male du kesan bibe.“ Hemî kesî çave
xulam
niherî. Xulam got: „Bele yek ez le ka ye din?“

Gotin: „Kusî tu çima wisa pîsî?“ Got: „Xwede qedera min wisa nivîsî.“

Gotin: „Pisîka xalo hat te, ha pisîka xalo hat te!“ Got: „Ca berdin
bila
pisîka xalo be min lo!“

Gotin: „Pisîke guye te derman e.“ Pisîke rî xist xerman e.
Gotin: „Piso guye te derman e.“ Firiya çu ezman e.
Gotin: „Qehpe tu çima ber nagirî?“ Got: „Yek çedike yekî din xera
dike.“

Gotin: „Ruto mala bar kir.“ Got: „Teysta min li piçenga min e.“

Gotin: „Terziyo (cilfe) malan bar kir.“ Got: „Derziya min li sere min
ra
ye.“

Gotin: „Tu ji ku yî?“ Got: „(Hela) he nezewicîme.“
Gotin; „Betalî merkuj e ha merkuj e, ha ku merek kust.“
Gotinen wî bi heft bar hingiv ve naye xwarin.
Gu ji rexe re dibeje: „Delale ber dile min.“
Gu kirin nav kaxa.
Gu li ruye mirov didin, neynike jî didin ber.
Guh ker buye, ziman lal buye.
Guh pe nake.
Guhdirej ji bo ziyandayîn xwediye xwe gewerbuna xwe dixwaze.

Guhe gura nîsanî hev didin.
Guhe gura pe (me) nîsan dide.
Guhe wî dilivin.
Guhe wî hej li ser çingîniya sujine ye.
Guhe wî/ we kisandin.
Gula ges bî, neçilmisî.
Gulan e, dew li cem hemiyan e.
Gulan e, singîniya dasan e.
Gulî direj e, aqil(î) qirej e.
Gundek e, qilorekek e.
Gundek e, rindek e.
Gunehe xwe jî bi deyn nade.
Gur bun seye qiyamete.
Gur çi dizane deve buha dike.
Gur got: „Hevalo, germ ne ev germ e, dema ku xwediye golikan da ser me,
hevraz u berjer da ber me a we çaxe germ e.

Gur hata diyara, hewar kete hezara.
Gur hate diyara, delil hale jara.
Gur hate nav malan, wey li hale feqîr u jaran.
Gur hay ji zexma xwe hebuya we dine xera bikira.
Gur ji birçîbuna nikaribu reva here, digotin: „Mîratî wisa xwariye ku,
nikare bin zike xwe de reva here.“

Gur u hirç bun destbira, dinya bu mehdî zeman.
Gura kere Hesen xwariye, ne gazî ye (gazine) ne hewar e.
Gura xwaran purt ji bimîne bas e.
Guro bila tu gur biyayî, bila te golika min bixwara.
Guro hijaro!
Guro vexe, qijike bixwe.
Guye hisk dicun dicun, li eniya mirov didin. (li pesa mirov didin)

Guze xwe hesab dike, seve xelke hesab nake.
Guzen puç li ser sere wî (min) diskenin.


H
Ha (wa) dikim de dimire, ha dikim bav dimire.
Ha Keçel Hesen, ha Hesen Keçel.
Ha kevir li cer ket, ha cer li kevir ket.
Ha kulî xwar, ha Qulî xwar.
Hale me ne (tu) hal e, kirina tejî serbar e.
Halî wî buye hale qolo.
Hasil gîha ye Mûsil.
Hat ji karê, nehat ji malê.
Hat ji palê, bû xwediyê malê.
Hat kurê malê, nehat ziyana salê.
Hat nav mala tirî, Zeyno da bêjingê li dor bênderê zivirî (fetilî)

Havîna to xwar, zivistana gû xwar.
Hay lê hat bazirgan e, hay lê nehat xwediyê gayê wêran e.
Haya wî/ wê ji dinê tune.
Hayê li min hayê, hevirmis hatiye bi livaye, xwediye livaye (kor e) dil
bernaye.

He di kaniya xortan da av venexwariye.
Hebe Erebî ye, tune be mirtiviye.
Hebe, kure kere be.
Hebek kuncî ji dest narije.
Heca (îca) tu ne nimejkerî, pexwas bîne.
Hechecke li silav hecek.
Heciye bere, gula zere, heçiye pasiye hela dehse.
Heciyen me çun Letere, me got mereke je dere hat dîsa ew kere bere.

Heçiye dizane, ji xwe dizane, heçiye nizane dibe qey baqe nîsikan e.

Hedad_ e, nikare ji xwe re mefteke çeke pe dere xwe dade.
Hedî diçim bela digeheje min, zu diçim ez digehejim belaye.
Hedî diçim dibejin gej e, zu diçim dibejin bij e.
Heft bave çe, illeh sîre de.
Heft caran gîsine xwe le dide.
Heft çîroken hirçe hene, her heft jî li ser hirmiyene.
Heft hevling ro da çun, yekî dest nevete yekî.
Heft hevling xistine bin nekebe gotin: „He cîh heye.“
Heft jinen esîre civiyane (rajane) barekî hiriye, gotin: „Wey li me
bekesan!“

Heftyaro, li ber çavan diyaro.
Heka wî li dirane xwe xistiye.
Heke berane bisko ba, we li nav peze bavo ba.
Heke çemil dike.
Heke ga bike ga bixwe meriye jî goste xwe bixwe.
Heke ji ber sa hestiye kewan bimîne.
Heke ji te re direj be, ji min re erde re dikise.
Heke ne fend e, ev çi dar u bend e?
Heke qun bi qune be, bila qun li cîhe xwe be.
Heke Xwede got qule min yerî, ez dizanim pez ji ke re didim berî.

Heke ya min/ wî bikira niha hustuna wî zer bu.
Hela he kape goliktiye di stude ye.
Hela he kîr li diriye neketiye.
Hela he maste ser bi sîr nexwariye.
Hela he rastî helikresan nehatiye.
Hela he sere wî di kevire Selîme neketiye.
Hema bila di eyare xwe de bixisxise.
Hemi çukan hejir bixwarana, lib ji sax u hebleriyan ra nedima.

Hemî fileh, ne Îso ne.
Hemi riyan dizanî riya bajer nizanî.
Heq hebuya , Emer Bende mehr nedikir.
Heqe Elî dixwaze ji Welî.
Heqe xwe jî dide, sere xwe jî diskene.
Heqiye di deste neheqiye de bare-bar e.
Her pexemberî bere dua li xwe kiriye.
Herana ritlek genim re çi sîs, çi tevere?
Herdu jî ruye hevdu dison.
Herdu jî tuyî deve hev nakin.
Here ser kaniye, kaniye (le) zuha bibe.
Hereket kor e, ziman zor e. (sor e)
Herke yekî got: „Mala min ya te ye.“ Ma te agir berdeyî?
Herne kure, li min mikure.
Hesike ji negre re got: „Nava te teniye, negre got: „Tu di nava min de
diçî
u teyî?“

Hesin bi sarî dicu.
Hesinekî bavejin ber linge wî/ we.
Hesp bi hevsaran, mer bi qiraran.
Hesp ji dest çuye, li pey hefsar ketiye.
Hesp li ser çar lingan re diçe, le dîsa jî lingen we disimite dikeve.

Hesp tune afir çedike.
Hesp tune hefsar digere.
Hesp tune zîn dikire.
Hesp u kesp li nik (ba) wî yek in.
Hesp ya min e, ez xuysete we dizanim.
Hespa min sîwar be le, piste neesîne.
Hespa min siwar be quna xwe te de danegire.
Hespe çi pelikda te xane.
Hestî kere hilnagire.
Hestiye ziman tune, digere.
Heta (ku) ew be hestire (jî) bize.
Heta (ku) male me hebu alem doste me bu, male me xelaz bu,

Heta ani serî, heft kiras qetand.
Heta boçikeke peve girenede nasekine.
Heta buk fetilî, dewet betilî.
Heta buk xemilî (dawet) govend betilî.
Heta çavek derman kir, yek jî kor kir.
Heta genim firîk e, mele sirîk e.
Heta hebu dimis, ez mam u tu pis; dema ku nema dimis, ez Motî u tu
Bohtî.

Heta hebu sillik-millik, dema nema keder kulik.
Heta kirase wî/ we bisewite, cane min we bisewite.
Heta ku dîk mîr u tajî kizîr be, tu mevanan li dere male nabînî.

Heta malek ava kir, sahrek weran kir.
Heta min xwe nas kir, mal jî li xwe xilas kir.
Heta mirine çav li kirine.
Heta mirine li ser kirine.
Heta nebeje tireq nabeje heq (sedeq).
Heta neçe diyare gore, mirin nakeve bîre.
Heta qeliya me hebu, Mamik buka me bu; roja qeliya me xilas bu, Mamik
çirtek
da xwe ji me derbas bu.

Heta xanim xemilî, govend fetilî.
Hetanî min xwe nas kir, emire xwe jî xilas kir.
Hevaltî, bi rastî.
Hevraz tu dikim simbel e, berjer tu dikim rih e.
Hey dest e, hey zozan e, esil xwedan e.
Hey desta Muse u hey dare derguse.
Heye terk, nîne berk.
Heyf li cane çuyî.
Heyfa ciwaniye pîrî li pey e.
Heyrana kuçike gurex, li beriye diewte, li zozane gur miye berdide.

Hijdehe bihare nagire ji bihare heya bîst u çare.
Hijdeye adare nagire ji bihare dur nîne du bohisted befire bene xware.

Hijdeye adare, melkejat hate xware peva kir gîhaye bihare.
Hilkisiya pere esmana.
Him çilike, him silike.
Him digirî, him dikene.
Him dinale, him vedimale.
Him ji dere, him ji mizgefte bu.
Him ji kare bu, him ji yare bu.
Him ji kere bu, him ji Pere bu.
Him ji kirike bu, him ji belike bu.
Him ker e, him se ye.
Him riya Xwede, him ya însanetiye je stendiye.
Him sere xwe diskene, him jî besa xwe dide.
Him sil e, him kul e.
Him tîr dike him rehn dike.
Hîn deve te germ e, deng bike.
Hin dikin hin jî dixwin.
Hin hingiv dixwin u mes bi hinekan vedidin.
Hin mirine, hin jî tevakirine.
Hinceta kulîlka, çune sulika.
Hindik re jî, gelekî re jî nabeje sukur.
Hindik rindik (bila hindik, bila rindik).
Hingî min kir u got, çerme sa ma firot, Usman u Qemrî min nekir cot.

Hingive debeyî, di eyare kuçik da ye.
Hirç hat va rez, diz hat va pez.
Hirç u govend, rovî u suk kevrojk u dewlok.
Hirçe heta xwe de nedît bawer nekir.
Hirçek ji rezekî xeyîdiye, ritlek dimis zede buye.
Hîv hîv e, eyb li we jî heye.
Hok e, rok e.
Holî got Golî: „Heke em milen xwe nedin ber Solî, kulke me nabe ulî.

Hoste neçar rabe rune weke hercar. Xwede yeke dergeh hezar.

Huke dike muke.
Hur bajo, zu bajo, dur (kur) bajo le ga neesîne.
Hure tendur (tenur) dada, qehpe pe veda.
Hurik hurik dagirt turik.
Hustiye xwe li ber direj kir.

 


Î
Îro doro te ye sibe dora min e.
Îro jî mast sibe jî mast
Îro roja te ye, sibe roja min e.
Îsal dîsa bal kesiv e.

 

 


J
Je direvim pe digerim. (Je revim, pe gerim)
Je erzan xilas bu.
Je ket, pe ket.
Je re kap naye avetin.
Je re sîr qelandiye.
Je xwîn vedirese.
Jev direvin, roja reve tev direvin.
Jî ave re gotin: „Çima guse gus dikî?“ Got: „Hevale min kevir e.“

Ji axe pirttir tune ye, mar bi qinyat dixwe.
Ji barane revîm, kete ber zîpike.
Ji barane revîm, li teyroke qelibîm.
Ji behre xilas bu, di çem de xeniqî.
Ji ber barane çu ber zîpike (teyroke).
Ji ber dilope çu ber merzibe._
Ji ber serî neçu heya sibe.
Ji beriya emre xwe xeber dide.
Ji beriye te ji min sîr dixwaze.
Ji betalî bi sere kîre xwe re dilîze.
Ji betalî kera bave xwe da ber dasan (ber keran).
Ji bine sola xwe re beje.
Ji bitrî hatiye beran.
Ji bo çile dixwe kule.
Ji bo çile xwe dike (kiriye) gile.
Ji bo gurzek gîha, lodeke disewitîne.
Ji bo keçeke lihefeke disewitîne.
Ji bo miriyen xelke me pore xwe veru, miriyen me mirin me dest avete
(ku)
pore me nemaye.

Ji bo nanekî avranekî (arvanekî) xera dike.
Ji bo nefse, xwe daveje hepse.
Ji bo xatire xatiran çu ser dine gawiran.
Ji bo xatire xatiran, da bare qantiran.
Ji bo xatire xweyî, mirov kevir naveje seyî.
Ji çav ketiye.
Ji çav reviye.
Ji çaven xwe bawer nekir.
Ji çîze derxist (derbas kir).
Ji delava ketin çirava.
Ji derdan rih berdan.
Ji dest derketiye (reviye).
Ji dest derketiye naye.
Ji dest ketiye.
Ji dest pesîra xwe dadisîne.
Ji dest tistek naye.
Ji dev gerandin ket.
Ji deve ketiye hop hop je te.
Ji deve re gotin: „xet“; got: „Ez nikarim qet.“
Ji deve re gotin: „Ye (we) te bisînin dawete.“ Deve got: „Ev sutiye
minî
xwar ne layiqî daweta ye; yan we min bibin mese daran an ji bisînin
Rewane
birinc.“

Ji deve re sol dikirin, jojî got pepe min jî.
Ji deve wî/ we girt.
Ji deve xwe revand.
Ji dijminan re zare serîn, pista hisk.
Ji dil re derbas dibe…
Ji dil xwîn dilop dike.
Ji dur ve, di keça mîr ve.
Ji erde heta esmîn neheq e.
Ji ers u kurs xeberdide.
Ji es be serî ar be je bawer neke.
Ji esîran esîra me, ji gundan gunde me, ji malan mala me, ji mala me jî
ez u
birayen xwe, le zede zede jî ez.

Ji evda re dost u yar e, ji min ra gure har e.
Ji feleke re dikeve dewe.
Ji feleke re xeberdide.
Ji golike re gotin: „Eme boçika te je bikin ji kesîre nebeje.“ Golike
got:
„Ma ez nebejim we nebejin ka boçika te.“

Ji gur birçîtir, ji mar tazîtir e.
Ji gur re gotin: „Çima stuye te stur e?“ Got: „Ez bi deste xwe dikim,
bi
deve xwe dixwim.“

Ji gur u delegure re tu re nema.
Ji hal ket.
Ji hebek tirî meserekî çedike.
Ji hekeke çedike qeyxaneke. (qeyxaneke çedike)
Ji hekîman re dive (dibe) du fincan yek kase xiraban, yek kase qencan.

Ji helîne çu kulîne.
Ji hersan ezmana ket.
Ji hespe peya bu, li kere swar bu.
Ji hestire re dibejin çoke te xwarin, dibeje qedera min rast e.
Ji hevdu re hevrîske ave çedikin.
Ji hevdu re mer in, ji xelke re ber in.
ji hinekan re besbirlik e, ji hinekan re seferberlig e.
Ji îne heya îne, çekir cila meîne, ew jî kin e, nagiheje ser qune.

Ji jinan ji dotmam, ji suran sure Sam.
Ji kaliye jî pîriye, mirin çetir e ji feqîriye.
Ji kare jî, ji yare jî bu.
Ji ke re dibejim „brawo“, ji min re dibeje „bira xwaro.“
Ji kefa mehuja (mewuja) dil çu guhuja._
Ji kerbana xwîn le miçiqî.
Ji kere waye ku manker horî ye.
Ji kevire as girantir tune, bi mixekî radibe.
Ji kewjale re gotin: „Tu çima xwar re ve diçî?“ Got: „Keysa min hew je
te.“

Ji kirase cane xwe re ser e.
Ji kirinen sex u melan, dîsa rehmet li cahilan.
Ji kîse kirim, xwes dibirim.
Ji kul u derda, ru u simbel berda.
Ji mejburî mirov goste kewan jî dixwe.
Ji mela bangdan.
Ji meran mere pesîn, ji hacetan simtiras.
Ji mewujekî kergekî dikelîne.
Ji milka as, ji sineta simtiras.
Ji milkan as, ji jinan jinen sas, ji meran meren ne bide pes, ne bide
pas.

Ji min ketiye, pesiya min dihere (diçe).
Ji min re bike, ji xwe re bibe.
Ji mîrate re gotin: „Tu diçî kîdere?“ Got: „Cîhe ku bikaribim bixim
mîrate.“

Ji nan u ave qut bu.
Ji paniye xwîn nehatiye ku dil bisewite.
Ji perxanen wî/ we girtiye.
Ji peze pir, ma kavira kur.
Ji piran pir, ji hindikan hindik.
Ji qatutya (xeleya, tune buna) meran, nave dîkan danîn Evdirehman.

Ji qehra xwe daveje behra.
Ji qireja wî/ we mar vedirese.
Ji qurane kirasek xwe kir dîsa ji kesî je bawer nekir.
Ji re derketiye.
Ji rovî fenaktir tune, ji eyare wî pîstir tune.
Ji ruye wî jehr dibare.
Ji sed cîhî birîndar im, edî nikarim bejim sax im.
Ji sere hefte heft bave te mezintir e.
Ji sere xwe zedetir xeberdide.
Ji serma (na) heken hesinî dike.
Ji sîr tirsiya, pifî dew kir.
Ji te hereket, ji xwede bereket.
Ji tirsa kuçikan newere here gund dibe: „Sev res e.“
Ji tirsa zirav le qetiya.
Ji tivinge re nîsan, ji hespe re meydan.
Ji tunebuna seran, rovî xwe nîsan dikin wek meran.
Ji weliya perî, ji periya xwelî.
Ji weyne jinan çiyaye Cudî xwar buye.
Ji xelke re cîh u war e, ji min re erde sar e.
Ji xelke re edet e, ji min re qebhet e.
Ji xelke re jîr e, ji xwe re kor e.
Ji xezale bezatir tune, ew jî rizqe xwe dixwe.
Jin biriye, he qelen nebiriye.
Jin çav li der e, mer xwelî li ser e.
Jin çun hewara, mer ketin kewara.
Jin derkete ser serî, de avete ber derî.
Jin hene wek mirîska kor in.
Jin heye zeviya li ber gund e.
Jin jî hene, jan jî hene, melhema dilan jî hene.
Jin jî henin, jinkok jî henin.
Jin jin gotî mer mer gotî.
Jin u mer ser kirin, kemaqilan je bawer kirin.
Jin u mer, tevir u ber.
Jina an mal u mer, an tevir u ber.
Jina bira weke gura.
Jina diya du dotan, dide xwe du lotan ne li vir ne li Cizîra Botan.

Jina kofî u kitan.
Jina mere çe ye, dine je re de ye.
Jina mere xerabe, him diz e, him qaw e.
Jina xelke ramusanek, hespa xelke meydanek.
Jinbave jina bave, birçîme ber dolabe.
Jine dil kir dîwar qul kir.
Jine dil kir mere xwe sil kir.
Jine ruhike, daye huhuke (buxuke).
Jinike got mela: „Mehra min mehkem nebire, ez (yeka) destpe
nesekinîme.“

Jiyanek nemir nejî dijî.
Jojî deste xwe çeliken xwe dide u dibeje: „pore wan çi nerm e.“

Jujî tejiken xwe tîmar dikir u digot: „Ez qurbana purta we ya hevrisim
bim.“

 


K
Ka (kaya) kevn u teze dide ba. (Be)
Ka bare wî ceh e an genim e?
Ka çu, ma dan.
Ka ne ya te ye, ma kadîn jî ne ya te ye?
Kal e, le gale-gal e.
Kala dide piçenge.
Kalbune li min kar kir, xortaniye mala xwe li cem min bar kir, qîza
ruye xwe
ji min guherî, buka dile xwe ji min sar kir.
Kale benefsî, pîre bekesî herduyan li hev pirsî.
Kalo ji min dur here, fiskîniya poze te te.
Kana aqil e.
Kaniya dilan, ciwata cahilan.
Kape wî mîr hatiye.
Kar ket bertila, gu ket (agir ket) rewsa feqîra.
Kara te ji min ra, kerema Xwede ji te ra.
Kare min bi xelkano, cane min bi heseno,_ male min bi talano.

Kare ne ji min ra, baye wî di sere min ra.
Kare xwe bi xelke kir, bi nave xwe kir.
Karoz-karoz, dîsa kere boz.
Kasa xwe kasa dikisînim, ji mamanan (hevalan) namînim.
Kaxeza gur e, ne kes dixwîne, ne kes guhe xwe dide.
Kaye u dan tev li hev dike.
Ke buk e ew pe ra berbu ye.
Ke çav sere min dikeve (sere min dibîne) sere xwe bi heft rengan
giredide.

Ke dinya xwar? Ye di ber ehmaqan de xwar.
Ke dîtiye kale bi guhar, pîra ling xirzal, zivistana du bihar?
Ke gotiye dewe min tirs e?
Ke gotiye dizo malî ava?
Ke kare pir kir, keziya xwe kur kir.
Ke kir xatun? Mer kir xatun, ke kir darqun? Mer kir darqun.

Ke nane min xwar, (ewî) tirba min kola.
Ke nîre hevaltiye xwar kir, stuye hevale xwe kul kur.
Ke seh kiriye, ke xwendiye?
Ke tir kir? Xerîbe gund kir.
Ke tir kir? Yen be de u be bav.
Ke vegerandin mirî? Yen ku dil kirî.
Kebanî bun sise, kodik li ber se.
Kebaniya jehatî bila nîve qeliye jî bixwe.
Keç u kuren male, gula de u bave.
Keça gan nîsan-daye didan.
Keçe ha keçe çi di keçe de ma.
Keçe ha keçe çike min di keçe de ma.
Keçelo mu bi sere te nîne, got: „Keziyen xaltiya min li qune dikevin.“

Keçelo nave min nave te, kume min sere te.
Keçik çune halhala_ zik tijî, turik vala.
Keçika be bav, çiyaye be av.
Keçika be de wek çiyaye be re.
Keçika li ser kere berî xwe tuyî min kir.
Ked kiro, keda xwe nexwaro.
Kefa me bi xunave xwes bu, xunave jî kurek mirî anî.
Kefene xwe çirand (dirand).
Keftaro, li ber çavan diyaro.
Kelhî ne, bes tistek li mala wan nîne.
Kelk li ser kurke xistiye.
Kelka xwe, selka tu je xilas nakî, ne sax im, çar liv tu jî texe te de.

Kelkelo cîhe te li ku ye? Got: „Ba dizane.“
Ken dike, fen dike.
Kene be ariye pe girtiye.
Kene miriyan pe te.
Ker bi hestî nakeve.
Ker çi dizane zeferan çi ye.
Ker deve wî venake.
Ker dikeve, dibeje: „Hella Xwede!“
Ker heft avjenî dizane, tere ber ave hemiyan ji bîhr dike.
Ker ker e di cîhkî de dikeve heriye heft salan li wir ra naçe.
Ker ker e, di pira qul re derbas nabe.
Ker u gej guhe wî tijî qirej.
Ker u kurî li hev zirî.
Ker u mekteb?
Ker ve best, xem verest.
Kera ku bare min ne lebe ez nabejim „ços.“
Kera min dimire boçika wî dixwure.
Kera xwe di berika wî de dîtiye.
Kerambere ber baye mikur te.
Kere di kurtan de rî.
Kere got: „Bar min nakuje, serbar min dikuje.“
Kere guhe berxe girt, (dîsa) kere kir zirîn (qarîn).
Kere lawe kere, av li bere, bikeve sere, heb ji hebe bike dere.

Kere nabe ber ge, ge tîne ber kere.
Kere pir bez, bu xware guran.
Kere res, li ber danîn qasle zebes, got: „Min dive welate xwes.“

Kergu dibeze u tajî dibeze, her du jî dibejin: „Ya Xwede!“
Kergu ji çiye xeyidiye, çiya haj pe tune.
Kerguska xaman e, dev diçere, çav li banzdan e.
Kerguske got: „Min da hevraza, tira min bidin cambaza; min da berjera,
goste
min bidin ber kera.

Kerî berdaye li pey qerus ketiye.
Kerî bi kerîtî daye, pey da qerus qeruse.
Kero ji te ra dibejim, mevano tu guhdar be.
Kero nemire bihar hat, pîre nemire pincar hat.
Kero, mevane hero.
Kero, weke hero.
Kes je re (nikare) kirasa biqetîne.
Kes li bave min napirse, herkes li diya min dipirse.
Kes nikare je re solan biqetîne.
Kese mino, deste mino.
Kesî negotiye ev mala dizan u xumarbazan e.
Kesib dibeje: „Heya sibe bi Xwede ra me.“
Kesibe (xizane) be nesîbe.
Kesibe asan e rojen siliya dest u piye wan zuhan e.
Keso keso carek beso.
Kesîs hero kata naxwe.
Kesîs hîmî kata buye.
Kesk e, ruye kebaniye res ke. (Xwes ke)
Ket nav dev u diranan.
Ket xeberdan, ker da guran.
Ketiye ber destan.
Ketiye binî.
Ketiye daweta cuna.
Ketiye rex. (Dikeve rex)
Ketiye zike diya xwe.
Kevçiyan nexe (naxe) gurz.
Kevçiye çila, nu got: „Bismillah!“
Kevir ber piye te bibe pener.
Kevir cer ket wey hale cer, cer li kevir ket wey hale cer; wisa an wisa
wey
li hale cer.

Kevir daye ber dile xwe.
Kevir li kewe neket, kew li kevir ket.
Kevir u kuçik li min barî, xer u xwesî li te barî.
Keviran giredidin u kuçikan ji berdidin.
Kevire pesa xwe hursand.
Kevire seriyan e.
Kevire takese ye, kîjan ceme bar xwar bibe xwe dide wî alî.
Kevire xorza ye.
Kevirekî hilke, (we) pirsa xwe binke.
Kew firî, qismet birî.
Kew li kundir ket, ne kundir li kewe ket.
Kewaniye çelek dot. Çeleke sîre xwe ret. Got: „Dile patise ji me xera
buye.“

Kewen lisandinî, wek kelandinî.
Kewkiye pasîn li tesikan e (gehan e).
Keysa te ku hat, fersend u xebat.
Kî dike kî dixwe?
Kî dixwe kî li xwe dixe?
Kî diya min mehr bike, ew bave min e.
Kîder tav be kurke xwe li wir radixe.
Kîder xwar e, ew der ji min re war e.
Kîdere komek, we dere kedek.
Kilek run li ser dile xwe da.
Kinca hevalan ro danek, hespa hevalan meydanek.
Kir nekir tu re te re nedît (dernexist).
Kirase be pasuk (pastî) dixe hurtiye mirov (di hustiye miroav de
datîne).

Kirase kires e, qusase quses e.
Kitik ne li mal e, nave misk Evdirehman e.
Kone resî dev jev e, ne nan e, ne av e.
Kor gote kor: „Min çave teyî kor çikiro.“
Korbe jî, kulbe jî cixarekesekî tejmeul e.
Koro tu li min binere çavekî, ez li te binerim herdu (du) çavan.

Ku be çenge min te bibînî renge min.
Ku bexte etîman hebuya, bave wan zu nedimir.
Ku çingiya tas, ha vir, ha rast.
Kuçik çi dizane çarix çiye.
Kuçik hestiyan dixwe haj quna xwe dike.
Kuçîk, kuçik e.
Kuçike me ye, li ber dere xelke direye.
Kul u kor li hev civiyan (vehewiyan) li dikana Evdilor.
Kula dilan e, xeftane milan e.
Kula Mendo, kulor in.
Kulav guyo malî ava.
Kulinge wî serî care li cîhkî dikeve.
Kum avetin, ser xwestin.
Kuma daynîn pirsa je bikin.
Kume Belo li sere Celo (ye) ye Celo li sere Belo.
Kume min ji rastiye qetiya ye.
Kume Xiço li sere Piço, ne hat ne diço.
Kume xwe bi xweliye ve daye sere xwe.
Kume xwe daye tel.
Kume xwe xwar kiriye.
Kund dibeje ez ew qas im le aqile min jî ew qas e.
Kura zer bu, kura der bu?
Kure mino ne ji mino, roja koçe bare mino.
Kurek heye gula bave, kurek heye kula bave.
Kurk ketiye mejiye wî.
Kurm di sere wî de dilive (dilivin).
Kurm ketiye dile wî.
Kurmance nezan got: „Bila bibe erzan,heta ku dev u deling le bune
pizdan.“

Kurmancî ter e, xew je re xer e (xew je re çi ye?).
Kurme sîrî heya pîrî.
Kurtikî çuxe dew tune bixwe.
Kusî heken xwe dixe bin axe u dibeje: „Heke ji Xwede re dive we çelika
derxe.“

Kusiyan ji delava xezale av venexwarin.
Kustiye di ber xelke de ye.
Kutilka min jî ji Berfo ye.

 


L
Lawe Mence çu qezence.
Lawike Engorî, nabe memure Stembolî.
Lawike Qureysî, kes nîne pis neesî, bele xîret namuse dikesî.
Lawo li her dere ji xwe re maleke çeke.
Le dev xwar kirin (dike)
Lehat bas hat, lenehat je nehat.
Lehat bazirgan e, le nehat xwediye gaye weran e.
Lelîxan e, xwediye kired giran e.
Leskere Rome ye, nan li ser çoke ye.
Lev li erde re dikise.
Leva xwe le xwar dike.
Levek erde ye, yek li esmîn e.
Lexistina koremarî, ne dîtana deyndarî.
Li alîkî sahî ye, alîkî sîn e.
Li bejne neherî bi zeran kirî, laçik vekir sere gurî.
Li ber çava buye mare res.
Li ber defa bedeng dilîze.
Li ber defa cuna direqise.
Li ber ruya buye perde.
Li ber tira wî dilîzin.
Li Bexdaye xurme zef in ji min ra çi ye?
Li ceheneme sîran dikutin, tu kilaman dibejî.
Li ceheneme sîran dikutin, tu kulora dipejî.
Li deve wî/we dinere.
Li dîna temasekin an sahiya an sîna.
Li dur geriya, li nezik dît.
Li ezmanan geriya, li erde dît.
Li gorî make, golik pake.
Li kere mirî digere (ku) nela je bike.
Li kere siwar buye, li kere digere.
Li koriye li kaliye, mirin çetir e ji feqîriye.
Li mexel piskul tune, li pireze deve tune.
Li mine li mine çi bikim dernakeve li ber hukme jine.
Li mine li mine, rovî naçe kune.
Li ser boçike hesin dibe.
Li ser çavan re birî hene.
Li ser çi de mîz bike we zuha bibe.
Li ser dîware alebile sekiniye.
Li ser riya Helebe nale kera dipirse.
Li ser tiliya mirov de mîz nake.
Li ser tiliya xwe ve dide lîstin.
Li vir teq, li wir teq, heta çune dinya heq.
Ling kiriye soleka teng.
Ling le hilda ye.
Linge qijike sikenand.
Linge rovî girt avet nav holîtka mirîskan.
Linge dîk di nav tase de tîtiye.
Linge gur girtin avetin nav koza berxan.
Linge wî di nav zike wî de ye.
Linge wî erd girt.
Lingek li ve dine ye, lingek li we dine ye.
Lîstina pisîke ye, mirina miske ye.
Lolo lolo ji min re ji lolo.
Lomekaro, gunehkaro.

 

 

 

M
Ma (çima) hespe tu revandiyî?
Ma (tu) herfa qurane ye?
Ma alîkî cendek helal yek heram e?
Ma dar tehl e, bere dare sirîn e?
Ma dermala sor me sandibu pey.
Ma ev guye henakan e?
Ma eze herim ser gulen sor?
Ma ga dike, ga dixwe?
Ma gotina te kerta kevire?
Ma min ev ruye xwe di as de sipî kiriye?
Ma paniya diya min pe xwîn buye?
Ma peze meyî tev hev em nikarin veqetînin?
Ma qasa kembera te sikest?
Ma te deste xwe bîhn kiriye?
Ma te deve nedît reze, te piskul jî nedît li feze?
Ma te kapek xwariye.
Ma te navika wî birî ye?
Ma te riya xwe sas kiriye.
Ma tu ji pere esmanan hatiyî?
Mal (malxetî) ket deste kurî, risqe sale se car birî.
Mal birçî ye, kebanî li ber çi ye?
Mal çune zozana, xwelî li ser qun pena.
Mal ji miskan ru res e.
Mal mala te ye, le ber ve firaqan neçe.
Mal sewitî le ji miskan ra jî nema.
Mal ter e, kebanî ser e.
Mal u mevdan, nebu qutik u fîstan.
Mal xizan e, kebanî nezan e.
Mala bava zeynet in, ava cere wan serbet in, dayik ku dimirin, zeyî ten
li
ba jinbira be rumet in.

Mala bave buke gavan e, qelende buke giran e.
Mala buke def u zirne, mala zave haj tu tistî tune.
Mala gavan e, naze (dilika) zeriye giran e.
Mala hebune mala kereme, mala tunebune mala kure kere.
Mala kura, mala dura.
Mala li ser mala, yek xirab, yek ava.
Mala me çoye me ye, çoye me li ser mile me ye.
Mala pîre, gora pîre.
Mala pirmezin xerabu ji bin.
Mala Seref bi xwe hindik bun, ew jî hin kuro, hin silo, hin seqet bun.

Mala virekan xirabuye, kesî je bawer nekiriye.
Mala wî bare dîk e. (dîkekî ye)
Mala wî li ser pista wî ye.
Mala xelke disewitî, ewî jî li ber firike xwe diqeland.
Mala xwe daye ser pista pisîke.
Mala xwe li pisîke bar kiriye
Male axe diçe, cane xulam diçe.
Male da hesti sikandiye.
Male li malxe dipe.
Male malyemeza, xware tarîx bilmeza.
Male qun dive, girare run dive.
Male tune evranok, nave jinike dîndarok.
Male xwe di ave de berdaye.
Malek e, danzdeh rispiyen wan hene.
Malxe me Silo be, we xwarina me çilo be.
Mam Hemdan, me çel u gul li der dan, mane em u xeberdan.
Mange dosîn u qezwan_ frostin.
Mar dibeje: „Min dikujî (bi) dijminatî, min çal bike (bi) dostî.“

Mar ji punge xolî dibu (direvî), pung li ber deve qula mar de hesîn bu.

Mar mar e, dema ku mirov ave vedixwe li mirov venade (naxe).

Mar pak buya, linge wî nediketin zike wî.
Mast, sed carî mast.
Me buk anî lez u bez, me leda (daye) rez u bez; sivika male dîsa ez.
Me Cizir ava kir, Heso ser de zava kir.
Me di xewna sevan de jî hevudu nedîtiye.
Me got em herin mala ape xwe firo firkin; me negot eme herin guliya
kurkin.

Meha adare av firî sere dare, bizin kalî ser kare, nîsanen bihare.

Mehna lorika_ dixwe klorika._
Mehna sele, gerî nav ele.
Mehna sergîna çu gunde Mexîna._
Meîna pîr, hefsare rengîn?
Mejî le buye av.
Mela jî di qurane de sas dibe.
Mela nivist çekir ji bo qîze, gu hat li tev mîze.
Mela xwarin dît quran ji bîr kir.
Mele mele ber kendal.
Melevane ku xeniqî.
Melezade mele-zade, me ter xwar zed u zewad e, îcar her yek me di alîkî
de bade.

Mer bi muye xwe, jin bi ruye xwe.
Mer çav li der e, jinik xwelî li ser e.
Mer henin wek dewara res in, dema ku zike wan ter dibe, an merekî
dikujin an
jineke tînin.

Mer kustin nerme-nerm, qîz xwestin germe-germ.
Mer mera nas dike, qus paldime kere nas dike.
Mer mera nas kir, quse quze kere nas kir.
Mer tu (ne) guhar u ben in ku tu guhe xwe de kî.
Mera mer dikust, Fata Kore (ber derî) hurpizur disust.
Mera xwe avetin kewara, jin çune (sandin) hewara.
Merde ji kîsmale xelke ye.
Merde ne bi male xwe ye.
Merik ket bin siya axe, axe ket bin siya doxîna xwe.
Merik na pîre, pey ra guneh hat bîre.
Merim kure mera me, îro jî mast sibe jî mast.
Meriv kevira daveje birca belek, naveje sepeta rexe.
Merive be guman, be dîn u be îman.
Merivekî nexeritandiye.
Merivekî pist rast e.
Mertale wî ruye wî ye.
Mevan got: „Hewa çawa ye?“ Xwediye male got: „Riya rewiyan vekirî ye.“

Mevane yekî, mevane gundekî.
Mevano te xwarine bixwî?
Mevano tu terî an birçî yî?
Mewluda xer u beser, heçiye dewlemendin bikisin ber diya feqîra bigen
bavejin (derxînin) der.

Mezera de li ber qîze.
Mezhebe wî fireh e.
Mezin kir bi nane xwe, kir agir berda cane xwe.
Mî bi piye xwe, bizin bi piye xwe.
Mî birî, sîr firî.
Mî bun kavir, kavir jî bun vir.
Mî dikale, berx li mal e.
Min bizanibiya (ku) bave min we bimire, mine guhe wî tijî genim bida.

Min çi xer dît ji bendere, çi bibînim ji kozere.
Min çikir ji peze pir, eze çi bikim ji kavira kur?
Min daye bi tetika, pey digerim bi pepika.
Min feraseta xwe ji be ferasetan girt.
Min ji ke re got: „Bira“ ji min re got in „birakuj“.
Min kir, te kir, Sezere nave xwe kir.
Min nan ne bi guhe xwe ve, bi deve xwe ve xwariye.
Min xelk hîn kir lîstike, du re kesî deste min negirt.
Min xwedî kir bi bistane xwe, jine ji min stend bi navrana xwe.

Mîna dupiska boçika xwe daye ser milî xwe.
Mîna gura gost dixwe, mîna melekan xofe dikisîne.
Mîna gure yekane.
Mîna kersege di hale kevir de bigirî.
Mîna kewe teqle.
Mîna masiye ku av li ser be birîn.
Mîr dimire evdal dijît (dimîne).
Mir kere qazî, her kes çu tazî, qazî bi xwe mir, kesî le pirs nekir.

Miraze be dil, wek kirase be mil.
Mîre miska, buye axaye giska.
Mirî ber bi qebre dibirin, teme mirî ber ve male bu.
Mirî henin ku hewceyî sîne ne.
Mirî hew dizanin, zindî her roj hewle dixwin.
Mirin heq, gor ferz.
Mirin je re buye zere zer.
Mirin mirin e, le ev çi kirin e?
Mirin mirin e, le xire-xir çi k… min e?
Mirîsk mirîsk e, ave vedixwe li ser xwe re xwede dinere.
Mirîsk nikule xwe ave de dike bere xwe bervi xwede dike.
Mirîsk res e, hek spî ye.
Mirîska me ye, diçe kadîna xelke de hek dike.
Mirîska res e, her roj nexwas e.
Mirîske çav da bete, buhistek ji qune kisiya.
Mirîske çav da qaze ket heka xwe sikand.
Mirîske hek kir, heval ji xwe re çekir.
Mirîske min tunenin, dora mala min zîrç e.
Miriye par havîne, nu hatiye sîne.
Mîro borî.
Mirov sivra ku ser nan dixwe, kere le naxe.
Mirov zine dike, le ne bi de u xweha xwe re.
Mirtibe zir e, ne li defe ye, ne li zirne ye.
Misk li dikana wî bigere, boçika wî we be xuyan.
Miskan gincî dike.
Miske kor hingî axe dikole, li ser sere xwe de dike.
Miskek dikeve sîtila sîr, ew sîr te rijandin.
Mu ketiye sîtila dew.
Mus xwes Mus e, piste Algus e.

 


N
Nabeje kafirim an (jî) misliman im.
Nabeje ke kir, debeje ke got?
Naçim cineta bi minet.
Nagejime te xwe ji te dibuhirînim.
Namirim tîra pera, dimirim xebera we ra.
Nan bi xwe, xwe bi tam.
Nan da ber me, ço da ser me.
Nan da ber me, tajiya xwe berda ser me (da ser me).
Nan genimiyan neke.
Nan padisah gost wezîr, ye din kizîr-mizîr.
Nan pir, pîva pir, gelo eva çima mir?
Nan u dew e, taqet eve.
Nan u dew, xwarina derew.
Nan u mast, xwarina rast.
Nan u sîr, xwarina jîr.
Nan u tajî, xwarina tazî.
Nan u xwe ya wî/ we li ser çoke ye.
Nan xwera caw dir.
Nane be xweye dixwe, tiren sor dike.
Nane cehîn dixwe, tire polayî dike.
Nane garis ne tu nan e, bila kes nebeje ev mal be evaran e (arvan e).

Nane gilgil_ (u) zîlika pîvaze.
Nane Iso dixwe, selawetê li Muso dide.
Nanê min, qesasê serê min.
Nanê pehtî, siltanê ser textî.
Nanê tîrê, xwes hevîre.
Nano ziko dixebite.
Nav giran, mezel weran.
Nav nuçikan ledike.
Navbera jin u meri, bîra niherî.
Navbera min u kîjan cinaren min xira bibe jina min diçe li ber dere wî
tesiya xwe direse.

Navbera wan sar buye.
Nave gur derketiye, rovî dine xera kiriye.
Nave me giran e, ware me weran e.
Nave min li te, qotik li sere te.
Nave wî/ we hildide, hezar nav ji dev derdikeve.
Nave wî/ we nayne ser zimane xwe.
Navî giran e, bajarî weran e.
Navî mer e, kunde kor e.
Navika wî avetine nav malan._
Nayne ser bare xwe.
Ne berxtî ter sîr vexwar, ne kavirtî ter gîha xwar.
Ne bi halekî, ne bi malekî, tu çi zanî ewhalekî.
Ne bi kerî seve, ne bi kerî sive te.
Ne bixwe ne bistîne sev u roj le temase bike.
Ne dibe ere ne dibe na.
Ne dibe him, ne dibe gim.
Ne dide ne distîne.
Ne digirî tu pe ra bigirî, ne dikene tu pe ra bikenî.
Ne dixwe ne dide hevala, genî dike daveje newala.
Ne dixwim gelaza, ne didim hevraza.
Ne dixwim nane te, ne dajom horika_ te.
Ne dixwim saware, ne diçim heware.
Ne dixwim virika, ne dajom horika.
Ne doste fileh, ne hespe qule.
Ne feqîre bitir, ne dewlemende diz ne maqule derewîn.
Ne feqîre poz bilind, ne mevane malbigund, ne jî mirove ku di civate de
beje
jina min rind.

Ne gunde be rez, ne kone be pez ne mere beje ez u ez.
Ne gure gura ewran e, ne hire hira hespan e.
Ne hejayî kapekekî Uris e.
Ne ji bilike, ne ji holike. (dibe)
Ne ji dere dibe ne ji mizgefte.
Ne ji dere dibe ne ji vange.
Ne ji Hemzan e, ne ji Meman_ e zirape wan orta ne.
Ne ji mehna buya, rovî we li sukan gerha buya.
Ne ji xîrete, ne ji omete.
Ne jina belas, ne xulame be meas ne jî erde kas.
Ne jina bi kildan, ne mere bi dev giredan.
Ne ker ket, ne hîz dirî.
Ne ker li garane, ne pirsiyar li gavane.
Ne ker te ber bar, ne bar diçe ber kere.
Ne kere min e, ne gaye te ye.
Ne kifkifa nefsî, ne çip çipa dolabe.
Ne li mine, ne li teye.
Ne li we heke u ne li we qedqide.
Ne li xera te, ne li sere te.
Ne male min, ne cane min.
Ne male pir, ne gerdana stur, male pir zu ziyan dibe, gerdana stur zu
zirav
dibe.

Ne male, ne li teye.
Ne mere sermok, ne jina kenok.
Ne newala kur radizem, ne xewnen xirab dibînim.
Ne pîre bas kir li ser gunî runist, ne jî gunî bas kir pîre re çu.
Ne sora ber agira, ne rinda be çira.
Ne Tahir e, ne Zahir e, her yek gurekî har e.
Ne xema min e, ne dema min e, qirçe qirçe benîste min e.
Nediçu dawete, dema diçu digot: „Lot ha lot.“
Neditya dît, xwe de rît.
Nefsa xwe kor kiriye.
Netika xwe dide netika wî/ we.
Netika xwe kiriye gile.
Newroz, xilas bu dew u doz, me dibît herî, nedibît toz.
Nexwas e, parî xwes e.
Nexwasa sekseke (çileke) danzdeh nan avet keleke.
Neynuk (nenuk) nemaye ku pe xwe bixwerîne.
Nezanî, rehet canî.
Nikare beje ez kafirim, an misliman.
Nikare bi kere, dibeze kurtan.
Nikaribun bi yen beredayî, çun yen giredayî.
Nimej e xewlekî dur direj e her kes nikare bibeje.
Nîne bixwe nan u jajî xwedî dike tole u tajî.
Nîsan e çipik (çilkek) bi kîsan e, li dere hemî kesan e.
Nîsan e, buka salan e.
Nîsika pîre, nadim birince mîre.
Nivista be tist te mele kust.
Nivista be tist, xwediye xwe kust.
Nivistek çekir ji qîze re, gu hat bi mîze re.
Niyeta dil, qeda serî.
Nizane mala dawete, dest daveje kevçî u diçe.
Noka genî çu bajer, bu leblebî.

 

 


P
Pale qels e, hencet das e.
Par li me dida dara, îsal xwe nagire li ser çardara.
Para geroka, çu ber balisoka.
Pariye pirî, gewrî dirî.
Pariye xwe xwes kir, ruye xwe res kir.
Pars kir ber deriya, da xera miriya.
Parsa vî welatî nebe bila parsa welatekî din be.
Parsek e, bu sur u qetek e.
Pasî ji dest çuye. (Çu)
Patika hustiye xwe xwerand u çu.
Pel guhe xwe dike.
Pel mala cuna kiriye.
Pella ledixe, giliya je derdixe.
Pella li min nexe, pirsa ji min dernexe.
Pella tîne bîra diza.
Perda ber çave we/ wî tune.
Pesa min de runistiye, li ruye min da darda buye.
Pesiye diçim gezok e, pistre diçim tîzok e.
Pesiye diçim pel peniya min dike, pistre diçim pehna daveje min.

Pey miriya kesî xwe nekustiye, wey li cane çuyî.
Pey tire, min kezî kure.
Pez tune run difrose.
Piçuk li cihe xwe, mezin li cihe xwe.
Piçukaye diben hek, mezin dibe diben qaqe.
Pir gotin, ciger sotin.
Pir kire hindik xware.
Pira selawate weke derzî, salih li ser ra bezî, fasiqan çok le lerizî.

Pîra Same tevî ame.
Pîre bawer nedikir mer bike mer dike pel heystoka dike.
Pîre ji tendure çu ber kulfike got: „Xwede xerabike ez çiqas erd
geriyam.“

Pîre payîze çu ligate.
Pîre ter bu ji kîre, du re sewî hatin bîre.
Pîre tir kir adare gîsik filîtin bihare.
Pîre tir kiriye u pîre ne raziye (qaile).
Pîrî, hezar eybî.
Pist pe gireda ye.
Pista wî naye erde.
Pista xwe kutaye çiyaye bilind.
Pista xwe rast nake.
Pista xwe tu kesî de nake.
Pistî barane ga bi cil dike.
Pistî kurî, pir vedibirî.
Pito ye berane qor e, sîng vedaye xwedaye ber e.
Pîvaz pîvaz e, çi sor e çi sipî.
Piye xwe ji berika xwe zedetir direj dike.
Poste conega li ser pista ga ye, poste ga conega nikare bikisîne.

Poz le nake.
Poz le nasewite.
Poz pe nake.
Poze xwe dixistiye.
Pozî wî/ we hat mizdan.

 

 


Q
Qaz bi mesa wardeke çu ket qalça we ji hev derket.
Qazî bi xwe çu pek neanî, muyek ji ruye xwe bi rekir.
Qaziye zarokan xwe xeniqand.
Qedire gule çi dizane, kelbes_ dive kere res.
Qelene mirtiba dide, qîza esîran dixwaze.
Qenc li me rast nayen, pîs li me danayen.
Qesem nave xwede ye.
Qet denge meqese li ser neketiye.
Qet deste xwe neso u tev ape xwe nan nexwe.
Qet nayne ser bare xwe.
Qet qusa xwe le naxe.
Qet xwîne ji xwe bernade.
Qey (ma) beq dixesandin?
Qijik nikulê xwe lêxwe, tistek pê ve nayê. (Qijik nikulê xwe lêxe
piçikek
gost dêv ve nayê)

Qirdê me kor, bextê me res.
Qirse xwe nadim li ser bende wî.
Qîz be tu zanî, jinebî be ez zanim, jina berdeyî be sere hespe min
berde ez
herim.

Qîza bas, pey bibe kas.
Qîza wî ya keçel mir, got: „Wey li min gulî direje!“
Qîzan re neçin qize ter in, jinebiyan re neçin zef digerin, dayiken
dergusan
re herin, zu vegerin.

Qîzanî çiqas xwes e, bukanî gula ges e, gava ku ket ber qehra malan,
roja
res e.
Qîze sor in, xorte kor in.
Qîzek nazand, gundek bezand.
Qîzike mer kir, kofiya xwe xwar kir.
Qolibe mesa ye, denge sesa ye.
Qun bu, qun jî çu.
Qun kutane hev.
Qun quna mirîske ye, hek heka qaze ye.
Quna tazî, tembure dixwazî.
Qune dixwazî, qalibek sabun jî ser da dixwazî.
Qurbana wî cîhîbim ku tirs le hebe.
Quze delegure peva ye.

 


R
Radibe hut e, rudine kut e.
Rast u çepe wî/ we ne kifs e.
Rast, xilas.
Rasto bi rastiyo, xwaro dare sikestiyo.
Rasto dirusto, xwaro sikesto.
Rebiro, kur piro (biro).
Reç reça kere ye, fel fele Pere ye.
Res e res e, qawike jî.
Res e weke qîre, rast e weke tîre.
Rese tu li vir bisekine eze gewra bigerim; ku min gewr nedît tu dîsa
resa
minî.

Rewîtî xwes tist e, le çirte çirt li pist e.
Rih direj e, dil qirej e.
Rihe xwe diqusîne, du re eynike tîne.
Rim li tur hilnaye.
Rindeke gundeke.
Rindî rindî geroka li nava gundî.
Riske wî ji bune spî.
Riya mala mirine ye.
Ro bi ro, xwezil bi do.
Roj bune sal, zik bune çuwal.
Roj çu edî venagere.
Roj ewravî sev sayî: Sal xirab, jina ciwan mere kal: Mal xirab.

Roj ket aliye Merdîne dewara bajo kadîne; roj ket aliye Cizîre dewara
bajo
ber nîre.

Roj li cîhkî teng me (le) bu evar.
Roj li me çu ava.
Roj li min xerab çu (çuye) ava.
Roje heft xusuya dixeniqîne, bi sev qurquroneka derî ditirse.
Rojiya bin teyste girtiye.
Rojnîvro xewnerojkan dibîne.
Rovî ji barane bitirsiya ye ji xwe ra ewayek çebikira.
Rovî kirine sahe mirîskan gotiye: „Kene min te, aqile min nabire.“

Rovî nediçu qule, hejek jî bi boçika xwe ve gireda.
Rovî re revî, re rovî revî.
Rovî ter e, tirî tirs e.
Rovî tu çima xwe dihejînî? Got: „Li min te u ji min te.“
Roviye newala, bu xwediye mala.
Ru da , cîh da.
Ru daye, derkete ser serî.
Ru reso, parî xweso.
Ru u simbel buye tev hev.
Run dest de be ro dike (dirijîne)te.
Rune genî, li ser nane xwedî.
Ruto ha vî alî ave, ha wî alî ave.
Ruto, xeber puto.
Ruye res çi hewceyî teniye ye?
Ruye res u sipî we ji hev kifs bibe.
Ruye wî nagire.
Ruye wî qewîm e.
Ruye wî/we naese.
Ruye xwe daye bin piye xwe.
Ruye xwe je zivirand (guherand).
Ruye xwe res kirî ye.


S
Sa berî hev didin.
Sa riye, ga cuye.
Sal bi sal, xwezî li (sala) par.
Sal ew sal e le bihar ne ew bihar e.
Sal mij e, kodik tije.
Saq e, laq e.
Sar u serma ye, cilik bav u bira ye.
Saro baro bu.
Se kela_ bi kevirekî waldigerîne.
Se xatir tune, xwedî xatir heye.
Sebir mine rehman, ecele kare seytan.
Sebriyo, debriyo.
Sed çakuç u yek zindan.
Sed sal u saetek, saetek u sedsal got: „Rast e pistî du kur u keçeke.“

Sehme ser da girtiye.
Seqa,_ li gorî heqa.
Ser berjerî, qun hevraz.
Ser da tasek ava sar vexwar.
Ser eyare wî agir dadan.
Ser guhe wî/ we pelixandin.
Ser sere xwe u heft bave xwe razî ye.
Ser serî de tasek ava sar retin.
Ser sofi ye dil kafir.
Ser ve Ellah, bin ve Neuzibillah.
Sere be es.
Sere ço bi gemar, bine ço bi gemar.
Sere kere zike zebes.
Sere ku neese çi hewceyî benda ye?
Sere lode girt.
Sere me sere xernediyan ji qirsika hatin. Çun zereguniyan.
Sere min bi ard dîtiye hew dizane qeras im.
Sere min bi zer e, beyjna min bi sehr e, dile min bi jehr e.
Sere min sere xernediyan e.
Sere min seh kiriye, derziya min jî li ber ra ye.
Sere wî ber da ma. (Sere wî ket ber.)
Sere wî bi ard ji as be, kes je bawer nake.
Sere xwe di ber xelke de diskene.
Sere xwe kiriye curnekî vala.
Sere xwe pe naesîne.
Sere xwe veke, deyl bexte xwe ke.
Sergoto ber barane, pexwaso ber garane.
Serhingî di bare kere daye.
Serî gir e, bar nebire.
Serî ji eqil diese.
Serî le giran buye.
Serî quç e, binî puç e.
Serî sahîtok, binî tije buhok.
Seriyo tu qurbana lingan bî.
Serpe petin, ser hev hatin.
Seva çe, para hirçe.
Sevek li dare ye, çave her kesî le ye, kes nizane qismete ke ye.

Seyda xwe nake ji herdu eyda.
Seye belek maqule sa ne.
Seye me ye, li ber dere xelke direye.
Seye soro gurî va ye.
Sibat hat u buhurtî, nav dile gîsikan bez girtî.
Sibate bang kir adare got: „Se rojan bide min bi deyn, eze gîsika ji tehta bînim xware.“
Sibhan ji wî xaliqî dudo li hevdu aliqîn, yek kor, yek çav siliqî.
Sim sima kere ye, fel fele Pere ye.
Simbel li pisîkan va jî heye.
Simbel poseyî, mal mirtib.
Siwar ji me qeda ji Xwede.
Siwar siware Tirkan, qeda ji Xwede.
Siwaran siwar leqandin, xal kotiyan xwe bi qusa hespan xapandin.

Sofiye remezana mîna kere (li) garana.
Sole seytin çep dixe lingan.
Sond bixwe, serî naese.
Soro moro bu.
Soz yek e, nabe dudo.
Suk u ya suk, sok u bersok tev de ev e.
Sura xwe daye, bawerî pe anî ewî jî bi siwarî da ser xanî.
Suret paç e, ya ji dil naçe.

 

S
Sal hesîn e, tistek di mal de nîn e.
Sam dur e, ma misar jî dur e?
Sana_ hingivî ye, bele ne serînkirî ye.
Sayî sayî gotî, sîn sîn gotî.
Seb u sekir çun Diyarbekir, sekir runist denge xwe nekir, sebe rabu
pesne
xwe kir.

Sebes bi denge xwe, hinar bi renge xwe.
Seh u mirak (eynik) eywelleh. Kar u sixul na welle.
Sekir naxwim, pîvaz dixwim.
Seko peko, nave xwe li hevale xwe ko.
Ser da xal u xwarzî, sorbe da ap u birazî.
Serbik nu ye, av serîn e.
Sere man u nemane (ye).
Sev bu, seva res bu, miya qer bu, berxek li ber bu, li ser berxe çilkek
xwîn
bu gur ew tev de dî bu (dîti bu).

Sev li pist e, sixul ne tu tist e.
Sewqa wî daye newqa wî.
Sewra jinan, beriya bizinan.
Sex saf_ be u xilme av be u keçik u kurik aza bin pa eva nabe.

Seytan gotiye: „Ye ku li xwe biheyire ez di wî im.
Sîn u sahî, hevalrewî.
Sîre kera metî ye.
Sîre min bila çe be, toye min bila pak be.
Sîre ser e, di eyare berazan da ye (donxizan daye).
Sîre zikmakî ji firnikan ra anî.
Sivan u gavanan hore-hor e ewan watre dinya kore.
Sox u seng e, bi nav u deng e.
Sujina di çave xwe de nabîne, derziya çave xelke de dibîne.
Suna mera, mane kunde dera.
Sur simbele nabire.
Sure qetle li deste te, rehma Xwede li dile te.
Sure tazî, xwîn dixwazî.
Sustin vesustin reng u ru, xwarin vexwarin gendi gu.
Suxul bu dor, ocax bu kor.
Suxul ji min re bike, ji xwe re hîn be.
Suxule havîne zivistane dike.
Suxule kirî pîxem ledixe.


T
Tajî jî dibeje: „Ya Ellah!“ Kewrosk jî dibeje; „Ya Ellah!“
Takî je bikisînî we sed pîne je bikeve.
Talane meru ye, liva cehî ye.
Talasa gure ku qantir (hesruk) biha ye.
Talihe xelke res e, talihe min res u bes e.
Taliya tire, min kezî kure.
Tase gote legane: „Pîsa resa dev pene, lawike min bu tu dane.“

Tasek dew, nanekî cehîn ne tistek e, ba li pista mere xerab keve.

Tastiya wî li ser pista keruske ye.
Tazî ji jina xwe re got: „Zirav birese.“
Te çi xwar losî can be, te çi dît ji me ra beje.
Te got kew e, min got nikile we sor e.
Te got mirî tira nakin!
Te he ginikres nedîtine.
Te hela he maste ser bi sîr nexwariye.
Te kef kir, ez ketim belaye.
Te ku da ave, ha li çoke, ha li nave.
Te sere min xwar
Te sotin le naye gotin.
Te silk jî divet, kutilk jî divet.
Te sust ava bi gu, ez çi bikin qenciya bi du.
Tehte te le rî, barane sust.
Tekeve zike diya xwe xwe xilas nabe.
Temahkaro, gunehkaro.
Ter nedixwar nan u jajî, xwedî dikir tole u tajî.
Tev u tesiyan ra na welleh, qulopon re eywallah.
Tevir got dare: „Ez hatim te! Dare got: „Ez çi bikim destiye te ji min
e.!“

Tevn birî esa serî firî.
Tevn hate dara, namîne li wara.
Tevn u tesî dile min desî, diçe ave çirtik dave.
Texte min gelek mixan hilnade.
Teyr difire bi refe xwe re.
Teyrek hebu teyra gistî li ser wî de zîrç dikir ewî jî li ser çeliken
xwe de
zîrç dikir.

Teza dibînin, kevna ji bîr dikin.
Teze diya mine çoka xwe dayne erde ji min ra birakî bîne.
Teze hatin, kevn xelat in.
Tî dibe ave tî tîne.
Tif kirine beqe, beq li wan keniya u got: „Ruye min bi ava behre sil
nabe,
we ji tifa we sil be?“

Tifa li ser hevraz e.
Tilî peçiyen wî zer dibirin.
Timawo ji hevalan mawo.
Timaya çarixan kir gore qetand.
Timayî, re mayî.
Timî bere kevçî berve xwe dike.
Tir ji Qeyso re kir eyb.
Tir li hemama, derew li xerîbiye.
Tir li ku, das li ku!
Tîra ji mine, li mine.
Tira par havîne, îro hatiye sîne.
Tira pîre ya du çiqil deve mere be aqil.
Tirba daye xwes çekir le kelike we de rî.
Tirba nezda miriya kîjan e?
Tirba siwaran her kola ye.
Tirsa mirine ketiye dil.
Tiste nedîtî u nebînayî. (Tisten nemayî.)
Titî ku sar dibe, dibeje: „Eze xanîkî ji xwe re bigirim.“
Tivinga deste te, tu tesiya diya te ye?
Toroqa wî dan ser nane wî.
Tote totavinge, li te sele min bejînge.
Tove xweziye çandin li sune, La hewla Wellah hesîn bu.
Tu benike sor u zerbuyayî, te bi dere hebana xwe ve buyayî.
Tu bi hirî ba, te li nav kerî ba.
Tu bi ve quse, naçî Muse.
Tu bi vî aqilî herî, tuye keweke hesîn ji xwe re bigirî.
Tu bibî gerdî, tu nebînî wî erdî.
Tu bidî zîtika nedî zîtika, te bidî heqe dîzika.
Tu bikî nekî Xwede bide te.
Tu çawa siware exteyî, te çawa nivîne xwe bazirgan ra hîstiye?

Tu çi bejî li bejna hespe min (heyren) te.
Tu çi zu buyî dîk, te çi zu bang da?
Tu çi zu buyî kundir, te çi zu sax veda?
Tu di bin kume mindayî.
Tu dibejî deve te mor kirine.
Tu dibejî ji deve gur derketiye.
Tu dibejî ji nexwasan ra çuye berfe.
Tu dibejî li ser diranekî çeriyaye. (çeriye)
Tu dibejî qey demana dare ji te dixwazin.
Tu dixwî, li min digivire.
Tu dizanî ke tuyî (tifî) deve wî/we kiriye.
Tu gistî ser hev de bikutî nabe sîr u pîvazeke.
Tu hatiyî agir bi deyn bibî?
Tu he rastî helikresan nehatiyî.
Tu ji bîhr bikî, Xwede ji bîhr neke.
Tu jî dizanî ro xerab li min çuye ava.
Tu ji sa ra çarixan bidiruyî we çarixen xwe bixwin.
Tu ji vir ve çuyî gizim, ji we ve hatî nizim.
Tu kere lexî, xwîn je naye.
Tu kîjan kevirî rakî (hilkî) ew ji bin derdikeve.
Tu li serî u sosina li desta u bazina Xwede ji hinekan distîne dide
hinan.

Tu li Soro dixî, Moro ji xwe ditirse.
Tu me je re gotiye hespe te ker e?
Tu min bixwerîne, ez jî te dalesim.
Tu ne mala he he ye ku her roj be.
Tu nesekirînî, nan sela te napeje.
Tu poz bigirî, ruhe wî/ we ye bikise.
Tu qala ke bikî an li ber derî ye an ser xenî ye.
Tu tera xwe tirî digerî an, kustina nehtor digerî?
Tu tist naye ber çaven wî/ we.
Tu xwes mevan e, le ne tu mazuvan e.
Tuyî deve hev kirine.

 

 

V
Va dar, va birek
Va dil e, ne bilxur e.
Va ev ez, va ev jî kefene min.
Varik e, heke hesinî dike.
Ve ave guse guse, kes nabeje dewe min tirs e.
Vedikeve las e, radibe bas e.
Vî destî dide bi wî destî distîne.
Vî guhî dikeve, wî guhî re derdikeve.


W
War ew war e, le bihar ne ew bihar e.
Warin dewe min biken, ez jî herim dewe mîr bikem, bila mîr
kevnekiraseke
bide min.

Way tirmixa kure kere!
We ev hevira hin gelek ave hilîne.
Wek agire bin kaye.
Wek ase av li ser birî.
Wek ava arane.
Wek ava bin kaye ye.
Wek benîst pe ve dizeliqe.
Wek berfa spî.
Wek berxa ber bizine.
Wek berxa ber du maka.
Wek berxa ber guran.
Wek bizina ku li ber ecele xwe bireve.
Wek buka barane.
Wek çeleka ji ber golika xwe newan bibe.
Wek çeleka pel golika xwe bike.
Wek çeleka pel pizdana xwe bike.
Wek dela li ser tula.
Wek dela tu tulen we jî ber bigirî.
Wek desmala ser destan diguhure.
Wek deva du cîhî de be serjekirine.
Wek deva ji palane xwe bixwe.
Wek dîke bewext bang bide.
Wek dîware li ser buze.
Wek Eceme ku li çav penere ter bikeve.
Wek etîmen çav heke sor ketî.
Wek eyare genî ku bihn je be (te).
Wek feleka xapxapok.
Wek fira kewe.
Wek garise li ser defe.
Wek gawiran xebatkar e.
Wek gura diberî dikin.
Wek gure dev bi xwîn.
Wek gure di keriya mîhe de.
Wek gure di keviya mîhe de.
Wek guze bi jimaran.
Wek hespe Sidhana_ pas ve diçe.
Wek hirça birîndar.
Wek hirça deve geliyan.
Wek hîva çardeh salî.
Wek kefa deste xwe dizane (zanim).
Wek kefa deve seye har.
Wek kefa sabune.
Wek kere guh sist.
Wek kere ku ber ve gur bizire.
Wek kesteke hale kevir de bigirî.
Wek kevçiye nesustî xwe daveje nav.
Wek kevire bine bîre.
Wek kewen tiving li ser teqyayî.
Wek kore keç bikeve dest.
Wek kore riya kaniye nas kirî.
Wek kusiye ku qalike xwe qayîl nebe.
Wek liva nîsike, ne ber e, ne pist e.
Wek mar e, ne cîh e, ne war e.
Wek mara pe veda.
Wek mara, bi axe didebire.
Wek mare di tur de.
Wek mare pî di zik de.
Wek melaye nexeritandî._
Wek melaye nexwendî.
Wek mesa ku bikeve nav lepe kora.
Wek mesa ku li ser gamese dayne.
Wek mirîska melisok.
Wek miske ku tekeve qula mare res.
Wek muye ji mast bikisînî.
Wek pele nav gu ketî.
Wek peza ji kerî qetyayî.
Wek peza li ser diranekî biçere.
Wek pisîka pelur di ser de hursiyayî.
Wek roviye ku bendî punda mirîska bikeve.
Wek sere vepincirî.
Wek seye xwe ber barane sil bike.
Wek terale Bexdaye.
Wek teyre di mij de berî kewan de.
Wek zerika heke.
Weke guza kor e.
Weke ku tu pifî çire bikî u vemirînî.
Weke muma helandî (helya ye).
Weke nane sele du ru ye.
Weke pisîkan e, li ser piste nakeve.
Wekî hirç ji mese, derket çi ner çi me.
Wel axirî, wel aqubet.
Wexta ciwan bu ew bu çelenge siwara, wexta ku kal bu, ma li dewsa wara.

Wexta heye mevanî, wexta tunebe golikvanî.
Wexta kara ru digerîne, wexta sivre kevçiyan tîne (digerîne).
Wexta ku ez ciwan bum, bi tîr u kewan bum; ku ez kal bum, bendeware
nane
sikeva bum.

Wexta nîçîra min te guye tajiya min te.
Wexte gîha bu, kes ne xuya bu, dema bu firîk, Hemo u Heso bun sirîk.
Wey le min çav bi susek xwe ve mizdayî.
Wey li qune, way li meska dosafe.
Wez weze Musa ye, fel fele Firewun (e).
Wî li min daye, ew digirî.
Wî tim dewe tirs vexwariye, çi haya wî ji dine heye?
Wisa direje ku tastiya ewran dibe (dixwe).
Wisa qirej e, mar je vedirese.
Wisa sar e, wek suka sehare._

 

X
Xal Xidiro, hero li viro.
Xalan xwarzî rakirin, maman birazî winda kirin.
Xate wisa dibeje, hela ka Fate çi dibeje.
Xatiya Bihare, te gileya pener xware em tev derketin bihare.
Xelayî hatiye, tu camerî jî hilatiye?
Xeletî ji piçukan, efu kirin ji mezinan.
Xelk mal u dewlete çedike, ez u Androkoloze xwe tuj dikin.
Xelke gistî girtiye yare, bexte min rebenî tene buye hewar e.
Xelke ra gul e, ji min ra sil e.
Xelke re edet e, ji min re erbet e.
Xelke re masî giro, ji xwe re kusî giro.
Xelke re pirbejo ji min re ker u gejo.
Xelo, xellas!
Xema berfe ye ku debara kasiba tune.
Xema kor e, çira wesiya.
Xemla buka, buka çuka.
Xer ji xere derbas buye.
Xer u xwesî li te barî, kevir u kuçik li min barî.
Xera ku ji te te, bila ji Xwede be.
Xew nema li piçuka, abur nema li ruye buka.
Xew xwes e li çayire, ber zinaran, le wekî mar tune be.
Xewa pir giran, meriye pir nezan.
Xezale ji ber sikevlatoke, zozan li xwe heram kir.
Xistiye benîst, deve xwe de dicu.
Xofkeso, qeda peso.
Xort revîne kera, qîza gotin: „Ya me ma bi Xwede.“
Xurte ne bi male xwe.
Xwe bi sîreke te didî, bi heft pîvazan nikarî je xilas bikî.
Xwe bidî tîzan nedî tîzan, te bidî heqe guzan.
Xwe çedike, xwe pak dike.
Xwe da rîti bu digot: „Min bi rews bison.“
Xwe daye ber bere res.
Xwe di kara xwe de, ker di nav naxire de, tu dibejî: „Ha werin xwe, ha
werin
xwe!“

Xwe gir dikuje.
Xwe giran digire.
Xwe je re dagirtiye.
Xwe je re dike erd u xwelî.
Xwe ne ji dere dike, ne jî vange.
Xwe serîn dike.
Xwe vedigere.
Xwe weke baz e, le neçîra wî ji xelke ra ye.
Xwe winda kiriye.
Xwe zede dibîne.
Xwede beje kane, ez bejim hane.
Xwede bike, qule çi bike?
Xwede çiyan jî tene neke.
Xwede daye, mirde zaye.
Xwede dikare qir jî bike, pir jî bike.
Xwede diya meriya dide ser zereguniya, kere Same jî berdide ser.

Xwede felen mar dizane loma dest u pe kirine zik da.
Xwede gir bide te, neynuka jî ji te bistîne.
Xwede got: „Xwe bisitirîne ku ez stareke li ser te bikim.“
Xwede gotiye: „Dewara xwe bi lingekî gireide, se lingan jî bispere min.

Xwede gotiye: „Ka te eyba xwe vesartiye ku tu eyba hevale xwe dibejî?“

Xwede gotiye: „Xwe ji ber diyare ketî bidin alî.“
Xwede kor kiriye, pel agire sor kiriye.
Xwede ku da yekî, gere bizanibe bixwe.
Xwede ku mirov kor dike, mirov linge xwe li kodika xwe dixe.

Xwede mirov ji hespe peya neke, li kere siwar neke.
Xwede nede dijmine min.
Xwede nede serme.
Xwede wan (me, wî/ we) xwedî dike.
Xwedî kir bi deste xwe, kir emele sere xwe.
Xwediye fise bi xwe dihese.
Xwediye gost ji dizane gost heram e, xwediye pera jî zane pere qelp in.

Xwediye kela Potike, tu xwe baveje ser jinike, sibe rabe bike sîna ge,
çeleke u golike.

Xwediye mirîska, zîrç li enîske, were male bixwe zerhevrîska.

Xwediye sebre, mîre Misire.
Xwediye seve sev nexwariye.
Xwediye skure ew e.
Xwediye xanî deng nake, kirecî lev nake.
Xwelî li axe, çaxe piskul bu malxe.
Xwelî li wî serî, ewî ga da bi kerî.
Xwes xeber e, le min je ne bawer e.
Xwezî bi aqile pasîn.
Xwezî bi nave we ne di nav we.
Xwezî buka xelke xerîbama u min pesne mala bave xwe bida.

Xwezî mirin hebuya, kalbun u pîrbun tunebuya.
Xwezî sewiya, ne hewiya.
Xwezî virek bikira tirek ji pera bikira.
Xwezî xesu nebuna, buk bi dile xwe buna, qirç qirç benîste xwe bicuna.

Xwîn li ser de dikele.
Xwîn ser de hatiye.
Xwîn tijî çav(an) buye.
Xwîna xwe kiriye kevçî, raberî min dike.
Xwîne di ber neynukan de avet (avetiye).
Xwîne pe girtiye.

 


Y
Ya dile min bila dile min de bimîne.
Ya ji min we da, ye min te da.
Ya ku hat bîra min, hat sere min.
Ya ku xwede dizane çi ji qulan veserim?
Ya mera lehatin.
Ya zare te ji min re, ya dile te ji te re.
Yan eshed, yan nan u to.
Yan mam, yan xal.
Yare diya min yekbana mine bi dendiken behîva xwedî bikira.

Yare ji yare serm kir, warres ma.
Yare ji yare serm kir, zare kurîn di pesa xwe de nedît.
Ye bastir Behdîn e, ew jî hîz e, diz e u derewîn e.
Ye bi ar ji xwe fedî kir, ye bear got, ji min ditirse.
Ye bi dew çu ba ye be dew alîkarî xwest.
Ye birçî çu ciwate, ye tazî neçu.
Ye der hat ye hundir gewirand (qewitand).
Ye derewîn vala hilda, ye rast tijî hilda.
Ye dewletî keremke mele, ye kesib bimîne dere male.
Ye direve jî gazî Xwede dike, ye dide pey jî gazî Xwede dike.

Ye jinan hatin ber ara (agira), ye meran çun ber dîwaran.
Ye ku heviya yare ma, heft salan be jin ma.
Ye ku min hilnade terkiya hespe xwe ez hilnadim terkiya seye xwe.

Ye ku xebitî, nexelitî.
Ye ku xwe pesinî, tir te de nesekinî.
Ye ku zane ji xwe zane ye nizane dibe qey baqe nisîkan e.
Ye leheng (qehreman, xurt) ewe ku hesin sor bu, rahele.
Ye li bin deng nake, ye ser qare qar e.
Ye ser sekiniye, ye binî nasekine.
Ye te çilul u milul, ye min Xwede u Resul.
Yek bi male xwe, yek bi cane xwe.
Yek dimire, yek dimîne.
Yek e, le pir bi dendik e.
Yek heft salan be kiras ma, je re kiras kirîn got: „Zu bidirun“ u revî
ket
tendure.

Yek li xwe kire duda (duduya).
Yek merî, bi hezaran xiyal.
Yek sahide dehan e.
Yeke çav belek e, qijeleyî befeyde ye.
Yeke dilî, yeke zarî, bigire baveje nava narî (agirî).
Yekî aqil, yekî din, xwe dan muyekî neqetandin.
Yekî darek da yekî bi guliskeke
Yekî du gaye wî hebun, yek nediket hundir, yek jî ji hundir dernediket.

Yekî je distinî bi dehan je xelas nabî.
Yekî Qerazî, yekî Berazî, ji hevdu re bune xal u xwarzî.
Yekî ra jî ho, hezarî ra jî ho.
Yekî re gotin: „Tu bext dixwazî an text?“ Got: „Bext ku hebe, texte bi
xwe
be.“

Yekî re nifira dikî beje: „Xwede male te teke pere u pera jî di berika
teke.“
Yekta nebe, duta te ra nabe.

Z
Zad u ziwane tevli hev dike.
Zad zade miriyan e, gost goste sa ne. Got: „Xevzank bi xwe jî ji kîre
filan
e.“

Zane dawet e, le nizane mala ke ye.
Zar doste pist hisk.
Zaroyen du pinda, weke riya here du gunda.
Zavaye me çi zava ye, qîra sîr e li me geriya ye.
Zavaye me çi zava ye, teniya don e li me geriya ye.
Zebes e, dendik res e, çiqas xwes e.
Zer da bi zer, kirkirk jor de daser.
Zik li piste ve girtî ye.
Zik ter dibe sturiye xwe li kendalan dide.
Zik ter e, çav birçî ye.
Zik ter e, mil ser e.
Zik ter e, xew je re xer e.
Zik u pist buye yek.
Zike wî sen e. (sen buye)
Zikekî ter e, deh zikan birçî ye.
Zilam ji pîreke, gaye cot ji çeleke.
Zilam li ser kar e, pîrek li bin dar e.
Zilam zilam e, pîrek pîrek e.
Zilamek hebu, dema nane wî hebu dewe wî tunebu, dema dew hebu nan
tunebu;
dema herdu jî hebun ew ne li mal bu.

Zîlike bihare, debara male.
Zilm zilma Xwede ye, ferman fermana axe ye.
Zilmkaro, dinya xwaro.
Ziman girtî, ser rehetî.
Ziman sor e, hereket kor e.
Zimane mara ber derxist.
Zimane sor e, pesî (pesiye) ne geli ye ne zihor e.
Zimane wî nebuya, qijikan we çaven wî derxistina.
Zimane xwe birî, cîhe xwe kirî.
Zimano leq-leq, seriyo teq req.
Zivir zivir, dîsa li vir.
Zivistan hat birka_ feqîran teqiya.
Zor nagîheje kere, palan dikute.
Zor zane zer zane deve tivinga mor zane.
Zotike we/ wî ji sere hefte heft bave we/ wî zedetir e.
Zu bajo, hur bajo, dur bajo, ga meesîne.


_ Avamesya: Gundekî Bazîde ye.
_ Eliye Sino: Axaye gunde qereqoyîne ku giredaye Sewrege ye.
_ Evdilxebur: Asvanekî (qeras) li hela Tendureke.
_ kod: Di asan de ji bo pîvana genim te biranîn. Ji tenekekî hinkî
mezintir
e.
_ Çirnik: Ji bo sere kodek genim re derdana pîvana mafe qeras e.
_ Cucan: Gundekî Gîhadîne ku giredayî Agiriye ye.
_ seqelor, seqlor: Fekiyen xerabuyî
_ Kulîk: Prez, cihe ku xweliya ergun u gemare davejine.
_ Hedad: Hesinkar. Kesen ku piseye hesinkarî dikin.
_ Merzib; sîpik, oluk.
_ guhuj: aliç
_ Hes: Di herêma Xerzan de mirovên ku ji axayan re sewirmendiye dikin
ji wan
re te gotin.
_ Halhal: Pincareke xwarine ye li zonanan.
_ Qezwan: dara çame.
_ Lorik: Zarok.
_ klorîk: kulor……pasta
_ Mexîna: Gundekî li Uris e.
_ Gilgil: Zadek e. Disibe gîhaye gezî (melkes) an ji garisan. Le ji
garis
direjtir e. Ji ber ku li cihî demî hesîn dibe, di demen xelaye de te
çandin.
Zedetir li herema Dersîme te dîtin.
_ Navik avetin: Di çanda Kurdan de dema zarok nu ji dayik dibin, dorana
navika wan davejin nav pez, dibistan u hwd. Ji bo dema mezin bibe, bi

karî ve mijul bibe.
_ Horik: Gayen ku li pesiya gayen nîr tene qos kirin.
_ Hemzan u Meman: Gunden Tekmane ne.
_ Kelbes: Gîhayekî bi sitrî (kelem) ye.
_ Kel: Nîşangeh. Tiştê ji bo gule yan jî tistekî din têt lêxistin, armanc, hedef.
_ Seqa: Kesen ku ker u tisten hwd. tuj dikin.
_ Sana: Ciyê ku mêşê hinguv tê de hinguv çêdike (peteg).
_ Saf: Felç, şelêlbûn.
_ Sidhan: Gundê Kalik (Kahta) ku giredayî Semsûrê ye.
_ Nexeritandî: Rendenebûyî, perwerdenekirî, stûr.
_ Sehar: Quba sar, ciyê bi xwezayî qerisî.
_ Birk: Curn. Ciyê ku avê dixinê. (hewz)

GORAN CANDAN


Foundation For Kurdish Library & Museum

 

 

 

Roviyê bê dûvik

roviye be duvik

 

ROVIYÊ BÊ DÛVIK

Hebû tinebû.

Pîrek  û roviyek hebû.

Pîrê her roj bizina xwe didot, şîr datanî binê hêwanê û diçû mala cîranan. Heta vedigeriya, dihat dinêrî ku şîr tine ye.

 

Careke din bizina xwe dot, şîr danî cihê her roj, rahişt şûnik û xwe li pişt deriyî veşart. Hew nêrî ku roviyek hat, ket bin hêwanê, devê xwe kir hundirê satilê, şîr tev çelpand vexwar û kir derkeve biçe. Pîrê hema şûnik hil da û li roviyî da. Şûnik lê ket û dûvê roviyî ji kokê ve firand. Rovî bi zorê canê xwe xelas kir. Reviya, çû nava hevalên xwe.

 

Roviyên din tev, dest bi qerfan kir, keniyan û wan got:

– Rovîko, movîko, kanî dûviko ?

 

Rovî ji neçarî rabû, çû ber deriyê pîrê; û di dilê xwe de got: ‘An wê min bikuje yan jî wê dûvikê min bide.’

 

Pîrê jî dûvikê roviyî bi neqş û rengan, bi morî û mircanan xemilandibû û li hêwanê daliqandibû.

 

1- Rovî li ber pîrê rawestiya û got:

– Pîrê, pîrê dûvikê min bide. Ez herim, herim…

 

2- Pîrê got:

– Here şîrê min bîne… Ezê dûvikê te bidim te.

 

Rovî çû cem bizinê, got:

– Bizinê, bizinê şîr bide;

Şîr bidim pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

3- Bizinê got:

– Here ji min re çilo bîne. Ezê şîr bidim te.

 

Rovî çû cem darê, got:

– Darê, darê çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim Pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

4- Darê got:

– Here avê bîne, li koka min bike. Çilo bidim te.

 

Rovî çû cem kaniyê, got:

– Kaniyê, kaniyê, ka avê bide min,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

5- Kaniyê got:

– Here, bibêje keçikan, bila bên li dora min govendê bigirin, bilîzin. Ezê avê bidim te.

 

Rovî çû cem keçikan û got:

– Keçikino, keçikino,

Herin ser kaniyê, bigirin govendê,

Kanî avê bide min,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim..

 

6- Keçikan got:

– Em pêxwas in, here ji me re solan bîne. Em herin ber kaniyê, bigrin govendê.

 

Rovî çû cem ê solbend, got:

– Solbendo, solbendo solan bide,

Solan bidim keçikan,

Keçik herin ser kaniyê, bigrin govendê

Kanî avê bide,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

7- Solbendî got:

– Here heqê destê min, hêkan bîne. Ez solan bidim te.

 

Rovî çû cem mirîşkê, got:

– Mirîşkê, mirîşkê, ka hêkan bide,

Hêkan bidim solbendî,

Solbend solan bide,

Solan bidim keçikan,

Keçik herin ser kaniyê,

Kanî avê bide min,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

8- Mirîşkê got:

– Here ji min re zad bîne. Hêkan bidim te.

 

Rovî çû cem kewarê, got:

– Kewarê, kewarê, ka zad bide min,

Zad bidim mirîşkê,

Mirîşk hêkan bide min,

Hêkan bidim solbendî,

Solbend solan bide,

Solan bidim keçikan,

Keçik herin ser kaniyê, bigrin govendê

Kanî avê bide,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

9- Kewarê got:

– Dîwarê min hilweşiyaye, here hinek herî bîne pê çêbike, zad ji xwe re bibe.

 

Rovî çû cem erdê got:

– Erdê, erdê hinek herî bide min,

Herî bidim kewarê,

Kewar zad bide,

Zad bidim mirîşkê,

Mirîşk hêkan bide,

Hêkan bidim solbendî,

Solbend solan bide,

Solan bidim keçikan,

Keçik herin ser kaniyê, bigrin govendê,

Kanî avê bide,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

10- Erdê got:

– Tu çiqasî dixwazî ji xwe re hil de.

 

Rovî herî hil da û pê dîwarê kewarê çêkir,

Kewarê zad dayê,

Zad bir, da mirîşkê,

Mirîşkê hêk danê

Hêk bir dan solbendî,

Solbendî sol danê,

Sol bir, da keçikan,

Keçik çûn ser kaniyê, girtin govendê,

Kaniyê av dayê ,

Av bir da darê,

Darê çilo dayê,

Çilo bir da bizinê,

Bizinê şîr dayê,

Şîr bir da pîrê,

Pîrê jî dûvikê wî yê xemilandî, bi paş wî ve dirût.

 

Rovî şa bû, çû nav hevalên xwe. Hevalên wî li dora wî kom bûn. Dûvikê wî yê bedew dîtin, xwestin ew jî herin ji xwe re dûvikekî wisa bînin.

 

Lê roviyê bê dûvik mabû, qerf û tinazên wan ji bîr nekiribû. Dixwest heyfa xwe ji wan hilîne û ji wan re got:

– Hûn jî dixwazin dûvikê we mîna dûvikê min be?

 

11- Hemûyan got:

– Erê!

 

Roviyê bê dûvik mabû got:

– De ka bidin pey min.

 

Roviyê bê dûvik mabû, hemû roviyên din dan pey xwe, bir ber çemê nêzikî gund. Zivistan bû. Ava çem bi şev diqerisî. Rovî ji wan re got:

– Dûvikên xwe têxin nava avê, heta sibê. Sibê wê dûvikê we jî bibe wekî yê min.

 

Roviyên din tev dûvikên xwe kir nav avê. Heta sibê rawestiyan. Di wê sermaya zivistanê de dûvikên wan di nava cemedê de qerisî; bûn wek kevir.

 

Roviyê me jî ji qestî çû ket nava gund. Kûçikên gund pê hisand, ew dan pey xwe û berê xwe da çem. Çû xwe li ber zinarekî veşart û li wan nêrî. Kûçikên gund ên şivanan li roviyên nava çem qelibîn. Ji roviyên nava çem hinekan dûvikê xwe qetandin û hinek jî reviyan xwe bi zorê xelas kirin. Tişta nebûyî, hat serê roviyan. Roviyê me yê bê dûvik mabû jî ji dûr ve li wan dinêrî û dikeniya û digot:

– Rovîkino, movikino, kanî dûvikino?…

Wateya ziman û çanda welêt ji bo we çi ye?

Ziman û çanda welêt ji bo we çi tîne ser zimên: di hest û ramanên we de, di hiş û mejiyê we de, di dil û hinava we de?

Ziman çi ye û çand çi ye?

Mirov ziman û çandê nikare ji hev bide cudakirin. Yek li ser yekê tê sazkirin ango yek di nava yekê de ye. Çand awayê jiyana gelekî ye, ziman jî navgîna pêkanîna vê ye. Mirov çanda xwe bi zimanê xwe tîne ser zimên. Çand dide diyarkirin bê ew gel bi çi şa dibe, xemgîn dibe, dikene ango digirî. Ji rabûn û rûniştinê heta silavdayînê, ji awayê meşê heta awayê reqs û dîlanê, ji awayê dawetan heta şîngirtin û çûna ser goristanê tev dikevin nava çandê. Û gel van çalakiyan tev bi zimanê xwe dike, kurdek bi kurdî dikene û digirî, erebek bi erebî, farisek bi farisî, îngilîzek bi îngilîzî…

Ez dixwazim li vê derê hinekî bi gelemperî çand çi ye, têkiliyên di navbera çandan de divê çawa bin û çanda kurdan çawa ye bi we bidim nasandin.

 

 

ÇEND PEYV LI SER ÇANDA ME

 

-1-

 

1- Têgiha Mirov

 

Mirov heyîneke civakî ye. Mirov ji bo bikaribe jiyan bike, pêdiviyê bi mirovên din dibihîse. Mirov tenê dikare di nava civakê de jiyan bike. Ger demeke dûvdirêj bi tena serê xwe bimîne, ji asta tê de ye wê paş de bikeve. Ji bo vê sedemê jî ‘Mirov heyîneke civakî ye’.

Mirov heyîneke wiha ye ku him berheman diafirîne, çêdike, him jî xweza û derdorê li gorî pêdiviyên xwe diguherîne. Mirov dihizire û tişta dihizire bi axaftinê dide kesên li derdora xwe. Mirov plan û xeyalan çêdike; çanda mîratî diafirîne û vê yekê wekî mîratekê ji bo nivşên piştî xwe dihêle. Bi vê mîratê jî him dîrokê çêdike, him jî dibe heyîneke çarenûsa xwe bi xwe diyar dike.

Mirov destpêkê bi kar, xebat û hilberînê ji heyînên din cuda dibe. Mirov wekî ajalan (heywanan) bi xwarina tiştên amade yên di xwezayê de, jiyan nake. Berûvajî vê, bi xebat û hilberînê, xwezaya tê de dijî, bi awayekî ji pêdiviyên wî/wê re bibe bersiv diguherîne û wiha jiyan dike.

Mirov di cewher û watedariyê de ji ajalan cuda dibe. Mirov dikare vê cudahiya di navbera mirov û ajalan de, wiha rave bike:

Her lebateke (organ) ajalan, li gorî derdorekê teşe girtiye. Lê belê ti lebateke mirov li gorî derdorê teşe nagre. Dema mirov lebateke ajalekê bigre dest, ji wê lebatê, dikare derdora ew ajal tê de jiyan dike binase. Dîsa tiştên dixwe û dijminên bi wana re rû bi rû ye jî dikare ji lebatên wê binase.

Mînak; teyrê hêştirme ji bo cihê safir(step), lê qird (şempanze) ji bo daristanan teşe girtine. Bes dema mirov li laş û libatên mirovan binêre, tiştekî bi xwezayê re bûye yek nabîne.

Mînak; derveyî mirovan hemû heyînên di serdema qeşayê de bi mû ango bi pirç bûn. Mirov di vê demê de ne xwediyê pirçeke ji sermayê were parastin e. Ji vê yekê ev encam derdikeve:

Mirov jiyana xwe ne deyndarê tevgera li gorî mercên derdorê ye. Lê belê mirov jiyana xwe deyndarê taybetmendiyên mirovî yên bi civakê re, derdorê li gorî pêdiviyên xwe dide tevgerkirin e.

 

2 -Têgiha Mirovahî

 

Mirovahî; têgiheke vegotina tevahiya mirovan e. Tevahiya mirovên di demên berê de jiyan kirine, yên di dema me de jiyan dikin û yên di demên pêş de wê jiyan bikin, tev dikevin nava vê têgihê. Têgiha mirovahî ji me re, tevahiya nirx û taybetmendiyên mirov kirine mirov vedibêje.

Mirovahî, taybetmendiyeke hevbeş e ku tevahiya mirovan parve dikin. Di hundirê vê têgehê de, qasî aliyên cudabûna ji hev a mirovan, aliyên bi hev re dibin yek jî hene. Di navbera mirovan de nirx û taybetmendiyên wekî hezkarî, pakî, xweşikî, kirêtî, nebaşî û başî wana dibe rewşeke ji hev cuda. Lê, xwedîbûna giştiya van nirx û taybetmendiyan jî têgiha mirovahiyê tîne ser ziman. Ev tev nirx û taybetmendiyên hevpar ên mirovahiyê ne; ji ber ku mirovahî bi tevahî qenc ango bi tevahî xerab nabe. Mirovahî kombûna qencî û xerabiyê ye.

 

3- Di Pêşveçûna Mirov De Rola Kedê

 

Antropolojî wekî şaxekî zanistê ku mirovan lêkolîn dike, tê nasîn. Di derbarê çêbûna mirov a cara yekem de lêkolînan dike û encaman jê derdixe. Pirsa ‘Mirov çawa ji keriyê ajalan veqetiyaye?’ dibersivîne. Di encama lêkolînan de derdixe holê ku mirov bi kedê ji heyînên din vediqete û guhertina ber bi mirovî ve jiyan dike. Mirov bi têkoşîndayîna li hemberî xwezayê, bi kar û xebata guhertina xwezayê ya li gorî pêdiviyên xwe yên jiyanî û bi keda destê xwe afirandina berheman bûye mirov ku ev tev hêz didin mejiyê wî/wê û hêz ji mejiyê wî/wê digrin û wiha hev li pêş dixin, diguherînin.

Derveyî mirovan, tevahiya heyînên din, xweza çi bide wana bi wê yekê xwe têr dibînin. Mînak; teyrekî laşxur nahizire ku li cihê lapûşkên xwe, kevirekî heste bi kar bîne û goşt parçe bike, yan jî nafikire şûna laşê mirî goştê teze ango biraştî bixwe. Ji ber vê yekê jî her wekî teyr maye û her laşxur maye. Lê mirov ne wiha ye; ji ber vê jî ji ajalan veqetiya ye û bûye mirov. Ji bo guhertina xwezayê mirov alav(hacet/alet)an çêdike. Çêkirina alavan bi keda mirov çêdibe û mirov bi rêka alavan dikare di xwezayê de guhertinan çêbike û bi van guhertinan jî rêka jiyanê ji xwe re vedike. Bêguman mirov destpêkê alav çênekirine û pişt re li gorî wan alavan kar nedîtine. Berûvajî vê her ku karek hatiye pêşiya wî/wê ji bo di wî karî de bikaribe bi serkeve, pêdivî bi çêkirina alavekê dîtiye. Bi kinahî pêdiviyên mirov ên jiyanî û karê ji van pêdiviyan derketiye, keda ji bo bi serxistina van karan hatiye rijandin mirov kiriye mirov.

 

4- Têgiha Mîratê Hevbeş

 

Mirovê yekem (ê destpêkê) di cîhanê de dema dest bi berdewamkirina jiyana xwe dike, xwe di nava derfetên pir zor û zahmet ên jiyanê de dibîne. Mirovê yekem ne xwediyê lapûşkên bi kêrî nêçîrê bên, ne xwediyê masûlkeyên zora wehşan bibe, ne jî xwediyê postekî stûr û bi pirç e ku wî ji sermayê biparêze. Mirov van lawaztiyên xwe, bi ramandina mejiyê xwe, bi rijandina keda destê xwe û bi diyarkirina jêhatiniyên xwe derbas dike.

Mirov bi rijandina keda destê xwe û bikaranîna mejiyê xwe dikarîbû alavan çêbike û bi van alavan ajalê deh tax jê xurtir û bi hêztir bikuje û ji xwe re bike xwarin û postê wê li xwe bike ku xwe ji sermayê biparêze. Her mirovek çav li mirovê din ket, her mirovek alîkarî da mirovê din, her mirovekî alava çêkiriye nîşanî mirovê din da, her mirovek jêhatiniya xwe li ser karê mirovê/a berya xwe zêde kir û bi vî awahî di alavan de û di rêbazên jiyankirinê de li pêş ketin.

Hiş, zanîn û karkirina mirov her roj bi mirov re hêz û xwesteka afirandina tiştên nû li pêş dixist. Mirov her ku li pêş diket, xwesteka wî/wê ya naskirina xwezayê jî li pêş diket. Dixwest derdora xwe, cihên dûrî derdora xwe binase. Her şev dema xwe dirêj dikir û berê wî/wê diket ezmên, dixwest wateyê bide çirayên di kûrahiya ezmanê bê serûber de pêketîne û dîsa dema dadiket ber behrê, dixwest wê û ajalên tê de dijîn binase. Ev yek jî mereqa fêrbûn û nasînê pê re li pêş dixist û cihê nikarîbû bi meşê xwe bigîhêneyê dixwest bi xeyalên xwe biçe wir.

Mirov kar, jiyan û xeyalên xwe -ku di nava van kar û xeyalan de qasî pevçûn û zahmetiyan, hezkirin û xweşî jî hebûn- xwest li ser latan, li ser dîwarên şikeftên tê de jiyan dike biresimîne ku nivşên piştî wî werin bizanibin çi jiyan kiriye. Hinek mirov jî bi alavên tûj, ji xeyalên xwe dar û kevirên nexşandî çêkirin û dil ketin van berhemên xwe…

Mirovê destpêkê ji bo pêdiviyên xwe gelek tiştên dikirin bi nezanbûn li gorî ceribandinan dikirin. Mînak: Bê ku zanibin çima dar li ser avê dimîne û noqî binê avê nabe, keştî li ber daran çêkirin û bi wana ji cihekî derbasî cihekî bûn. Ji bo gîhiştina zanîna vê yekê divîbû tecrubeyên bi hezaran mirovan komî ser hev bibaya û ji bo vê jî bi hezarên salan derbas bibaya.

Mirov bi kombûna zanistên hev bûye mirov. Ji bo vê, zanîna mirov kombûna zanîna giştiya mirovahiyê ye. Di cîhanê de ji roja yekem heta roja me ti netewek bi tena serê xwe nehiziriye û her tişt bi tena serê xwe neafirandiye. Her nivşê mirov zanîna xwe derbasî nivşê bi pey xwe re bê kiriye, her girse, her netew bi rêka têkiliyên xwe yên bi girse yan netewa cînarê xwe re tişta dizanin ji wan girtiye û tişte dizane daye wana û bi vî awahî bi danûsitendina zanînê, li pêş ketine. Hemû zanist, ol, çand, huner û nirxên mirov kirine mirov, tev, di encama hewildanên giştiya mirovên ji roja yekem heta roja me jiyane de, komî ser hev bûne. Îroj dema mirov qala asta zanista xwe, jêhatiniya xwe, pêşketina xwe, hunera xwe dike; tê zanîn ku ev tê wateya qala kombûna zanist, jêhatinî, pêşketin û hunera giştiya mirovahiyê dike. Mirov ji roja yekem heta roja me ev nirx tev ji yên pey xwe re mîrate hişt ku îroj em gîhiştine vê astê. Ger mîratehiştina mirovan tineba, îroj mirovahî jî wê tinebaya.

Ji giştiya mîratên hevbeş ên mirovahiyê re şaristanî tê gotin ku ev jî ji zanist, çand wêje, huner, û nêrînên mirov tê.

 

-2-

 

TÊKILIYÊN CIVAKÊ BI ÇAND Û HUNERÊ RE

 

1- Têgiha Civak

 

Ji derdora mirov lê jiyan dike re civak tê gotin.Yanê civak ji mirovan pêk tê. Civakîbûna mirov di pêvajoya peresendbûna wî/wê ya destpêkê de bi berhemkariyê destpê dike. Mirovê berheman çêdike, van berheman bi derdora xwe re parve dike, ev yek jî wî dibe civakîbûnê û her ku diçe bi yekbûna li derdora nirxên hevbeş ên komikên mirovan û bi derbasbûna jiyaneke niştecî re civakîbûn li pêş dikeve. Komên mirovan ên tên cem hev bi afirandina alavan, bi zanistî armanckirina xebateke hevbeş bi himzayendên(hemcins) xwe re û jiyankirina bi hev re, civakê pêk tînin. Mirov alavên karkirinê bi awayeke zanistî û hevbeş li derdora armanceke diyar pêk tînin, ev yek wana tîne cem hev, têkiliya wana bi hev re çêdike û ji encama vî karê ku bi hev re dikin, ji bo jiyankirina bi hev re berhemeke hevbeş dedixin holê. Her çiqasî komikên mirovan bi zanistî hatine cem hev jî, tê zanîn ku ev yek ji pêwîstiya peydekirina pêdiviyên jiyanê tê. Mirov bi tena xwe li hemberî xweza û jiyanê, lewazbûna xwe dibîne û ji bo derbaskirina vê lawazbûnê, rêka bihêzbûnê di hatina gel hev de dibîne. Hatina gel hev a li ser armancekê jî, bi awayekî xwezayî mirovan ber bi civakîbûnê ve dibe. Di vê yekê de bicihbûn ango niştecihî weyneke girîng dileyîze. Yanî civakîbûn bi derbasbûna şaristaniyê destpêdike û her ku şaristanî li pêş dikeve asta civakîbûnê jî pêş de diçe.

 

2- Têkiliya Di Navbera Civak Û Çandê De

 

Her civakek xwediyê yekîtiyeke çandî ya hevbeş e. Ev yekîtiya çandî, nasnameya çandî ya wê civakê tîne holê. Nasnameya çandî bi ziman û jiyaneke xwedî war li pêş dikeve. Nasnameya civakî jî, nasnameya ku di gelbûna civakê de mirov (ango kes) û civak bi dest dixe ye.

Nasnameya çandî van grîngiyan hildigre nava xwe: Jiyankirina li ser heman xakê, axaftina bi heman zimanî, xwedîbûna heman kevneşopî ango irf û adetan, li hemberî jiyankirina xweşî û nexweşiyan xwedîbûna giyaneke hevpar, kombûna li derdora heman nirxên folklorî, û ji vana tevan tamsitendin. Ger di civakan de nasnameya çandî ya hevbeş çênebûba, wê dîrokeke wan a kombûna xerabî û başiyê jî çênebûba. Wê demê bi hev re li ser mijarekê gengeşîkirin û nivîsandin jî çênedibû.

Nirxên hevbeş ên mirovan di yek ahengê de digrin û yekîtiya wana çêdikin ziman, folklor, nirxên geliêrî -yên netewî, nirxên wekî ol, mezhep û hwd. in. Bi vê sedemê çêbûna nirxên netewî bi carekê re derneketiye holê. Mirov ji bo berdewamkirina jiyana xwe û ya civaka tê de dijî, li hemberî xwezayê di şerê hilberînê de ji pirsgirêkên bi wana re rû bi rû maye, ji pêşveçûnên jiyan kiriye bi bandor bûye û bandora xwe li ser wana çêkiriye û bi vî awayî nasnameya çandî afirandiye û li pêş xistiye.

 

3- Têkiliya Di Navbera Civak Û Hunerê De

 

Huner; bi sûdgirtina ji alavên di xwezayê de, hest, raman û têgîhiştinên mirov bi awayekî bangî giyana mirov bike vegotin û ravekirin e. Huner, li ser pêşveçûnên ramyarî, civakî, aborî û çandî çêdibe û bi pêş ve diçe. Pergala herî bingehîn a ravekirin û vegotina hunerê, ziman e. Ziman ji bo derxistina derve ya nêrîna mirov alavek herî grîng e ku di çêkirina hunerê de jî vê weynê dileyize. Di cîvakîbûnê de û di pêşveçûna civakê de huner xwediyê weyneke devjênayêberdan e. Mirov dema bi polîtîka û zanînê pirsgirêkên li hemberî xwezayê nikarin tam çareser bikin, serî li hunerê didin. Huner rasterast bangî giyan û arîşeniya mirov dike. Xwezaya mirov tenê ji zanîn û pêzeyê(madde) pêk nehatiye; qasî wê, ji hest û arîşeniyê pêk tê. Bi vê sedemê di giyana mirov de cihê bi xebatên rasterast nayê dagirtin, bi xebatên hunerî tên têrkirin. Bi vê sedemê têrbûna ji dîmeneke xweşik bi çavên xwe, ji helbest an straneke xweş bi guhên xwe, ji destan, roman an axaftineke xweş û balkêş bi xwendina xwe bigre, ji rasterast rûbirûmayîna wan tiştan bêhtir dikare bi bandor be û ev jî wekî huner tê binavkirin.

Çawa ku Çanda Gelê Kurd -û di nava vê çandê de hunera Gelê Kurd- di rastiyê de xwediyê dîrokek ji destpêka bicihbûna mirov heta roja me ye û bi vê yekê kombûneke gelekî mezin di xwe de çêkiriye, ewqasî jî bi tinekirinan re rû bi rû maye. Çanda Kurd, di seranseriya dîrokê de ewqasî li hemberî êrîş, talan û qedexekirinan rast hatiye ku derfet nedîtiye pêşketina pêwîst jiyan bike. Çanda Gelê Kurd çiqasî bi êrîş û talankariyê re rûbirû hatibe, ji vê yekê para herî zêde jî ji ber ku pir dewlemend e, hunerê girtiye. Dagirker û desthilatdarên Kurdistanê bi talankeriya çand û hunera Gelê Kurd xwestine wê bê tama arîşenî bihêlin, wiha ziwa bikin û ji rehên wê biqetînin. Heta demekê di vî warî de gavên berçav jî avêtin, lê belê bi destpêkirina Têkoşîna Azadî û Rizgariya Kelê Kurd wekî filitandina hemû nirxên netewî ji destê dagirker û desthilatdaran, di warê çand û hunerê de jî filitandinekê dest pê kir. Gel derfeta careke din jiyankirin û xwedîlêderketina çand û hunera xwe dît. Kêm kêm qasî ronesansekê di vî warî de xwedîlêderketina çand û hunera xwe jiyan kir û hê jî jiyan dike.

 

4- Civak û Exlaq

 

Civak ji bo bikaribe bi asayî hemû mirovên tê de jiyan dikin bimeşîne, rêzik û zagonên jiyana hevbeş diafirîne. Ev rêzik û zagonên ji awayê jiyanê û têkiliyên di navbera mirovan de tên û hevpar in wekî exlaq tên nasîn. Di her civakê de rêzik û zagonên nivîskî yên dadî yên rêvebirina mirovan hene, lê rêzik û zagonên ehlaqî di ser van re ne û bêhtir bi awayeke giyanî tên zanîn. Di civakên bi dadmendî tevdigerin de rêzik û zagonên rêvebirina mirovan ji van rêzik û zagonên exlaqî yên di nava jiyana hevpar de bi sedsalan bi pejirandina giştiya mirovên civakê derketine holê tên girtin.

Exlaq di civakê de ne raweste ye; bi pêşketin û ronahîbûna civakê re ew jî xwe nû dike, pêşdetir dibe. Rêzik û zagonên exlaqê, ji berpirsyariyên mirov ên li hemberî civakê û berpirsyariya civakê ya li hemberî mirovên xwe derdikeve holê û ev berpirsyariya beramberî dema xera dibe, di civakê de tevlihevî û alozî derdikeve holê. Borandina vê alozî û tevliheviyê tenê bi serûbinbûna civakê û gîhiştina rêzik û zagonên nû ên civakî û kesî dikare pêk were.

Exlaq di civakê de bi tena serê xwe nayê destgirtin. Têkilî û girêdana wê ya xurt bi bîrdozî, rêzanî û avahiya jêrîn a civakê re heye. Bi guhertina van nirxan, exlaq jî guhertinê jiyan dike. Exlaq, guhertina herî mezin û pêşketî jî di demên şoreşên civakî de jiyan dike.

Ger ji bo Kurdistanê em mînak bidin; di bin tarîtiya bîrdoziya teslîmkarî ya îslamiyetê û di bin polîtîkayên înkar û tinekariya dagirkerî de Gelê Kurd ji pîvanên hevpar ên exlaqî bi salan hatibû dûrxistin. Tê zanîn ku di civakên li ser xwe de xiyanet; tawaneke herî xerab a ji aliyê civakê nayê pejirandin e û bi vê sedemê wekî bêexlaqiya herî mezin tê binavkirin. Lê bîrdoziya îslamiyetê û dagirkeriyê wiha bi serê mirovê Kurd de anîbû ku Erebbûn, Farisbûn, Tirkbûn û xweînkarkirin ji xwe re wekî rêka rizgariyê didît. Ji civaka xwe dûrketin ne wekî bêexlaqîbûnê, wekî rûmetbûnê dihat hesibandin ku ev yek di rastiyê de kûrbûna di jirêderketinê de a mirovê kurd û civaka kurd diyar dikir.

Ev yek jî bi Têkoşîna Rizgariya Netewî hat sererastkirin û mirovê kurd, civaka kurd careke din vegeriya ser rastiya xwedîderketina li nirxên xwe yên netewî, gelêrî û dîrokî. Ev pêvajoya vegera ser pîvanên exlaqê xwe hê jî didome. Di Kurdîstanê de ji ber ku pîvanên exlaqî zêde hatibûn çewtkirin û berûvajîkirin, têkoşîna sîh salan ji bo hemû kesî têrê nekir ku bigîhêjin exlaqê nû yê têkoşerên azadî û rizgariyê ji bo Gelê Kurd diafirînin. Lê giraniya civakê ketiye ser vê rêkê û ev jî ji bo Gelê Kurd ne tiştekî hindikê. Mirov destkeftiyên di vî warî de ji bo rast binirxîne divê pîvana têkçûna dema borî ya di vî warî de baş bizanibe. Şehîdê Nemir Mûsa Anter herdem digot; “Apo dibêje me ev têkoşîn ji sifrê da destpêkirin. Rast e. Lê gelo tê zanîn ku me ji binê sifrê bi çiqasî aniye heta sifrê?”

Ev vegotin jî diyar dike ku asta ketina exlaqî ya civaka Kurd di bin tarîtiya dagirkeriyê de daketibû binê sifrê. Îroj ev qeder hatiye çirandin û di rêka pîvanên exlaqî yên li xwe û li nirxên xwe xwedîderketinê jimarên di ser sifrê de her roj bilindtir û girstir dibin.

 

-3-

 

MÎRATÊ MIROVAHIYÊ DI WARÊ HUNER, NÊRÎN Û ZANISTÊ DE

 

Mirovahî xwediyê mîratekî hevbeş e. Çand, ziman, zanist, huner, nêrîn, wêje her çiqasî di hundirê xwe de cudahiyekê hilgire jî, ger mirov ji asta gîhiştiyê bi paş de rêyeke dûvdirêj bimeşe, dikare di nava vana de hest, raman, nêrîn, kêfxweşî, şahî, alozî, êş û nexweşiyên hevpar ên giştiya mirovahiyê bibîne. Tê zanîn ku zanist, huner, wêje û çanda Roma û Helen li ser zanist, huner, wêje û çanda Mezopotamya û Misirê li pêş dikeve û li ser vê jî ya Rojava bilind dibe. Dema mirov pirtûkên olî û destanên Berya Zayînê yên van civakan lêkolîn dike aliyên wan ên ji hev girtine û parvekirine bi hêsanî dikare bibîne.

 

1- Mîratê Hunerî

 

Bi afiranêriya jêhatiniya mirov, ravekirina hestekê, nêrînekê, xweşikbûnekê û balkêşiya bûyerekê wekî Huner tê zanîn. Dema mirov qala hunerê dike, di serî de mûzîk, weneyên bi dest, çêkirina peykeran û mîmarî tê bîra mirov. Her yek ji vana şaxekî hunerê ye û giştiya van şaxan a di hemû civakan de kombûna mîratê hunerî yê mirovahiyê rave dike.

Ev mîrat ji Berya Zayînê bi sê hezar salan bi bicihbûna mirovan a li derdora Dîcle û Firat a Mezopotamya, Nîla Misrê û Îndus a Çînê dest pê dike û heta roja me tê.

Mezopotamya wekî warê destpêkê yê bicihbûna mirov tê zanîn. Mirov ji jiyana wekî keriyên ajalan, bi bicihbûna li ser xakên di navbera Dîjle û Firat de rizgar dibe. Cara yekem li ser vê xakê dibe civat û ber bi civakbûnê ve diçe. Çandiniya yekem, kedîkirina yekem, hilberîna yekem li ser vê xakê pêk tîne. Ji bo vê êş û kêfxweşiya yekem jî li ser vê xakê jiyan dike. Bi vê sedemê jî ji vê têkoşîn û jêhatiniya xwe ya yekem derxistina mûzîk, wêne, peyker û mîmariya yekem jî dîsa cara yekemli ser vê xakê destpê dike.

Nîşaneya van pêşketinan jî, afirandina nivîsandina yekem a li ser vê xakê ye. Li jora xaka Mezopotamya serdema Neolîtîk, li jêra wê jî serdema şaristaniyê wiha destpê dike.

Sumeriyên li Mezopotamya Jêrîn bicih bûne ji afirandêriya serdema neolîtîk a Mezopotamya Jorîn bi bandor dibin û bi çêkirina cokên avê, çandiniyê pêş ve dibin. Pêşvebirina çandiniyê zêdebûna hilberînê, ev yek jî kombûna mirovan a li derdora vê hilberînê bi xwe re tîne. Li ser vî bingehî bajar û jiyana bajartî derdikeve holê. Bi jiyana bajartî re çêkirina perestgehên despêkê yên wekî zîgûratan tên binavkirin, peykerên wekî Xweda tên pejirandin, kerpîç û seramîkên di lêkirina avahiyan de tên bikaranîn û hwd. derdikevin holê. Bi hatina cem hev a gelek mirovan ji hev re gotina nêrîn, dîtin, serpêhatî û bîranînên xwe, vegotina hest, raman, hêvî û xeyalên xwe, bi awayekî stranbêjî ravekirina van, resmandina van ango xêzkirina van tev hunera wê girse ango civata hatiye cem hev saz dike ku ev jî dibe kevireke bingehîn a dewlemendiya mîratê wê civakê û bêguman a mirovahiyê.

Piştî Mezopotamya bi demekê li Misrê, li derdora çemê Nîlê li ser mîratê pêkhatî bi çêkirina pîramîdan dewlemendkirina hunerê mirov tê dîtin. Pîramîd hunereke wiha giranbuha ye ku heta roja me hebûna xwe domandiye. Dema ev huner bi kevirên granîtê hatin hûnandin mirovan wiha bawer dikirin ku wê ji key û fîrawûnan re bimînin. Lê di roja me de tê zanîn ku pîramîd û avahiyên li derdorê ji bo fîrawûnan hatine lêkirin tev bermahiyên hunera mirovahiyê ne ku di roja me de jî vê balkêşî û nirxdariya xwe diparêzin.

Dema mirov li bicihbûna yekem û avakirina bajarên yekem dinere, dibîne ku li derdora çemên mezin û li ser rêkên bazirganiyê çêbûne. Ev yek jî ji bo danûstendina di navbera civatan de hêsaniyekê çêdike. Civat bi hêsanî dikarin xwe bigîhênin hev û ceribandin û zanînên xwe parve bikin. Dema bazirganek ji bajarekî derbasî bajarekî din dibe bi xwe re ne tenê alavên wî bajarî, çand, huner, asta zanistî, ziman, kevneşopî, pîvanên exlaqî, bîrûbawerî û hwd. ên wî bajarî jî dibe. Wekî din bi rêka alavên difroşe jî gelek nêrînên di derbarê bajarê xwe de derbasî bajarekî din dike û di encamê de ji bajarên lê digere jî tîne bajarê xwe. Ev yek di navbera civatan de çûnûhatina hunerê li pêş dixwe û bi vê sedemê bi dilrehetî mirov dikare bêje ku di hunera her civatê de çirûskek ji civatên din heye.

Li ser xaka Mezopotamya dema mirov qala hunera Kurdan dike, Berya Zayînê Zerdeşt û nivîsa wî ya Zend Awesta, Piştî Zayînê jî hunermendên wekî Ehmedê Xanî bi destana Mem û Zîn, pişt re Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî tê ser ziman. Bêguman berya van hunermendan jî gelek huner derketine holê û bermayên wan bi salan hebûna xwe domandine, lê ji sedema ku Kurdistan welateke herdem di nava pîkola dagirkeran de maye û her bi hilweşandin û şewitandinan re rû bi rû maye, ji van bermahiyan kêmek ji wana xwe gîhandine roja me. Yên bi kotekî xwe gîhandine roja me jî bi destê dagirkeriyê di roja me de wekî Samsatê hatin binavkirin û wekî Heskîfê li hemberî binavkirinê li ber xwe didin. Lê em ji kûrbûna dîroka xwe dizanin ku mirovahî cara yekem hest, êş û kêfxweşiyên xwe li ser vê xaka dergûşa mirovahiyê bi awayeke hunerî anîne ser ziman; destana yekem, strana yekem, helbesta yekem, lorîka yekem li ser vê xakê hatiye vegotin…

Di seranseriya dîrokê de çand û hunera gelek civat an welatan bi talankerî û êrîşên xerakirinê re rû bi rû mane. Gelek bajar hene ku tev li her tiştên xwe hatine şewitandin û pişt re ji nû ve hatine avakirin û dîsa hatine şewitandin, dîsa hatine avakirin. Lê ti huner û çand qasî ya Kurdistanê bi şewitandin, hilweşandin û talankirinê re rû bi rû nemaye. Çand û hunera Kurd a ji ber şewitandin û hilweşandina şerên li ser Kurdistanê çêbûne filitîye jî bi destê dagirkeriyê hatiye talankirin. Îroj li mûzîkên desthilatdarên Kurdistan dagir kirine binêrin tev ji nava gel hatine dizîn û li gorî xwe guhertine. Çi trajîk e ku ev yek pirahî bi destê Kurdên ji exlaqê civaka xwe dûr ketine hatiye meşandin û hîn jî tê meşandin. Di roja me de nû bi nû hunermendên Kurd derdikevin ser dikê û dibêjin; ‘Ez jî Kurd im, dixwazim straneke bi Kurdî bêjim.’

Di encama têkoşîna sîh salan de canên hatine dayîn, xwîna hatiye rijandin bi kotekî hunermendên me anîn warekî ku vegerin ser rastiya xwe. Ev jî pêşketineke gelekî mezin e. Ji dizîkirina hunera xwe ya ji bo dijmin, vegera qadeke xwedîderketina li hunera xwe pêşketineke ne biçûk e. Lê di warê xwedîderketina li mîratê xwe yê hunerî de hîn jî pêwîst e têkoşîneke dijwar û dûvdirêj were meşandin. Mîratê hunerî yê Gelê Kurd ewqasî hatiye talankirin, dizîn û veşartin ku çi li ku derê ye, ji aliyê kê ve hatiye dizîn û birin tenê bi lêkolînekê dernakeve holê; divê talanker û diz li xwe mukir werin ku mirov bikaribe rastiyê bi tevahî ronahî bike.

Di van salên dawî de bi sazîbûna civaka Kurd di vî warî de gav tên avêtin. Di warê ziman, çand, wêje û hunerê de pêwîstî bi sazkirina akademiyên lêkolîn û parastinê hene. Dîsa divê bandora dagirkeriyê li ser civakê û van saziyan û li ser vê mîratê rabe ku bikaribe bi vejînekê xwe nû bike û di coka xwe de bi dilê xwe biherike.

 

2- Mîratê Ziman û Nêrînê

 

Mirovê destpêkê ne xwediyê ziman(language) û nêrînê bû. Ev her du mîrat bi ceribandin û kombûna jiyankirina di nava civakê de ya bi hezarên salan çûbûne. Ziman û nêrîn taybetmendiyên yekem ên mirov kiriye mirov in. Zindiyê/a yekem a ji cîhanê re vebûye ango têkiliyên xwe bi zindiyên dûrî xwe re çêkiriye mirov e. Ev vebûn û têkilî jî bi rêka ziman û nêrînê hatiye çêkirin. Di vir de nêrîn; watedayîna tişt û bûyerên di xwezayê de vedibêje. Ziman jî anîna van a holê ya bi dengderxistina watedar e.

Ji roja ku mirov zimanê xwe weke alaveke ragîhandinê pêk aniye, di navbera mirovan de gengeşî û diyalektîkeke nipûnû destpê kiriye. Ev gengeşî û diyalektîk di navbera dema borî û ya dema bê de pirekê ava dike, wana digîhîne hev. Derveyî mirovan ti zindî ango heyîne serpêhatiya xwe nizane û di derbarê pêşeroja xwe de nikare xeyal û planan çêbike, ango ger çêdike jî ji sedema ku nikare vana pêkbîne û ji zindiyeke din re bîne ser ziman ti wateya xwe nîne. Lê mirov dikare bi rêka nêrîna xwe xeyal bike û van xeyalên xwe bi rêka zimanê xwe bi zindiyên din re parve bike. Bi vê sedemê di navbera nêrîn û ziman de têkiliyeke xurt heye. Ziman nêrînê, nêrîn jî zimên li pêş dixe. Ger ziman tinebe, mirov nikare nêrîna xwe derbasî yekî/e din bike; wekî vê, ger nêrîn jî tinebe wê ziman bikaribe çi bîne ser ziman?

Bi vê diyalektîka di navbera ziman û nêrînê de mirov, di navbera himzayendên xwe de gîhiştiye ragîhandineke hêsantir. Berya zimanê xwe bi kar bîne, bi nîşaneyên dest, çav, serî û laşê xwe dixwest nêrîna xwe bi kesê/a li hemberî xwe bide fêmkirin. Lê dema dibû şev û derdor tarî dibû, ev yek bi kêr nedihat. Dîsa ji bo cihên ji hev nayên xuyakirin qet bi kêr nedihat. Lê pişt re ziman di hawara nêrînê de hat. Bi rêka dengderxistina watedar êdî mirovê hev nedidîtin jî, dikarîbûn nêrînên xwe ji hev re bêjin. Ne tenê di karê rojane de, bi rêka ziman, nêrînên civatekê derbasî civateke din jî bûn û vê yekê rêka pêşketineke mezin li ber mirovahiyê vekir.

Mirovahî xwe bi vê pêşketinê jî têr nedît û di dema Sumeran de li ser xaka Mezopotamya Jêrîn, nivîsandin afirand. Bi afirandina nivîsandinê êdî dikarîbû van nêrînên xwe ji nivşên pey xwe re jî bihêle û mîrate bike. Dîtina nivîsandinê afirandêriyeke herî grîng û pêşketî ya mirovahiyê ye. Mîratê ziman û nêrînê yê mirovahiyê, bi vê rêkê komî ser hev bûye û ji nivşên heta roja me re maye û wê ji yên piştî me re jî bimîne.

 

3- Mîratê Wêjeyî

 

Bi awayeke vegotinî daxistina holê ya nêrîn, hest, xeyal, bûyer, çalakî û jiyana zindiyan di nava mîratê mirovahiyê de, şaxê wêjeyê tîne holê. Wêje bi devikî û bi nivîskî, bi du awayan dibe. Wêjeya devikî her çiqasî xwediyê dîrokek ji ya nivîskî dûrtir be jî, di rastiyê de wêje bi dîtina nivîsandinê gîhiştiye tamdayîna tê xwestin. Berê jî mirovan hest, raman û bûyer bi awayekî stranan, helbestan, çîrok û destanan dianîn ser ziman, lê ev tev bi dev dihatin gotin û ji devê yekî/ê heta derbasî devê yekî/e din dibû dihat guhertin û jibîrkirin. Her yekî/ê li gorî xwe li ser zêdekirinek ango kinkirinek çêdikir. Dîsa ji bo yek ji yeke din re vebêje pêwîst dima biçûya gel.

Lê bi derketina nivîsandinê ya li Sumer û Babîl ev destan, helbest, çîrok û serpêhatî derbasî ser çerman, ser kerpîçan û ser tabletan bûn. Edî vegotinek bê guhertin dikarîbû ji aliyê gelek kesan ve were xwendin û pişt re bi dîtina rûpela kaxezî, ev kar hêsantir dibe. Di vî warî de pêşketinên hatine jiyankirin, mîrateke zêde dewlemend a mirovahiyê afirandine û heta roja me anîne.

Ger nivîsandin nehatiba dîtin destana Gilgamêş a sê hezar salên Berya Zayînê hatiye jiyandin wekî xwe heta roja me nedihat. Îroj dema em dixwînin ger nêrînekê jê digrin û tamekê jê distînin, ev yek bi saya mîratê wêjeyî ê mirovahiyê ye.

 

4 Mîratê Zanistî

 

Mîratê zanistî yê mirovahiyê berya mîratê huner û wêjeyê dest pê dike û pêşveçûneke diyar jiyan dike. Zanist tevahiya zanistiyên di Gerdûnê de û giştiya bûyerên di Gerdûnê de diqewimin digre dest û bi ceribandin û çavdêriyê dixwaze vana fêhm bike, şîrove bike û bixe bin xizmeta jiyan û pêşketina mirovahiyê. Ji mirovên bi kar û xebata zanistê mijûl dibin re zanyar tê gotin ku dîroka zanyaran dirêjî mirovê/a destpêkê ê/a li hemberî bûyerên xwezayî rê nîşanî mirovan dike dibe. Bi derbasbûna bicihbûnê re ev kar pêşdetir diçe û zanist bi awayeke zanistî di qonaxan de dest bi kar û xebata xwe dike. Li Mezopotamya, Îyonya, Misir, Hîndistan, Çîn û pişt re li Helenya û Romayê di zîgûrat û perestgehan de zanyar xebatên zanistî dimeşînin û bi vê kar û xebata xwe keda xwe di koda mîratê zanyarî yê mirovahiyê de komî ser hev dikin. Li ser van xakan xebatên di warê zanyarî de, di salên Berya Zayînê bi sê hezar salan destpê dikin ku di warê Astronomî, Matematîk, bijîjkî(tib) û dîrokê de gelek pêşketinên grîng derdikevin holê. Dema mirov nêzî salên Berya Zayînê bi demeke kin dibe, di sedsala şeşan de, bi rêka bazirganiyê û danûsitendina di navbera gel û bajaran de zanistiya li ser xakên Rojhilatê Behran bi rêka pira Iyonya ku îroj wekî Anatolya tê binavkirin derbasî Rojavayê behrên li derdora vê xakê, Helenya û Romayê dibe.

Zanyarên Yewnanî wekî Thales ê ji bajarê Mîlet ku di esasî de bajarekî kevin ê Iyonya ye, Berya Zayînê di roja 28ê Gulana sala 585ê de girtina rojê ji berê ve hesap dike. Di sedsala 5an a B. Z. ê de Hîpokrates zanista bijîjkiyê saz dike. Dîsa Arshîmed zagona hêza rakirinê ya avê B.Z. di sedsala sisyan de dibîne.

Tê dîtin ku zanista li Mezopotamya û Misrê serdikeve wekî tovê şîn were û zîl bide, dema derbasî Rojavayê Nêzîk dibe êdî bi vedana gul û çîçekan berhemên xwe yên herî grîng dide û ji mirovahiyê re mîrate dihêle. Lê dema mirov ber bi Çaxa Navîn de tê, ji destê bandora olî ya kevneparêztî dijbertiyeke dijwar li hemberî zanyaran û kar û xebatên zanyarî li pêş dikeve û ev yek jî di pêşketina zanistiya mirovahiyê de rawestinek û çilmisînekê dide jiyandin.

Çaxa Navîn di sedsalên di navbera 395-1450 yên Piştî Zayînê de tê jiyandin. Ev çax wekî qonaxeke tarî di rêveçûna mirovahiyê de jî tê binavkirin. Di van salan de dêr û perestgehên olî bandora xwe li ser tevahiya jiyana mirovan dikin û oldar wekî nûnerên Xweda yên li jêrê xwe bi nav dikin. Xebatên zanyarî wekî xebatên li dijî ol û Xweda raber dikin û kesên zanyar wekî nûnerên Şeytên, wekî pîrebokan bi nav dikin û ji dardekirin heta şewitandinê tiştek namîne ku bi serê wana de naynin. Lê tevî van astengî û reşahiya mejiyan zanyarên wekî Brûno şewitandina canê xwe didin ber çav û bi wêr nêrînên xwe yên zanistî tînin ser ziman ku bi vê yekê mîratê zanistî yê mirovahiyê dewlemend dikin û ji nivşên pey xwe re mîrate dihêlin.

Bi têkoşîna zanyarên wiha bi wêr, mirovahî di salên di navbera 1450 û 1660î yên Piştî Zayînê de, di her warê jiyanê de û di warê zanistiyê de Ronahîbûna Mezin a bi navê Ronesansê jiyan dike. Ji tarîtiya Çaxa Navîn, wekî çola av biçe ser, bi Ronesansê çavên xwe li jiyaneke nû vedike. Mirovê di Çaxa Navîn de bi tirsa Xwedê û cehnemê hatiye çewisandin, tinekirin û zanistiya wî/wê hatiye qedexekirin, van kefenên xwe diçirîne û di warê zanistî de teqîneke bişkivîna mezin bi xwe re jiyan dike. Êdî mirov ne bi oldariya xwe; bi zanist, hiş, raman, hest û nêrînên xwe tê bidestgirtin. Di warê Astronomî, Matematîk, Biyolojî, Bijîjkî û Zanistiyê de gavên grîng tên avêtin. Ji vana planên firoke û keştiyên binderyayî yên ji aliyê zanyar Leonardo De Vînchî ve tên çêkirin, mînakên grîng in. Dîsa di van salan de zanista di derbarê dermanan de ji aliyê Paracelsus ve tê lipêşxistin jî di tenduristiya mirovahiyê de gaveke grîng û mezin e.

Di sedsala 17 û 18 an de Ronesans berhemên xwe yên di her warê jiyanê de bi berfirehî dide. Bi Ronesansê mirov li mejî û nêrîna xwe xwedî derdikeve, bandoriyên derveyî zanyarî ji ser radike û ev yek jî, rê li ber derketina derve ya hemû jêhatiniyên wî/wê vedike. Mirov bi bikaranîna mejiyê xwe dibe xwedî nêrîn, van nêrînan bi ceribandinên xwe distire û ji vê yekê xwe digîhêne têgîhiştina Gerdûn, Xweza, Cîhan û Jiyanê. Mirovê têbigîhêje vana jî, dikare di vana de guhertinan çêbike û li hemberî vana xwe bi hêz bike, ji vana sûd bigre.

Bi vî awahî mirovahî bûye xwediyê mîrateke dewlemend ê zanistê. Descartes geometriya analîtîk saz dike, li ser vî bingehî Newton zagona kişandinê ya erdê ya gerdûnî tespît dike. Copernîc sazûmana Rojê keşif dike…

Ji van pêşketinan tevan tiştekî grîng derdikeve holê; zanist ne girêdayî olekê, zimanekî, nijadekê ango welatekî ye; lêbelê kombûna mîratê hevbeş ê mirovahiyê ye. Ev mîratê zanistê yê hevbeş, bi dewlemendbûna her roj li her aliyê cîhanê jiyaye, heta roja me hatiye. Ji Eînsteîn û vir ve qonaxa em tê de dijîn wekî qonaxa Atomê, ya Fezayê, ya zanist û teknolojiyê, û di roja me de jî wekî qonaxa ragîhandin û elektronîkê tê binavkirin ku ev tev bi saya vî mîratê hevbeş ê mirovahiyê pêk hatiye. Ger ev mîratê hevbeş tinebaya, mirovahiyê nikarîbû di sala 1969an de pêlî xaka heyvê bikraya.

Tê dîtin ku mîratên hunerî, nêrînî, wêjeyî, çandî û zanistî tev bi saya alîkariya giştiya mirovahiyê komî ser hev bûne. Mînak: salnameya hîn di roja me de jî tê bikaranîn, afirandêriya Misiriyan e. sazkarên cebîrê Mezopotamî ne. Kaxez li Çînê hatiye dîtin. Mîkroskop di sedsala 16an de li dikaneke berçavkan a Holandî hatiye keşifkirin. Di sala 1543an de Wîlîam Harwey ê Ingîlîzî sazûmana gera xwînê têdigîhêje. James Watt motora hilma avê diyariyê mirovahiyê kiriye. Êdî kîjan nijad dikare bêje; “Zanist û pêşketin mîratê min e û ez bi nijadên din re parve nakim”!?

 

5- Çêbûna Mîratê Hevbeş

 

Mîratê hevbeş ê mirovahiyê bi derbasbûna di gelek astengiyên zor û zahmet re hatiye çêkirin. Ger mirov mîratê hevbeş pêk neanîbaya, nikarîbû li ser xwezayê bandora xwe çêbike û hêzên xwezayî bixe bin xizmeta jiyana xwe. Dîsa ku mirov mîratê hevbeş li pêş nexistibaya, di warê zanist, huner, çand, wêje û felsefeyê de nikarîbû pêşketinan jiyan bike. Di bingehê şaristaniya mirovahî îroj gîhiştiyê de, hewildanên mirovan ên ji mirovê yekem heta roja me yên ji bo kombûna mîratê hevbeş heye.

Mirovên destpêkê dema li derdora çemên Dîcle û Firat, Îndus û Nîlê bi cih bûn û li wan deran dest bi jiyana şaristaniyê kirin, di navbera van şaristaniyan de ji şer bigir heta aştiyê têkilî û danûsitendin li pêş xistin, hinek bi zanabûn, hinek bi nezanbûn dest bi avakirin û komkirina mîratê hevbeş jî dikirin. Ji bo vê di bingehê pêşketinên şaristaniya roja me de keda şaristaniyên Mezopotamya, Misir, Iyonya, Hind û Çînê heye. Ger mirov vê rastiyê nebîne nikare wateyê bide roja me jî. Ger îroj di şaristaniya me de pêşketinên mezin û grîng tên jiyandin sedema wê, di demên avabûna şaristaniya mirovahiyê de, bingehê wê, saxlem hatiye avêtin e. Berhemên destpêkê yên mîratê hevbeş, wekî kevirên bingehîn ên avahiyekê ku saxlem nehatibana danîn, di roja me de avahiyên saxlem û mezin nikarîbûn li ser ava bikrana. Divê neyê jibîrkirin ku nivîsandina cara yekem li ser van xakan hat xêzkirin ku heta roja me jî tiştekî cihê wê dagre nehatiye dîtin û ji grîngiya xwe qasî serê derziyê jî kêmbûnek jiyan nekiriye. Bi dîtina vê nivîsandinê dîroka mirovahiyê destpê kir, jan, êş û kêfxweşiyên jiyan kirine ji nivşên pey xwe re hiştin. Têkilî û ragihandina di navbera şaristaniyan de li pêş xistin û berfireh kirin. Bi vê rêkê mîratê hevbeş ê tevahiya mirovahiya li cîhanê derket holê û îroj hebûna mirovahiyê bi saya vî mîratê hevbeş e.

 

***

 

– 4 –

DI DÎROKA MIROV DE PERESAN (EVULOTION) Û ŞOREŞÊN ÇANDÎ

 

 

Hebûna mirov a biyolojîk û çandî, li gorî 2-3 milyon salan berya vê gelek qonax derbas kirine. Li gorî tê zanîn, di vê pêvajoyê de, mirov kêm zêde sê qonaxên çandî û du şoreşên mezin pêkanîne:

Qonaxa Yekemîn a tewra kevin û dûvdirêj e ku bi çêkirina alavên ji keviran dest pê kiriye û kêm kêm 2 milyon salan berdewam kiriye. Di vê qonaxê de laş û biyolojiya mirov guherînên grîng derbas kirine.

Qonaxa Duyemîn a herî mezin berya vê bi deh hezar salan li derdora çemên mezin, wekî Firat û Dîcle, Nîl û Indûs, Ganj ûhwd. pêkhatiye ku ji vê qonaxê re ‘Şoreşa Çandiniyê’ tê gotin.

Qonaxa Seyemîn a nû, berya vê bi du sed salan li Îngîltere bi navê ‘Şoreşa Pêşesazî’ destpê dike, heta roja me tê û hîn jî didome.

Di roja me de pêşveçûnên zanyarî û teknîkî herçiqasî ji aliyê hinek zanyaran ve wekî şoreşeke din, wekî qonaxeke nû were bidestgirtin jî, mirov van pêşveçûnan nikare ji şoreşa pêşesazî cuda bigre dest û di rastiyê de hîn berdewamiya wê ye.

Dîroka mirovahiyê ji aliyê dîroknasan ve wekî du beşan tê bidestgirtin. Dîroka berya dîtina nivîsandinê û ya piştî dîtina nivîsandinê. Bi vê sedemê dîroknas dîroka mirovahiyê bi dîtina nivîsandinê didin destpêkirin û serdemên berya dîtina nivîsandinê, wekî Serdemên Berya Dîrokê bi nav dikin. Di rastiyê de, dîroka mirovahiyê a rasterast tê zanîn jî ev dîroka nivîskî ye. Dîroka berya vê bi lêkolînên zanyaran dîroka tê texmînkirin e.

Pêvajoya dîroka nivîskî çar-pênc hezar salan berya roja me destpê kiriye û ev yek ji giştiya dîroka çandî û şaristanî ya mirovahiyê tenê ji hezarî dudyan pêk tîne. Ji vê jî diyar e ku dîroka berya dîtina nivîsandinê tev dibe mijara arkeolojiyê. Mirov vî aliyê diroka xwe tenê dikare ji bermayîyên mîratî û guhertinên jeolojîk ên di binê erdê de bi lêkolînan têbigîhêje.

Destpêkirina peresena çandî bi cureyê yekem ê wekî AUSTRALOPÎTEK tê binavkirin çêdibe. Di vê demê de Sazûmana Hêrsa Navendî ya Mirov, rê dide fêrbûna ziman. Lê ev rêdayîn di hinek biran de zêde, di hinekan de kêm e. Birên mirovên Sazûmana Hêrsa Navendî ya wan zêdetir rê dide fêrbûna ziman, li hemberî yên kêm rê dide li pêş ketin; ji ber ku birên fêrî bikaranîna ziman bûn, jiyana dê û bavên xwe, zanistî û tecrubeyên bi dest xistine, kevneşopiyên xwe –bi kinahî; çanda xwe- dikarîbûn fêr bibin û bi zarokên xwe bidin fêrkirin.

Ziman ne tenê alaveke têgîhiştina di navbera mirovan de bû; bi vê re, xezîneyeke zanistiya hevpar a kombûna giştiya jiyana mirovan bû. Li gorî zanyaran, çêkirina alava yekem bi bikaranîna ziman destpêkiriye, ango çêkirina alava yekem pêwîstî bi bikaranîna ziman dîtiye.

Her ku ziman bi pêş ve çûye, çand û bi peresana çandê jî, zanistî û jêhatiniya mirov li pêş ketiye. Mirovên di peresana çandî de li pêş ketine, wekî roja me, serdestî û bandoriya xwe li ser birên paşdemayî çêkirine û ew ji bo xwe bikar anîne yan jî ew ji holê rakirine.

Ji aliyekî ve Xweza, heyînên li hemberî xwe lawazbin ji holê radike, ji aliyekî ve Mirov, kesên lawaz û paşdemayî tine dike yan jî derbas dike. Ji vê yekê re libêjingêxistina peresanî tê gotin ku di encama vê libêjingêxistina bi du aliyan de, di seranseriya dîrokê de yên lawaz ketin binê bêjingê û yên xurt jiyana xwe domandin. Bi vê yekê re Sazûmana Hêrsa Navendî di kesayeta Mirovê/a li ser bêjingê ma de pêşketina xwe domand, pêşdetir bir û hat warekî tevlihevtir.

Destpêkê Peresana Biyolojîk a Mirov li pêşiya Peresana Çandî a Mirov bû. Lê piştî pêşketina çanda mirov êdî Peresana Çandî derket qada yekem û cihê Peresana Biyolojîk jê girt. Bi awayekî din mirov dikare bêje di wê demê de êdî peresana biyolojîk a mirov sitewiyaye û êdî bi peresana çandê Mirov li hemberî xwezayê dikare xwe bêhtir biparêze.

Mirovê yekem dema dît ku hêza sazûmana Hêrsa Navendî ya wî/wê ji bo karê dixwaze bike têrê nake, hevgirtina xwe bi miroveke din an bi çend mirovên din re çêkir û bi vî awahî hêza xwe ji yekê derxist du, sê, çar û zêdetir qatan û bi vî yekê jî karê xwe bi ser xist. Her ku pirsgirêkên pê radibe mezintir bûn û hêzeke mezintir a çareserkirinê xwest jî, ev yekîtî û hevgirtina hêzan pêşdetir bir.

Mirov di peresana biyo-çandî ya di qonaxa roja me de gîhiştiyê de, tiştên ku hêza Sazûmana Hêrsa Navendî ya Mirov nikaribe biserxîne, bi komekê, tiştên bi komekê nikaribe bi girseyekê, yên bi girseyekê nikaribe bi netewekê, yên bi Netewekê jî nikaribe, bi Yekîtiya Netewan pêk tîne û êdî di vê rêkê de ber bi Yekbûna Cîhanê ve diçe. Mirov bi vê Yekîtiyê jî dixwaze Hêza Sazûmana Hêrsa Navendî ya giştiya mirovahiyê bigîhêne hev ku bikaribe hêvî û xeyalên xwe yên bêdawî pêk bîne. Bêguman çareserkirina pirsgirêkên Cîhanî tenê bi yekîtiya giştiya mirovên di vê cîhanê de dijîn dikare bi derfet be.

 

 

PERESANA BIYOLOJÎK A MIROV ÇAWA BI SER DIKEVE

 

Mirovê Cro-Magnon wekî bapîr û dapîrê mirovê roja me tê hesibandin. Zanyar, dîroka Mirov a berya Cro-Magnon heta 25 milyon salan berya roja me dişopînin. Ji bo vê nijada heyînan wekî daristanekê hildigrin dest. Di nava vê daristanê de, dara Mirov wekî kursekî ku Qird, Orangutan, Şempanze, Gorîl û Mirov jê dertên tê diyarkirin.

Kursê ku Orangutan, Şempanze, Gorîl û Mirov pev re jê tên, berya roja me bi 25 milyon salan bi heyîna PROKONSUL ji hev bi şaxdayîn cuda dibin. Berya vê bi gelek salên nayê zanîn jî şaxê Qird ji vana cuda dibe.

Di mezinbûna van şaxan de, çawa ku car caran hinek şaxên darên kevnare dirizin, dişkên ango qut dibin, hinek ji van şaxên biyolojîk jî bi qutbûn û korebûnê re rû bi rû mane û vê yekê jî ew birine tinebûnê.

Mînak: Berya roja me bi milyonek sal, heyîna OLDOVAN û PARANTOP ji heyîna PROKONSUL cuda dibin û piştî 500 hezar salan êdî nayê dîtin. Dîsa MIROVÊ PEKÎN, CAWA, NEANDERTAL û RODEZYA jî piştî MIROVÊ AUSTRALOPÎTEK û PARANTOP tên dîtin, lê berya 25 hezar salan êdî ji holê radibin û nema tên dîtin. Li şûna wan şaxê bingehîn ê CRO-MAGNON bi ser tevan dikeve. Mirovê Cro-Magnon, 25 hezar salan berya roja me tê dîtin û wekî bapîr û dapîra mirovê roja me tê hesibandin.

Zanyar, cîhana libatî jî bi vî awahî dabeş dikin. Komên heyînan malbat bi malbat hildigrin dest. Nijad bi milan ve, mil bi genan ve, gen bi malbatan ve, malbat bi keyîtiyan ve tên girêdan û digîhêjin destpêka heyîna libatî.

Di cîhana heywanan de milê Kordata (mîkrob û hin heywanên behrê yên bi qaşûl) di ser milê Protozca û Annûlata (Kurmik) re tên bidestgirtin. Di hundirê van milan de, Heywanên Hestiyê Wan ê Piştê hene, di asta pêşîn de tên bidestgirtin. Di nava Heywanên Pişt Bi Hestî de jî, Heywanên Bi Pêsêr (bi çiçik ku dikarin şîr bidin çêlîkên xwe û xwîngerm in), destpêkê tên. Li gorî vê, di cîhana heywanan de; destpêkê Mîkrop û Heywanên Bi Qaşûl Ên Behrê, pişt re Kurmik(Bê Hestî ne), pişt re Heywanên Pişt Bi Hestî, pişt re jî Heywanên Bi Pêsêr Ên Xwîngerm derketine holê.

Mirov jî ji van Heywanên Bi Pêsêr Ên Xwîngerm tê. Ji van mil û malbatên heywanan gelek jê di roja me de najîn, gelek jê jî guherînên peresanî bi xwe re çêkirine lê wekî tê zanîn Kurmik hîn jî jiyana xwe didomînin. Şopên li ser tehtan an di nava qatên erdê de diyar dikin ku gelek şax û malbatên heywanan di dema xwe de jiyan kirine û piştî demekê ji holê rabûne. Sedema vê jî ev e ku di çêbûna guhertinên rewşa xwezayî de ev heywan li gorî şert û mercên nû guhertina pêwîst nikarin bi xwe re çêbikin û bi awayeke xwezayî qir dibin, ji holê radibin. Heywana di rewşeke xwezayî de demeke dirêj bimîne û xwe li gorî wê rewşê saz bike, dema ew rewş bi carekê re were guhertin, nikare bi lez xwe li gorî rewşa nû biguherîne û pêwîstî qirbûnê dimîne. Lê heywanên di rewşên cûrbicûr de dikarin bijîn û xwe bi rewşekê tenê ve girêdayî nahêlin, di guhertina rewşa xwezayî de, bêhtir dikarin li gorî rewşa nû guhertinê bi xwe re çêbikin û jiyana xwe bidomînin. Hinek heywan jî ji bo bikaribin li hemberî rewşên zor ên xwezayî jiyana nijada xwe bidomînin bi hijmareke zêde dizên û bi milyonan çêlîkan tînin. Ji van çêlîkan tenê yek dudok dikarin jiyanê bitamînin, lê dîsa jî ev nijad naqele û bi vî awahî didome.

Mirov ji vana tevan jî cudatir e. Taybetmendiya Mirov a xweguhertina li gorî rewşa xwezayî, Mirov kiriye xwediyê jiyaneke ewleyî. Bi vê sedemê wekî mînaka jorîn pêwîst nîne ku mirov ji bo domandina nijada xwe gelek zarokan çêbike. Mînak: Masiyê Morîna ji bo berdewamkirina jiyana nijada xwe, di her zayînê de şeş milyon hêk berdide behrê, ji vana tenê du-sê çêlîk bi jiyanê şa dibin. Lê Mirov di tevahiya temenê xwe de zarokekê tenê çêbike jî dîsa li gorî masiyê Morîna, domandina jiyana nijada Mirov bêhtir di nava ewlehiyê de ye. Ev taybetmendiya Mirov, ji taybetmendiya wî/wê ya Çandî tê ku rewşa xwezayê li gorî pêdiviyên xwe guhertiye û bi rêka alavên afirandiye, jiyana xwe hilgirtiye ewlehiyê.

Berya roja me kêm zêde bi pêncsed hezar salan sermayeke dijwar digire ser Ewropa û Asya ku ji vê re dibêjin Serdema Sîpanan. Ev serma bi hezarên salan berdewam kir. Wê demê bapîrê fîlên îroj li Efrîqa û Hindistanê dijiya, ji bo bikaribe xwe ji sermayê biparêze posteke stûr û bi pirç hilgirt ser xwe û Mirov ev heywan wekî Mamût bi nav kir. Bêguman ev postgirtina Mamût di rojekê de çênebûye; bi peresîna sedsalan pêk hatiye. Dibe ku wê demê fîlên pirça wan dirêj bûn li jiyanê man û pirça wan dirêj tir bû, lê belê fîlên bê pirç jiyana xwe ji dest dan û ji holê rabûn.

Di wê demê de li kêleka Mamûtan, hin nijadên Mirov jî dijiyan ku vana nêçîra heywanan dikirin û xwe di şikeftan de diparastin. Bi destpêkirina Serdema Sîpanan re dema xweza bi carekê re qerisî, ji bo parastina Mirov pirç bi çermê wî/wê ve şîn nehat û qefilî. Di wê demê de ger Mirov xwe nekiriba xwediyê posteke qasî yê Mamût stûr, wê ji sermayê jiyana xwe ji dest daba û qira wî/wê hatiba. Bi sermayê re pirç û post li ser çermê Mirov şîn nehatibû û bi vê sedemê diqefilî, ji serman re diranê wî/wê li hev diketin û xwîna laşê wî/wê ditevizî. Dawî Mirov hişê xwe bi kar anî! Wekî Mamût pirç li ser çermê wî/wê şîn nedihat, lê dikarîbû postê Mamût jê bigre û li xwe bike! Bi vê sedemê dest bi nêçîra Mamûtan kir. Mamût kuştin û postê wan ji xwe re kir post, bi vî awahî xwe ji sermaya serdema sîpanan parast û li jiyanê ma ango jiyana xwe xist bin ewlekariyê.

Dema çêlîka Mamût jidayik dibû, bêguman ew jî bi post dihat ruyê dinyê û li hemberî sermayê qewîn bû. Lê zaroka mirov dîsa bê post jidayik dibû û li hemberî sermayê pir lawaz bû. Ji bo vê dê û bavê zaroka Mirov ew bi post dikirin, ew fêrî nêçîrê, agirdadanê û jiyanê dikirin. Heywan piştî demeke kin dev ji çêlîka xwe diqere û çêlîk dikare bi tena serê xwe jî jiyana xwe bidomîne. Lê zaroka Mirov ne wiha bû; bi salan jî ger dê û bavê zarokê ew bi xwedî nekiriban û ew fêrî jiyana xwe nekiriban, mîratê çandî yê ji dapîr û bapîrên xwe girtiye derbasî zaroka xwe nekiriban zarok nikarîbû jiyana xwe bidomanda.

Bi kinahî Mamût bi guhertina peresanî, lê Mirov bi pêşvebirina destkeftîyên çandî li hemberî sermayê jiyana xwe domandin. Lê dema roj hat û serdema sîpanan bi dawî bû û cîhan ji nişka ve germ bû, wekî post û pirça Mamût hemû taybetmendiyên ew di serdema sîpanan de didan jiyandin, li pêşya jiyankirina wî bûn kelemeke mezin. Sazûmana xwarinê ya ku fêrî bî û kefzê bibû, nenûk û xortima dirêj a bi kêrî derxistina xwarinê ji binê berfê dihat, postê ew ji sermayê diparast tev ew dixistin nava zor û zahmetiyekê. Mamût ji bo bikaribe di vê rewşa nû de jiyan bike, divîbû di demeke kin de xwe ji van taybetmendiyên xwe rizgar bike û li gorî rewşa nû taybetmendiyên nû bigre. Li cihê postê stûr û bi pirç çermeke hênik, li cihê sazûmana xwarinê ya fêrî bî û kevzê bûye, sazûmaneke fêrî giya û şînatiyê bibe pêwîst bû.

Mamût di demeke kin de ev guhertin nikarîbû bi xwe re biperesandiba û bi vê sedemê nijada Mamût roj bi roj ji holê rabû. Îroj em tenê ji bermayiyên wê yên di binê erdê de mane dizanin ku heywaneke çawabû.

Lê Mirov bi destpêkirina germahiyê re di cih de postê ji Mamûtan girtibû ji ser xwe avêt û xwe hênik kir. Di dema sermayê de bi goştê Mamûtan xwe têr dikir, di dema germahiyê de goştê dewaran û fêkiyê daran xwar û li xwe neheyirî. Bi vî awahî Mirov li gorî rewşa nû guhertinên nû bi xwe re dan çêkirin û jiyana xwe domand. Ev taybetmendiya xwe derbasî zarokên xwe jî kir û bi vê rêkê nijada Mirov tevî ji ya Mamût lawaztir û biçûktir jî bû ji xwe re rêka jiyanê vekir û xist bin ewlekariyê, lê Mamût roj bi roj ji holê rabû û çû.

Ji vê yekê jî diyar e ku Mirov bi guherîn û veguherîna peresanî ya di çanda jiyanê de bûye mirov. Guherîn û veguherîn ango peresan di xwezaya hebûna mirov de heye. Mirovê xwe ji vê xwezaya xwe dûr bigre ew bi xwe re û bi mirovahiyê re dikeve nava nakokiyê. Li gorî her rewşa nû derdikeve holê, guherîn û veguherîna Mirov a li gorî vê nûbûnê jî pêwîst e. Ger Mirov bi vê nûbûnê re rûbirû bimîne; yên nûbûnê jiyan bikin wê bijîn û biserkevin, yên jiyan nekin wê têk biçin. Dîroka Peresana tevahiya heyînan vê yekê nîşan dide.

 

***

 

 

SERDEMÊN BERYA DÎROKÊ(Prehistoria)

 

Arkeolog û zanyar dîroka Mirov a berya dîtina nivîsê bi navê ‘Serdema Kevirê Kevin’, ‘Serdema Kevirê Navîn’ û bi navê ‘Serdema Kevirê Nû’ dikin sê beş.

1- Paleolîtîk (Kevirê Kevin)

2- Mezolîtîk (Kevirê Navîn)

3- Neolîtîk (Kevirê Nû)

 

Antropolojiya civakî-çandî li ser alîkarîdayîna keviran a ji çandê re radiweste; ji ber ku alavên ji keviran hatine çêkirin di dema xwe de asta çanda mirov gîhiştiyê diyar dikin. Qasî ji van alavan têdigîhêjin, mirovê serdema paleolîtîk xwarina xwe ji nêçîrvanî, masîgirî û komkirinê bi awayekî amade bi dest dixist û bi xwe hilberîn çênedikir. Serdema paleolîtîk di dîroka çanda mirov de serdema herî dirêj e û di nava xwe de ji sê deman pêk tê:

a-) Paleolîtîka Jêrîn

b-) Paleolîtîka Navîn

c-) Paleolîtîka Jorîn

Paleolîtîka Jêrîn, ji alavên bi kevirên zixur hatine çêkirin destpê dike heta çêkirina alavên ji dar û kevirên heste didome.

Di Paleolîtîka Navîn de, kevirên tên xeritandin û serê wan tên tûjkirin hatine lipêşxistin.

Di Paleolîtîka Jorîn de, ji bo çêkirina van alavên tûj û şayik, teknîka derxistina ferş û pîjikan hatiye dîtin. Wekî din ji diranê fîlê, ji hestî û sturehan jî alavên biçûk hatine çêkirin.

Paleolîtîka Jêrîn ji Sîpanê Gunz heta Sîpanê Rîss-Wurm du milyon salan berdewam kiriye. Paleolîtîka Navîn ji dema Sîpana Rîss-Wurm heta nîvê Sîpanê Wurm; Paleolîtîka Jorîn jî ji nîvê Sîpana Wurm heta dawiya wê ajotiye.

Serdema Mezolîtîk kintir hatiye jiyandin û wekî demeke derbasbûna Neolîtîkê tê bidestgirtin. Ev dem li Rojhilata Navîn berya 15 hezar salan destpê kiriye û qasî çar-pênc hezar salan ajotiye. Di vê demê de ji sedema zêdebûna daristanan, Mirov xwe didin kêleka behr û çeman. Ji xwe re kuçikan bi xwedî dikin û ev yek rêka kedîkirina ajalên din li ber Mirov vedike. Dîsa di vê demê de Mirov dest bi çêkirina kolik, kon û xaniyan dike. Kevir bi serê dar tê vekirin û bi vê yekê alavên baştir bikar bên li pêş dixin. Ji bo masîgiriyê şewk, derzî, lotke, sewl ûhwd. tên bikaranîn. Kevir tên şayikirin û teşedayîn.

Serdema Neolîtîk di dîroka mirovahiyê de wekî Şoreşa Çandiniyê tê nasîn û berya 10 hezar salan li Rojhilata Navîn, li Meksîka û li Hîndistanê -her deverek serbixwe- ev serdem jiyaye.

Taybetmendiya serdema Neolîtîk, çareserkirina pirsgirêka xwarin, vexwarin û bicihbûnê ye. Di vê demê de Mirov êdî li pey xwarinê nagere; bi cih dibe û bi xwedîkirina pez û çandiniyê dikare jiyana xwe bidest bixe. Civakên serdema Paleolîtîk û Mezolotîtîk jiyana xwe bi nêçîrvanî û berhevkirina giya bidest dixistin. Lê civaka serdema Neolîtîk bi cih dibe û li wê derê ajalan bi xwedî dike û bi çandiniyê hildiberîne û jiyana xwe wiha ewlekar dike. Ev yek bi tena serê xwe ji bo Mirov şoreşeke gelekî mezin e. Bi kedîkirina ajalan rê li ber berhemdayîna zêdetir vedibe. Di dema nêçîrvanî û komkirinê de Mirov di derbarê xwarina di dest de ne xwedî biryar e; wê rojê çi risqê wî/wê be pêwîst e bi wê xwe têr bibîne û ji bo sibê Xwedê kerîm e. Lê bi derbasbûna serdema Neolîtîkê êdî Mirov rizqê xwe dixe destê xwe. Çi, çiqasî, kengî, li ku derê bixwe êdî mirov bi xwe dikare biryara vê yekê bide û ji bo sibe jî, ji bo duzbe jî qût di dest de dimîne.

Di jiyana Mirov de pêşketinên wekî bicihbûna li gundan, çandiniya bi avdanê, çêbûna bajaran, parvekirina kar, destpêkirina aboriya bi pere û sûkê, dîtina nivîsandin û matematîkê, sazîbûna mulkiyet û perwerdê, çêbûna sazûmana dad, rêvebirî, zanyarî, raman û baweriyan, çêkirina alavên xwarinê, hûnandina caw û hwd. yek pey yek di vê demê de tev li xezîneya çanda Mirov dibe.

Bi rêka çandiniya avî, hilberîn zêde bûye û vê jî temenê mirov dirêjtir kiriye. Çandiniya zad (genim, ceh, birinc, garis ûhwd.) bi kedîkirina nijadên zadî destpêdike ku ji bo vê jî pêwîstî bi cotkirina erdê tê dîtin. Pêwîstiya cotkirina erdê Mirov dibe çêkirina gîsin û kişandina gîsin a bi dawaran. Bi vê sedemê jî xwedîkirin û kedîkirina dawaran dikeve rojeva Mirov. Bi vî awahî deriyek li ber deriyekî vedibe, yek ji yekî re rê vedike û pêşketin li pey hev rêz dibin, diherikin xezîneya çanda mirov û mirovahiyê.

Li Rojhilata Navîn şoreşa çandiniyê li zîvironeka Toros-Zagros hatiye jiyandin. Ev der wekî ‘Heyvika Zêrîn’, ‘Heyvika Berhemdar’ tê binavkirin. Di vê demê de ajal û şînatiyên hatine kedîkirin wekî bizin, mî, genim û ceh ji xwe li ser vê xakê bi awayeke kovî û bejî pir hebûn.

Taybetmendiyeke grîng a şoreşa çandiniyê, lipêşketina wê ya di pêşengtiya jinê de ye. Ji sedema ku zilam hergav li derve bi nêçîrê mijûl dibû, kedîkirin û çandinî bi jinê destpêkiriye. Jin pêwîst bû li ber zaroka xwe bimîne û zêde nikarîbû bigeriya yan bi pey nêçîrê biketa. Lê dema li ber zaroka xwe dima dikarîbû ji derdora xwe giya berhev bike û ajaleke nêzîkî konê wê bûye fêrî xwe bike. Dibe ku têgîhiştina çandiniya yekem û kedîkirina yekem bi awayeke rasthatinî jî ketibe jiyana Mirov. Bêguman ev nayê zanîn. Lê bi çi awahî destpêkiribe bila bike ya grîng ev e ku şoreşa çandiniyê bi jêhatiniya jinê destpêkiriye û berdewam kiriye. Ji xwe hîn di serdema Mezolîtîkê de mirov fêrî berhevkirina zadê zêde û veşartina wê ya di kawaran de dibe. Bi vî awahî mirov bê ku bigere dikarîbû ji bo demeke dirêj bi vî zadê berhev kiriye jiyana xwe bidomîne. Lê dema ku tiştekî berhev bike nedima û ya di kewaran de jî bi dawî dibû, pêwîstî koçberiyê dima. Lê belê di dawiya vê pêvajoyê de dîtina jinê ya çandiniyê, vê qedera koçber a mirov diguherîne û ya niştecihî destpêkirin dide. Bi vê yekê jî di dîroka mirovahiyê de pêngaveke herî grîng diavêje.

 

JI HOVITÎ BER BI ŞARISTANIYÊ VE WEYNÊ ÇANDÊ

 

Li gorî zanyaran Mirov ê cara yekem destê xwe bikar aniye û rabûye ser herdu lingên xwe, berya 20 milyon salan li Rojhilatê Efrîqa hatiye dîtin û ji wê derê berya 2 milyon salan, di rêka Behra Sor û Behra Spî re ber bi xakên din ve belav bûye. Ev qasî milyonek sal e jî, li ser xaka Rojhilatê Behra Spî û Çiyayê Toros-Zagrosê hatiye dîtin.

Di belavbûn û bicihbûna mirov de rewşa siruştî weyneke grîng dileyize. Cih û warên ku şînatiya were xwarin lê bi awayeke xwezayî hebe û ajalên nêçîrê lê pir bin û her çar demsalan jî dikaribin werin peydekirin, çûnûhatina mirovan li derên wiha zêdetir çêbûye.

Bêguman dema Mirov hîn agir nedîtibû û ranebibû ser lingên xwe, nikaribû dengên watedar jî derxistibaya. Mirov kerî bi kerî pev re digeriyan; li warên bi fêkî, ji bo bikaribin destê xwe dirêjî fêkiyan bikin xwe hilavêtin û dirêjî jorê kirin… Li warên bi kêrî nêçîrvaniyê dihat, ji bo bikaribin nêçîra xwe bikujin, wê kevil bikin û goştê wê jê vekin, rahiştin kevir, lat û daran. Van karan tev jî mirov ber bi rabûna ser lingên xwe ve dehfandin. Mirov ê rabû ser lingên xwe jî bêhtir derdora xwe dît û çavdêriya wî ya li ser derdorê firehtir bû.

Di bikaranîna dest de weynê tiliya mezin grîng e. di rêka tiliya mezin re dest dikare gelek karên curbicur bi hêsanî pêk bîne. Destê mirov bi hilgirtina dar û keviran, bi jêvekirina fêkî û parvekirina goşt roj bi roj kareke ji ya lingan cudatir hilgirtiye ser xwe û ji bo Mirov bûye alaveke xwezayî ku herdem pê re amade ye.

Mirov destê xwe bêguman ji bo karekî bikar tîne. Karê dike yan nêçîrvanî, yan berhevkirin ango teşedayîna kevirekî ye. Ev kar bi pirahî alîkarîdayîna hevûdu û tevgerbûna bi hev re dixwazin. Mirov bi tena serê xwe dikare sêvekê ji darekê veke û bixwe, lê bi tena serê xwe nikare ajaleke deh qat ji xwe mezintir bikuje. Ji bo vê dema ajalek didîtin, bi dehan Mirov bi hev re diketin pey. Her yekî kevir û darê di destê xwe de didaniyê û heta ku dikuştin dev jê bernedidan. Mirov dema li keriyeke ajal rast dihatin nikarîbûn bi lêdanê bikuştana. Ji bo vê dor li keriyê dipêçan, bi qêrdayînan ew ditirsandin û ew ber bi kendalekî ve diajotin. Ji xwe bi zanistî aliyê kendal vekirî dihiştin ku ajal bi wî alî ve bazdin. Keriya ajalên tirsiyayî bi lez û bez ber bi kendal ve bê ku bibînin baz didan û dema digîhiştin ber kendal êdî nikarîbûn rawestiyana û di kendal re werdibûn, tev jiyana xwe ji dest didan. Wê demê Mirov dadiketin binê kendêl û li ser kelaxên keriyê rûdiniştin, dixwarin.

Ji bo nêçîreke wiha pêwîstî bi tevgera dest, çav, serî û dengderxistinên curbicur hebû. Mirov dema çav li keriyekê diket dengê derdixist, nikarîbû ji bo êrîşkirina ser keriyê bikar bianîbaya. Dengê destpêkê ji bo hişyarkirina Mirovên din bû û yê duyem ji bo tirsandina ajalan bû. Bi vê sedemê dengê destpêkê derdixist divê bi hêdî ba û yê dawî derdixist divê xurt û bi qêrînî ba… Bi sed sal û hezar salan dubarekirina van dengan di Mirov de fêrbûneke dengderxistinên cuda cuda li pêş xist.

Bi dîtina Agir û Biraştina Goşt, mejiyê Mirov bêhtir li pêş ket. Êdî Mirov bîr bû wate bide dengê derdixe. Mejî, Dest û Ziman bi hev re ket tevgerê. Êdî mejî hizirî, ziman got û dest bikar anî. Ango dest bikar anî, ziman bi nav kir, mejî têgîhişt. Her du rêk jî meşiyane. Mirov him dikare ramana xwe bîne ser ziman û pêk bîne, him jî ji pêkanînê dikare xwe bigîhêne ramaneke nû û bilêvkirina wê.

Heta ku Mirov fêrî peyveke nû bûye ango wate daye navnîşana tiştekî, yan fêrî çêkirina alavekê bûye, pir zahmetî kişandiye û ji ber vê yekê serdema paleolîtîk dirêj ajotiye. Di serdema paleolîtîk de pêşveçûna Mirov a biyolojîk ji sedema hîn temam nebûye, têgîhiştina wî/wê jî hêdî bi hêdî çêdibe. Ber bi dawiya serdema paleolîtîk ve êdî peresana biyolojîk jî digîhê qonaxeke ku mirov leztirîn bikaribe têbigîhêje û bikar bîne.

Mirovê êdî dikare têbigîhêje, alavan çêdike, xwe ji serma û germayê diparêze, bîr dibe ku li cihê xwarina xwe rojane peyde bike, xwarina ji ber dimîne, ango ya zêde dîtiye kom bike, biparêze û ji rojên din re bihêle. Bi vê pêşketinê re jî derfet dîtiye ku bi mehan û bi salan di warekî de ango di şikeftekê de bimîne. Dema Mirov wiha xwarina wî/wê li ber amade bûye, vê carê derfeta hizirandina li ser tiştên din û mijûlbûna bi karên derveyî nêçîrvaniyê dîtiye. Di hundirê şikefta xwe de, li ber agirê xwe hêvî, kar û xeyalên xwe anîne ber çavên xwe û ev li ser dîwarên şikeftan resimandine ku ji zarokên xwe re mîrate bihêle. Bi vê yekê huner û hunermendî jî li pêş ketiye. Êdî têkiliyên di navbera endamên keriya Mirov de jî roj bi roj ber bi zelalbûnekê ve çûne û ji vê yekê têkiliya Malbatî derketiye holê.

Dema xwarin û vexwarina Mirov a amade qediyaye, Mirov pêwîst mane ji wir bar bikin. Wêneyên li ser dîwarên şikeftan çêkirine li wê derê hiştine, lê fêrbûn, zanistî, tecrube û teşeyê jiyana xwe bi xwe re birine û dema bi komên din ên mirovan re hatine cem hev, nîşanî wana dane, tev li yên wan kirine û ji wana ji xwe re tecrube, zanistî, fêrbûn û teşeyê jiyanê girtine. Bi vê danûsitendina di navbera Mirovan de zanistî, fêrbûn û tecrube li pêş dikeve û Mirov digîhêje asta bicihbûnê.

Êdî Mirov bîr bûye ku li wareke têrav û bi xêrûbêr rûnê, ji bo parastina xwe xaniyan çêbike, ji bo têrkirina zikê xwe ajalan kedî û xwedî bike, zad û fêkî biçîne. Mirov li cihê her roj bi pey ajalan bikeve, ajal li gel xwe dane rawestandin û qasî pêdiviya xwe bi kar anîne. Bi vê yekê, li kêleka goştê ajalan êdî dikarîbû ji berhemên din jî sud bigre. Şîr, rûn, hestî, çerm, hirî tev berê bi awayeke demdirêj ne di bin xizmeta Mirov de bûn, lê bi derbasbûna kedîkirinê re ev tev ketin destê Mirov û rêka jiyanê lê fireh kirin. Kedîkirina ajalan ji aliyekî ve ji bo ajalan jî xetariya komkujiyê ji holê radike û derfeta jiyandinê li pêşya wan zêdetir dike.

Bi kedîkirina ajalan û çandiniyê derfetên zêde û curbicur li pêşya Mirov vedibin… Mirov ji bo çandiniyê pêwîstiyê bi kolandina erdê dibîne. Ji bo kolandina erdê divê tevir û gîsin çêbike. Piştî tov bireşîne erdê divê av bide û ji bo avdanê divîbû cokan bikole, bendan lê bike. Ji bo parastina tovê şînbûyî ji ajalan û çûkan pêwîst bû derdora erd sênc bike. Dema zad seridî, berhev bike, bikişîne kewaran. Zad bikelîne, ango bikute bike ard. Vî arvanî bi avê bistirê û li ser agir bike nan…

Ji bo bikaribe van karan tevan pêk bîne bêguman pêwîstî bi hatina gel hev a bi dehan Mirovan hebû. Mirovekî bi tena serê xwe nikarîbû him gîsin çêbike, him erdê bikole, him tov biçîne, him cok û bendan ava bike… dema Mirov ji bo van karan pêk bînin hatin gel hev, vê carê jî pirsgirêka rêvebirina wan derket holê û ji vê yekê jî rêvebir derketin. Bi vî awahî her karekî bi xwe re xwediyê kar û alava kar derxist holê: Mînak; ji bo berhevkirina zadê seridî pêwîstî bi alaveke tûj hebû û ji vê pêwîstiyê DAS hat çêkirin. Ji bo zadê berhevkirî bibe xwarin pêwîstî bi kutana wê hebû ku ji qaşûlê xwe derkeve û ji vê pêwîstiyê jî alavên GÊREKIRINÊ derketin. Pişt re divîbû zad di cihekî de hatiba parastin û ji bo vê pêwîstî bi Kewaran çêbû. Ji bo çêkirina Kewaran divîbû herî bi mû an bi kayê hatiba sitirandin û teşedayîn. Zad ji bo bikaribe were xwarin, divîbû hatiba hêrandin û biketa rewşa ard. Ji bo vê di navbera kevirên giran re hatiba derbaskirin ku hûr hûr bibaya. Karê aş û qeraşiyê jî li ser vî bingehî li pêş ket. Piştî bidestxistina ard, bi avê hat sitirandin û vê carê ji bo pijandinê pêwîstî bi çarber û tenûran hat dîtin…

Bêguman her malbat, her Mirov ango her koma mirovan nikarîbûn wekî hev her karî bikin û hilberînê bidest bixin. Ji xwe ji sedema karê pê radibin, dewlemendiya xwezaya li ser dijîn û sedemên hwd. ev ne gengaz jî bû. Hinek malbat zêdetir bi kedîkirina pez mijûl dibûn, hinek zêdetir bi çandiniyê, hinek zêdetir bi çêkirina alavan…

Bi vê sedemê li gel hinek malbatan şîr, mast, penêr, nîvişk, hirî û hêk zêdetir peyde dibû; li gel hinek malbatan jî ev kêm bûn an tinebûn û li cihê vana, goz, mewîj, sêv, nan û zad peyde dibûn. Divê ev malbatên xwediyê xwarinên cuda li cihekî hatibana gel hev û xwarinên xwe bi hev bidana guhertin ku ji hilberînên hev sûd bigirtana û kêmasiyên xwe temam bikrana. Bi vê sedemê di navbera mirovan de karê danûsitendinê, pêguherînê û ji bo vê jî cihê pêguherînê SÛK derket holê. Bi rûdayîna van sûkan re kesên destê wan xwedî huner jî herikîn van deran û alavên çêdikirin xwestin li van deran bi xwarin, caw û pêdiviyên din re biguherin û bi vî awahî rêka jiyanê li ber xwe vekin. Bi vî awahî êdî kesên cotkar û baxçevan ji pêwîstiya çêkirina alavê xwe bi destê xwe jî rizgar dibûn û ji bo karê wana bêhtir dem ji wan re dima. Berê bi keda deh şevan bi kotekî dikarîbûn dasekê, tevrekî yan jî gîsinekî çêbikin, lê vê carê dikarîbûn di bêhnekê de bi dayîna çend kîs zad ji yekê zêdetir das, tevir an gîsn bidest bixin û bi vê yekê hilberîna xwe zêdetir bikin.

Bi vê beşbûna kar li derdora van sûkan bajar û bi bajaran re jî şaristanî li pêş ket ku ev sûk ji xwe di destpêka xwe de li nêzî Zîgûrat an perezgehên olî li pêş dikevin.

Tê dîtin ku Mirov bi tena serê xwe û ji ber xwe ve nebûye Mirov û nebûye xwediyê şaristaniyê. Di her pêngava Mirov de keda giştiya Mirovan heye û şaristanî li ser vê keda giştî li pêş ketiye. Ev ked jî çanda mirov a jiyanê ye. Mirov ji bo bikaribe jiyan bike him xwe guhertiye û him derdora xwe daye guhertin. Bi vê guhertinê jî ji xwe re çandeke jiyanê afirandiye û bi vê çandê li hemberî xwezayê ji serdema hovitiyê hatiye serdema şaristaniyê …

 

***

 

ŞOREŞA ÇANDINIYÊ (ŞOREŞA GUND/ŞOREŞA NEOLÎTÎK)

 

Şopên Şoreşa Neolîtîkê heta niha wekî dîrokên herî kevin li kêleka Dîcle û Firatê hatine dîtin. Şoreşa Neolîtîkê di cewherê xwe de şoreşeke gund e ku bi destpêkirina çandinî û kedîkirin û xwedîkirina ajalan destpê dike. Erdkolanên li Erganiya Amedê, li Çemê Kote-Ber, li Batman-Çemê Xalan, li Riha-Sêwerek, li Newala Çorê derxistine holê ku B.Z. bi deh hezar salan mirovan li van deran dest bi çandinî û kedîkirinê kirine. Di binê girên li navbera Dîcle û Firatê niha jî bi dehan bermahiyên gundan radizên. Di zimanê Luwiyan de ‘gund’ tê wateya ‘welatê cihê bilind’. Ev peyv bi pêvajoyê re wekî ‘Kondwana’, ‘Kurdian’ û ‘Kurdistan’ hatiye binavkirin.

Civaka Neolîtîk B.Z. di navbera hezarsalên şeş û çaran de li Dîcle ya Navîn û li kêlekên Firatê li pêş ketiye. Ev çand dema digîhêje çanda Xelefbûnê (Til-Xelef) B.Z. bi şeş hezar salan li Bakurê Afrîqa, Misir, Firat a Jêrîn, Kendava Basra, Anatolya Navîn-Çatalhoyuk tê dîtin.

B.Z. bi pênc hezar salan li Qafqasya, Bakurê Behra Reş, Balkanan, Rojhilatê Bakurê Îranê, Hindistan-li kêleka çemê Pêncav û li kêleka çemê Îndûsê tê dîtin.

B.Z. bi çar hezar salan ev çand digîhêje Çîn û Ewropayê û B.Z. bi sê hezar salan jî derbasî Amerîka dibe.

Li gorî nêrîna zanyarên tên pejirandin şoreşa neolîtîk ji Mezopotamya vegirtiye van cih û waran tevan. Kêmek nêrîn jî dibêjin ku ev çand li Mezopotamya, Hîndî-Çîn û li Meksîka (Amerîka Navîn) ji hev serbixwe li pêş ketiye.

Di çanda Til-Xelef(gundek li kêleka Dîcle) de, ji bo şaristaniyê hemû alavên pêwîst hatine çêkirin. Firaxên ji heriya pijiyayî, bivir, gîsin, teşî, hûnandina hiriyê, destar, hûrkirina zad, avakirina giştiya gundekî(mîmarî), tekerlek, alavên nêvî maden-nêvî dar an hestî, alavên ji kevirê sifir, pejirandina stêrkan wekî rênîşanê, bîrdoziya spartî têgeha Xwedawenî… tev berhemên vê çandê ne. Di dîroka mirovahiyê de pêşketinên qasî vana grîng tenê P.Z. di serdema di navbera 16 û 20an de tên dîtin.

Îroj jî li gelek gundên Kurdistanê mirov dikare bi xurtahî şopên vê çandê û berhemên şoreşa neolîtîk bibîne. Qatûf, zembîl û cembî jî berhemên vê demê ne. Ji wê rojê û vir ve, li zozanan di jiyana koçeran de kêm tişt hatine guhertin. Konê koçeran, tifika wan, jiyana di nava hev de, di dema neolîtîkê de jî kêm zêde wekî ya roja me bûn. Dîsa li gundên Kurdistanê yên jiyana xwe bi çandiniyê bidest dixin jî kêm alavên şoreşa pêşesaziyê tev li kar û xebata çandiniyê bûne. Tevr û bêr, çape, cokên avdanê, miştaxe… tev di dema neolîtîkê de hatine dîtin û heta roja me bi guhertinên tenê teşeyî hebûna xwe domandine. Den û şerbikên îroj jî ji bo avê tên bikaranîn, hîn ji dema neolîtîkê tên. Wê demê hesin hîn nedihat bikaranîn; ji ber vê yekê, sênî, lalîk û firaxên din ên xwarin û vexwarinê tev ji axa gêl (kîl) dihatin çêkirin. Ji bo strana axa gêlê divîbû hatiba şilkirin. Lê hevîrê şil dema dixistin nava agir, diqelişî. Ji bo neqelişe, divîbû ava tevlê dibe hêdî bi hêdî li ber tavê yan jî bi bandora agir hatiba ziwakirin, pişt re biavêtana tenûrê. Agirê tenûrê divîbû germahiyeke 600 santîgrad-dereceyî bidaya ku gêl têde pijiyaba û hatiba rewşa bikaranînê.

Dîsa bi teşiyê çêkirina tayê zirav û bi sîxik û tevnê hûnandin û rîsandina van tayan; ji vê yekê çêkirina caw û dezgehên bikaranîna caw jî ji dema neolîtîkê tên heta roja me.

Evqas dahênên(îcadên) di dema neolîtîkê de hatine dîtin tev berhemên jinê bûn. Ji delîlên etnografîk tê zanîn ku kîmya ya çêkirina firaxan, fîzîka hûnandina ta, makenîka dezgehê rîsandinê, botanîka çandiniya pembo(kitan) ji hêla jinê ve dihatin zanîn. Lê belê xwedîkirina pez û dawaran, şivantî û gavantiya van û firax û alavên ji bo van karan pêwîst bûn, mirov dikare bêje berhemên zilaman bûn. Aboriya Neolîtîkê wekî tê zanîn bi du aliyan bû; çandiniya şînatiyê û xwedîkirina ajalan.

Gelê li ser xaka Kurdistanê jiyaye, bi gîhiştina asta aboriya neolîtîkê xwe gîhandiye asta xwe xwedîkirina bi tena serê xwe. Bi vê yekê her gundek wekî aboriyeke bi serê xwe têrî xwe bike, pêdiviyên xwe ji ser xaka xwe bidest xistiye û hewceyê derdorê nebûye. Ji bo vê jî bi salan û bi sed salan her gundekî têkiliya xwe ji derve biriye û bi derfetên xwe jiyaye. Ji ber ku erda van gundan û asta aboriya neolîtîkê gîhiştibûyê rê dida bidestxistina tevahiya pêdiviyên ji bo jiyana gundiyan, kesekî pêwîstî pê nedidît vê xêr û xweşiya neolîtîkê derbas bike. Ger berhemên ji erdê û ji ajalan tên têra wana nekiriba, dibe ku biketana nava lêgerîneke cuda û vê yekê jî rê li ber derbaskirina neolîtîkê vekiribaya. Lê di roja me de jî dema mirov diçe gundên li gelî û newalên çiyayên Kurdistanê, derdorên wekî Omeryan û Gabarê mirov bi hêsanî dibîne ku gundiyên li vir dijîn, bi salan bê ku dakevin sûkê dikarin xwe bi xwedî bikin. Ev xak ji şekirê gezo bigir, heta sabûnê, ji her cureyê fêkî bigir heta zad, ji xwedîkirina pez bigir heta çêkirina caw û pêlavan rê dide bidestxistina her berhemê.

Belê, bi vê sedemê gelê Kurdistanê yê ku pirahiya xwe li gundan jiyan dikir bi sedsalan pêwîstî pê nedîtiye neolîtîkê derbas bike û di neolîtîkê de asê maye. Bi sedema şerên li ser xaka Kurdistanê bê navber domiyane jî ev asêmabûn bûye nesaxiyeke domdar.

 

DEWLEMENDIYA ÇANDA HEYVIKA ZÊRÎN A BERHEMDAR

 

Heyvika Zêrîn navenda Şoreşa Neolîtîkê ye. Serikê rojavayê Heyvika Zêrîn xaka Misirê ye. Li vê derê çemê Nîlê jiyanê dide çola bê serûber. Her sal lehiyên radibin, kêlekên çem av didin û xaka wê dewlemend dikin. Di rêka çem re mirov dikarin tiştên xwe yên pir giran ji Başûrê vê xakê heta Behra Spî bînin û ji vir derbasî cihên din bikin.

Ji serikê rojavayê Heyvika Zêrîn ber bi navenda wê ve, cih û warên têr baran digrin hene ku li van deran bê avdan mirov dikare çandiniya dêm bike. Xaka Fîlîstîn û Sûriyê wiha ne. Ji Rojhilatê Libnanê heta çiyayên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser xakeke berfireh têrî çêreya pez û çandiniya dêm berf û baran dikeve. Lê belê bicihbûnên domdar li kêleka Firat, Colap, Xabûr, Dîcle û Zapê kom bûne û derneketine derdorên derveyî van deran.

Serikê rojhilatê Heyvika Zêrîn, jêrîna Dîcle û Firat e. Li vê derê derfeta avdanê û bi rêka avê birina barên giran heye ku bi vê bikêrhatiya xwe jêrîna Dîcle û Firatê weynê Nîlê dileyize.

Li navenda Heyvoka Zerîn zozanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê wekî çolekê ye ku ji berpalên çiyayên wê dorpêç dikin kanî û avzêyên bi kêrî avdana erd û baxçeyan tên diherikin ser û wê berhemdar dikin. Pey re li milê din ê çiyayên Belûcîstanê Ava Sind û Pêncav dirêj dibin. Li wê derê Çemê Îndûs bi şeş milên xwe, mercên li Mezopotamya bi awayekî mezintir afirandiye. Mirov li kêleka van avan û li kêleka avên biçûktir erdên beyar kolane û dest bi çandiniyê kirine.

Li rojavayê Îranê, li Silkê di lêkolînan de çandeke bi vî awahî hatiye dîtin. Di pêngava duyemîn a piştî Silkê de, êdî malên ji kerpîçên li ber tavê hatine ziwakirin tên lêkirin. Hesp di vê pêvajoyê de tev li ajalên kedî dibe. Dîsa bikaranîna sifrê tê dîtin, lê hîn bi awayê lêdanê-sar tê bikaranîn. Ji bo pijandina firaxên ji axê, tifikên taybet tên çêkirin.

Pişt re avabûneke sêyemîn li warekî nêzîkî Silka Duyem hatiye avakirin ku bi yek avê tên avdan. Di vê çandê de sifir(bakir) bi awayeke hilandî ji bo çêkirina firaxan hatiye bikaranîn. Ji derve zîv û zêr anîne. Li cihê çêkirina firaxan a bi destê xwe, çêkirina firaxan a li ser çarxeke bi lez dizîvire li pêş dikeve. Mirov ji bo xwedîtiya tiştên xwe diyar bikin, mohr bikar anîne. Li Sûriyê û li Asurê jî ev qonaxên li Silkê hatine dîtin şopên xwe hiştine. Li derdora Sikenderûnê heta Nînowayê şopa çanda neolîtîk hatiye dîtin. Li kêleka çemê Xabûrê, di nava kevnareyên gundê Xelef de berhemên çandî yên vî cihî hatine dîtin. Ligorîxwebûna vê çandê li derdora xwe jî bandorî kiriye û ji ber vê yekê berhemên vê çandê wekî Çanda Til-Xelef tê nasîn ango tê binavkirin. Mînak; li gundekî li kêleka gola Wanê, ji dema Til-Xelef civakeke pêşesaziya ji hêtûnên keviran camên volqanîk derdixin û rêdikin derve jiyaye. Firaxên çêkirine, bi hunermendiyeke hostayî nexşandine û di tenûrên taybetî de pijandine. Nivişt bi şibandina heyînên bi hêz hatine çêkirin û li ser wana şiklên efsûnî hatine xêzkirin û ev jî wekî mohrê bikar anîne. Çanda Til-Xelef li Mezopotamya Jêrîn, li kêleka bajarê Ûrê cihê xwe dide Çanda Alûbaîd. Pişt re li Asûr, li Nînowa û li Girê Gawra gundên hene, mezintir dibin. Li van deran mizgeftên ji kerpîçan lêkirine tên dîtin. Modelên erebeyên ji heriyê hatine çêkirin diyar dikin ku ev çand tekerlekê dinasin û erebe bikar anîne.

Di hezar salên serdema kalkolîtîkê de(serdema kevirê sifirê) sifir û tûnc, hêza kişandinê ya bi ajalan, alavên bi tekerlek, çarxa pîrot(çomlekvan), xişt(tûgla) û mohr ji aliyê gelên Rojhilatê Nêzîk ve hatine dîtin û bikar anîne. B.Z. bi sê hezar salan ev îcadên mirovahiyê digîhiştin Ege û Hindîstanê. Piştî vê bi hezar salî jî wê bigîhiştana Çîn û Brîtanyayê. Li derveyî Meksîka û Perûyê heta dema derengiya dîroka nivîskî yek tenê ji van îcadan jî negîhiştibûn Okyanûsê û Sahraya Mezin a Afrîqayê.

Bikaranîna lajwerdan (madenan) rê ji guhertinên mezin û encamên şoreşgerî re vedike ku di bikaranînê de divîbû ev çar îcad bibana yek:

1- Jêhatiniya lêxistina sifirê. 2- Jêhatiniya hilandina sifirê. 3- Ji cewherê sifrê derxistina sifra saf. 4- Tevlihevkirina sifirê ya bi madenên din re.

Sifir ne wekî kevirê heste ye ku tenê bi tûjkirinê were bikaranîn. Sifir him dikare were tewandin, bi lêdanê dikare were teşedayîn, him dikare tax tax were jêkirin û ziravkirin. Ev taybetmendiyên sifrê li Misrê û li ser xaka cermesoran jî dihat nasîn.

Wekî din sifir dema tê germkirin, wekî heriya pîrotan bi hêsanî dihat rewşa teşedayînê. Piştî dicemidî jî him rewşa teşe girtiye diparast û him jî qasî kevir qewîn dibû. Êdî li şûna alavên ji dar, hestî û keviran tên çêkirin, bi awayekî hêsantir, tûjtir û cûrbicûrtir alavên ji sifrê dikarîbûn werin bikaranîn. Ji bo alavên ji sifrê çêbikin, destpêkê qalibên wê ji heriyê çêdikirin. Pişt re sifir dihilandin û berdidan hundirê van qaliban. Dema dicemidî ev qalibên ji heriyê dişkandin û sifra di hundirê wê de cemidiye û teşe girtiye derdixistin. Êdî hostahiya wê li ser sifirkar dima.

Alaveke ji kevirê heste hatibû çêkirin dema dişkest êdî nedicebirî û divîbû bihata avêtin. Lê sifir ne wiha bû; bi lêdan û mihandinê dikarîbû careke din were tûjkirin û parçeyên şikestî dikarîbûn careke din werin hilandin û teşedayîn. Bi vî awayî her kesên xwediyê kevirên sifrê dikarîbûn ji xwe re alavan çêbikin. Ji xwe kevirên heste bi hezarên salan hatibûn bikaranîn û bi vê sedemê kêm bibûn, zêde nedihatin dîtin. Lê glokên kevirê sifirê tije li ber lingên mirovan bûn…

Piştî bikaranîna sifrê bi awayeke hilandî, mirov fêr bûn ku zîv(Ag), zirênc(Pb) û cela(Sn) tev li sifirê(Cu) bikin û xwe bigîhênin madena qewîntir. Ji tevlihevkirina sifir û celayê, tûnc hat bidestxistin û ev ji sifrê qewîntir bû. Bi vî awahî hunermendiya madenan li pêş ket; ji ber ku hilandin, teşedayîn, tevlihevkirin û neqişandina madenan hunermendî û hostahiyek – heta zanyariyek dixwest. Ev kar ji cotkarî û şivantiyê zahmetir bû û baldarî û zanabûn dixwest. Kesên bi vî karî mijûl dibûn, divîbû tevahiya dema xwe bidanayê; bi vê sedemê jî nikarîbûn karê çandinî yan jî xwedîkirinê bikin.

Wiha diyar e ku piştî beşa sêhirbazan, beşa civakî ya ji çandinî û xwedîkirinê cuda bûye û xwarin û vexwarina wan hatiye ber lingê wan kesên bi karê madenê mijûl bûne ne. Kesên alavên ji madenan çêkirine, pêdiviya kesên çandinî çû xwedîkirinê dikin bersivandine, li hemberî vê jî kesên çandinî û xwedîkirinê dikin , li hemberî alavên ji madenkeran sitendine, xwarina di destê xwe de dane.

Ji aliyê cotkar an gundiyan ve pejirandina alavên ji madenan hatine çêkirin, bi vî awahî çîneke nû ya di aboriya Neolîtîkê de nîne derdixe holê û ev yek bi xwe re taybetmendiya aboriya neolîtîkê ya têrî xwe dike jî hildiweşîne. Cotkar alava pêdiviya wî pê heye ger bi xwe nikaribe çêbike, divê biçe ji sûkê bikire. Ji bo bikaribe bikire jî divîbû hinek tişt wekî beramberê wê bidaya. Wê demê tişt bi hev dihatin guhertin. Tê zanîn ku heta van salên dawiyê jî li gundên Kurdistanê pêguhertina tiştan didomiya. Cotkar jî ji bo alava pêdiviya wî pê heye bi dest bixe, pêwîst bû hin tiştên ji erdê xwe, yan ji pezê xwe bidest xistiye bibe sûkê û pê biguhere. Bi vê sedemê dema erdê xwe diçand ango pez bi xwedî dikir pêwîst bû ji pêdiviya xwe ya jiyanî zêdetir hilberînê bike. Bi vî awahî hilberîna zêde derket holê. Cotkar û şivan qasî xwedîkirina xwe êdî xwedîkirina çîna zanatkaran jî hildigirtin ser xwe. Madenê sifirê li her derê nedihat dîtin û herkesî nikarîbû roja xwe bidaya çêkirina alaveke ji sifirê û ji xwe kirîna wê ya ji sûkê hêsantir û rehetir bû. Buhayê wê tenê hilberîna zêde bû. Lê hilberîna zêde jî dihat wateya hilweşîna aboriya neolîtîkê.

Aboriya neolîtîkê ji ber ku sipartî hilberîneke têrî xwe bike bû, kes ji kesî ne dewlemendtir bû û bi vê sedemê kesî bîr nedibir serdestî yan zordariyê li ser kesî bike. Lê bi derketina hilberîna zêde re ramana xwedîderketina li vê hilberîna zêde jî li pêş ket û êdî newekheviyê rû da.

Ji bo hilberîn were zêdekirin, di cotkariyê de divîbû gav hatiba avêtin. Ji bo vê jî li şûna çapeyê di destê jinê de, gîsinê bi hêza ga tê kişandin hat dîtin. Ev gîsin destpêkê ji dar hatibû çêkirin, lê pişt re maden bi ser vekirin. Wiha tê texmînkirin ku B.Z. bi sê hezar salan li Mezopotamya û li Misirê gîsin hatiye bikaranîn.

Bi derketina gîsin, jin ji karekî zahmet ê çapekirinê rizgar dibe, lê bi vê rizgarbûnê girîngiya rewşa jinê ya ji hilberîna zad dihat, ji destê jinê derdikeve û jin di karê civakî de dikeve rewşeke paşdetir. Ji sedema ku ga bi destê zilam dihat ajotin, êdî di hilberînê de weyna jinê ji holê radibe, ya zilam derdikeve pêş. Heta gîsin nehatibû dîtin, hilberîn bi çapeyê di destê jinê de dihat kirin û vê yekê li hemberî zilam weyneke pêşemîn dida jinê. Lê bi derketina gîsin û bikaranîna hêza ga, zilam vê weynê ji destê jinê digre û berê jinê ji nava erd dide malê. Jina berê wê dikeve malê êdî roj bi roj di warê aborî de tê rewşa çavên wê li ber destê zilam be.

Di cotkariyê de piştî bikaranîna hêza ga, hêza ajalên wekî ker, hesp, hêştir û alava wekî tekerlekê tê bikaranîn û ji hêza ba û avê jî sûd tê girtin. Aşên li ser ba û avê kar dikin, berhemên şoreşa neolîtîkê ne. Cureyên lotke(kayik) bixêlî û kelekan jî di vê demê de di barkişandinê de hatine bikaranîn. Bi vî awahî jî di navbera gelan de danûsitendin û li ser vê tacirî li pêş ketiye.

Tê dîtin ku her di warê çanda mirov de pêşketin çêdibe wekheviya di navbera mirovan de jî hildiweşe. Derketina alaveke nû bi xwe re awayê hilberîna nû derdixe û ev jî bi xwe re di warê jiyana mirov de guhertinê çêdike. Çanda mirov bi alavên nû derdikeve dewlemend dibe, lê ev dewlemendî bi xwe re newekheviyê, newekhevî jî serdestiyê, ew jî şer û kuştinê tîne. Mirov dema çanda xwe li pêş dixe bêguman nizane ku wê ev encamên xerab jê derkevin. Ew pêşveçûnê ji bo hêsankirin û xweşkirina jiyana xwe û bikaranîna pêdiviyên jiyanî li hemberî xwezayê pêk tîne. Lê her pêşketinek bi xwe re qasî rehetiyan, encamên nayên texmînkirin jî tîne. Mirovê gîsin dît û ga ajot ber, berya bi xwe serê ga bikişîne nedihizirî ku wê jinê ji karê hilberînê veqetîne û rêbike malê. Jina ji karê hilberînê veqetiya û berê wê ket malê jî nedihizirî ku mal wê bibe cihê têkçûna wê û heta roja me biajo…

 

ŞOREŞA BAJARBÛNÊ

 

Mirovê roja me bajarbûnê wekî encameke pêwîst a Şoreşa Pêşesaziyê dibîne, lê ev yek şaş e. Bajarbûna îroj şoreşa bajarbûna duwem e. Şoreşa bajarbûna yekem, berya neh-deh hezar salan li Rojhilata Navîn destpê kiriye û bi pêşveçûna hilberîna çandinî re li tevahiya cîhanê belav bûye.

Bi pêşveçûna şoreşa neolîtîkê êdî mirov dikarin hilberîna zêde bi dest bixin. Dema hilberîna zêde çêdibe, mirovên dikarin bi vê hilberîna zêde jiyana xwe bimeşînin, li hinek cih û warên taybetî kom dibin. Ev cih û war li derdora xaniyên keşeyan(rahib) ku karê wan zanîna rewşa hewayê ji ezman e, ava dibin. Ev der cih û warên biçûk in, lê gelheya wan gelek e. Her ku hilberîna zêde bêhtir tê bidestxistin, ev cih jî ji aliyê gelheyî ve qelebalixtir dibin. Çandinî û xwedkirin li ser xakên berfireh ên li derdora van cih û waran û li ser mêrg û çîmenên hîn dûrtir tê meşandin. Bi vî awahî ev cih û war dibin wekî navendeke gelek gundan û ji ber vê yekê wekî bajar û bajarokan tên binavkirin.

Di şoreşa bajarbûnê de, ji çandiniya dêm derbasbûna çandiniya avî ya bi keda mirov (bi kolandin û lêkirina cokan) gaveke grîng e. Bi vî awahî li ser xakên berfireh ên beyar, derfeta hilberînê çêbûye û ji bo pêkanîna vê hilberînê karkirin û ji bo karkirinê jî pêwîstî bi hatina cem hev a hijmareke zêdetir mirovan çêbûye.

Li Mezopotamya xakên navbera Dîcle û Firatê, li Misrê kêlekên Nîlê, li Hîndistanê Îndûs, li Wîetnamê Me-Kong, li Çînê Çemê Zer û xakên derdorê bûne cihên çandiniya avî û warên împaratoriyên xurt. Taybetmendiya van xakan ev bû ku ne tenê bi kêrî avdanê dihatin, her sal dema berf dihiliya û lehî radibû ev xak bi xaka aluvyon dihatin xwedîkirin û zibilkirin. Zêdebûna avê, xaka bi aluvyon û germahiya têr a hewayê rê dida ku di salê de çend caran hilberîn were bidestxistin.

Ji bo avdana van xakên berfireh pêwîstî bi sazûmana cokan, ji bo çêkirina cokan jî pêwîstî bi sazûmana mîmariyê û ji bo xwedîderketina li vî karî jî pêwîstî bi rêvebiriyeke xurt hebû. Ji bo bikaranîna vê sazûmanê ya bi awayeke baş jî pêwîstî bi zanîna rewşa hewayê dihat dîtin. Divîbû demên hatina baranê û rabûna lehiyan hatiba zanîn ku çandinî bi awayeke berhemdar pêk bihata. Ji bo vî karî jî divîbû oldar (keşe/rahib) berê xwe bidana ezmanan, bi Xwedê re axiftibana û alîkarî jê xwestibana… Ev têkilvaniya di navbera erd û ezman de bi xwe re zanistiya ezman aniye û li ser rewşa ezmên, tevgera hewayê ya li gorî demsalan, zanistî li pêş ketiye. Ji ber vê yekê zanistî û zanyariya ezmên destpêkê li ser xaka Mezopotamya derdikeve û li pêş dikeve.

Zîgûratên Asûrî û Sumeriyan li Babîlê ava kirine, him wekî mizgeftê, him jî wekî cihên çavdêriyê dihatin bikaranîn. Keşe derdiket jora zîgûratê û bi çavdêriya li ezman dikir, dirêjiya salê, girtina roj û heyvê, dema çandinî û çinînê, dema baran û lehiyan û hwd. têdigîhişt û ji cotkaran re digot. Cotkaran zadê xwe li gorî vê zanistiyê diçandin û radikirin. Bi vê yekê jî di hilberînê de zêdebûn û pêşveçûn dihat çêkirin ku bi vê sedemê jî gel pêwîstî nêzîkbûna Zîgûratê dima.

Zêdebûna hilberîna zêde bajarbûn, bajarbûnê jî parvekirina karê bajartiyê li pêş dixe. Parvekirina kar jî, di kar de hostebûn, hostebûnê jî kifş û îcatên nû derxistine holê. Bi vî awahî karên wekî çêkirina selik û firaxan, hûnandin û rîsandina hirî û pembo, dezgehên çêkirina tej û caw û teknîka bikaranîna wan, madenvaniya wekî sifirkarî û hesinkariyê, çêkirina kerpîç, den û şerbikan, lêkirina avahiyên aqid, keştiyên bi xêlî, erebeyên bi tekerlek, dîtina nivîs û bîrkariyê, bikaranîna pereyê zîv, pîvan û weznê derdikevin holê û warên mirovên van karan dikin, li bajaran li kêleka hev rêz dibin.

Di encama vê gavavêtina hilberîn û karkirinê de, berhem û hebûn di destê hinek malbatan de kom dibe ku ev malbat serkêşên mizgeft û zîgûratan û kesên nêzî wan in. bi vî awahî cara yekem kesên rêve dibin û kesên tên rêvebirin ji hev cuda dibin û li ser bingehê vê cudahiyê civak tê beşkirin. Yên rêvebir ji bo parastina rewşa xwe ya nû pêwîstî bi sazkirina sazûmaneke karîgeriyê dibînin û li ser vî bingehî sazûmana dewlet û ji bo parastina dewletê jî hêzên çekdar ango artêş tê avakirin. Gel jî wekî kesên tên rêvebirin pêwîstî pejirandina dewletê û xizmetkirina ji dewletê re dimînin.

Bi vê beşbûna civakê re êdî beşbûnên wekî gundî-bajarî, xwende-naşî, dewlemend-feqîr, cotkar-esnaf, hilberînêr-xerîdar (qedanêr) jî derdikevin holê. Dema civak bi vî awahî bi beşkirinê re rû bi rû dimîne, ew wekheviya berê hildiweşe û bêguman bi xwe re têkiliyên di navbera mirovan de yên berê jî hildiweşîne û pêwîstiyê bi avakirin û sazkirina têkiliyên nû dibîne. Li ser vî bingehî jî di navbera mirov û beşên civakê de rêzikên maf û danûsitendina nû bi xwe re têgiha dad, siza, mal, mulk û hwd.diafirîne.

Êdî li bajarekî ne mirovên wekhev û azad ên bi keda xwe jiyan dikin, mirovên wekî rêvebir, leşker, tacir, hunermend, zanyar ên ji hilberînê qut bûne dijiyan û vana bi hiberîna zêde ya di destê gundiyên bi zora artêşa dewletê tên xebitandin dihatin xwedîkirin. Malbatên gundî, cotkar, şivan û gavan êdî ji bo bikaribin jiyan bikin pêwîstî xwedîkirina bajariyan bibûn û ji bo vê jî pêwîstî karkirin û kedrijandina zêde bibûn ku bikaribin hilberîna zêde bidestbixin û zikê vê çîna qedanêr têr bikin. Çîna qedanêr ji bo vê rewşa nû bidestxistiye winda neke her roj pêwîstî bi xurtkirina hêza di dest xwe de didît. Ji vê yekê jî dewletên mezin, artêşên xurt û rêvebirên bi hêz derketin. Bêguman çîna esnaf û bêşekaran(zanatkaran) jî li gorî pêdiviyên nû pêwîstî bi xurtkirina huner û bêşeya xwe didîtin ku vê yekê jî di çanda bajarvanî de pêşketin bi xwe re dianîn. Her roj pêwîstiya avakirina bajarên nû û bi vê re xwesteka bidestxistina van bajaran û dewlemendiya li van bajaran derdiket holê…

 

ÇANDA BAJARVANIYÊ

 

Mirov dikare bêje ku bajarên destpêkê ji ber xwe ve, di encama kombûna li ser hev a li jorê hat diyarkirin de çêbûne û bi vê sedemê jî bê plan û bê avahiya jêrîn in. Lê pişt re bi bihîstina pêwîstiya bajaran, li ser bajarvaniyê jî ramandin çêdibe û êdî bi destê mirovan bajar tên çêkirin, him jî bi awayeke çêkirina plan û projeyan.

Di çêkirina van bajaran de rêkên wê, cokên serşokê, cokên ava qirêjî, cihê dikanan, ê malan, warên rêvebiriyê û di navenda van de li cihekî bilind Zîgûrat û Mizgefta xwedawenê tev di nava rêxistiniyek û sazûmanekê de dihatin projekirin. Ji lêkolînên binê erdê ev plan û projeyên li ser kerpîçan hatine xêzkirin bidest ketine.

Di avakirina zîgûratan de pir ked hatiye rijandin. Mezinbûna wan ne kêmî 75×30 metreyan e. Li kêleka wana, mizgefteke din a qasî wana, bilind dibe. Ev tev ji kerpîçên li ber tavê hatine ziwakirin lêdikirin. Dîwarên kêlekan ên zîgûratê bi mêyl in û hîn dema heriya wê şil bû, bi hezaran tasên ji kîlê hatine çêkirin, bi lêdanê di van dîwaran de çikandine û bi vî awahî dîwar pir qewîn kirine. Zîgûrat qat li ser qatê hatine avakirin û bi qeydikan rê ji qatekê diçe qata din. Derî ji darên çamê yên ji welatên derve anîne hatine çêkirin.

Ji bo çêkirina van mizgeftan tê dîtin ku bi hezaran tasikên ji gêlê(kîlê),bi hezaran kerpîç, dar û ji bo bidestxistin û lêkirina vana jî pêwîstî bi karkirina bi sedan mirovan hatiye dîtin. Yanê keşe an komek keşe nikarin cîhekî wiha bê alîkariya gel ava bikin. Di avakirina zîgûrat û mizgeftan de dibe ku gel bi bayê xiroşiya(galeyan) olî bi dil û can kar kiribin. Ev wekî kevneşopiyekê niha jî li Kurdistanê didome. Dema mizgeftek tê avakirin gundî tev bê mişe (heqdest) diçin alîkariyê. Di jiyana gundiyên Kurdistanê de palûte hîn jî xwediyê wateyeke grîng e û bê heqdest tê kirin.

Mirovên di avakirina zîgûrat û mizgeftên xwedawenan de kar kirine ne ji bo palûteyeke rojek-du rojan, kêm kêm bi mehan kar kirine. Bi vê sedemê keşe û rêvebirên mizgeftê pêwîst bûn zikê karkeran têr bikin ku avahî bi lez û ji dil hatiba lêkirin. Ji bo vê jî divîbûn bandora xwe ya olî li ser girseyên gel bi xurtahî pêk anîbana ku ji her malbatê ji wana re qurban, diyarî û zikeya xwarin û vexwarinê hatiba.

Ji xwe hatina mizgefta xwedawenan ji ber xwe bû. Ciwanên digîhiştin çaxê balixbûnê, bi qeflek diyarî diçûn ku fêrî hezkirin û evînê bibin. Bi vî awahî keşe û xwedawen ji her alî ve berhemên hilberîna salê ber bi xwe ve herikandine. Ji bo berdewamiya vê herikînê bawerî û bîrdoziyeke xurt a olî dane mirovan. Mirovan jî ew wekî nûnerên xwedê yên li jêrê pejirandine û rêzdarî û tirsa li hemberî xwedê dixwestin nîşan bidin, li hemberî van nûneran jî nîşan dane. Dîsa ji bo lehî, nexweşî, eş û erdhejan bi ser wan de nebarînin, qurban, diyarî û zikeya dixwestin pêşkêşî xwedayan bikin, bi rêka van nûneran dikirin.

Bi vî awahî li derdora zîgûrat û mizgeftan birek mirovên ji dil kar dikin kom bûn. Dibe ku gelek mirovên bi tena serê xwe nikarîbûn hilberînê bikin û zikê xwe têr bikin, dihatin di van mizgeft û zîgûratan de karên wekî qutkirina daran, sitrana heriyê, çêkirin û lêkirina kerpîçan, kişandina axê, pijandin û belavkirina xwarinê û hwd. dikirin û bi vî awahî xwarina zikê xwe bidest dixistin. Ji vî karî re niha jî li Kurdistanê ‘karê nanê zikê’ tê gotin û wekî çandekê heta roja me jî didome. Îroj jî li Kurdistanê kesên bi nanê zikê li ber mala şêx, li ber deriyê mizgeftê, li ber mala axê û hwd. kar dikin hene. Diyar e ku rehên karê nanê zikê heta wê rojê dirêj dibin û ev yek bûye bingehê koletiyê. Mirov dikare vî awayê koletiyê wekî koletiya ji dil bi nav bike ku koletiya bi zordarî pişt re li ber vê tê lipêşxistin.

Di Rojhilata Navîn de bingehê çanda koletiya ji dil hîn jî xurt e. Mirov ji şêx, axa, beg û serikeşîran re xulamtiyê bi salan dikin. Gavek pêşdetir a vê xulamtiyê, xizmeta ji dewletê re ye. Dewlet a li ser bingehê zîgûratan bilind bûye, di roja me de jî bi hezaran mirovan bi nanê zikê dide karkirin û bi hezaran mirov ji dil jê re kar dikin, ji bo wê xwîna mirovan bê tirs dirijînin. Koletiya ji dil ji bo dewletê tê kirin, dike ku ev sazûmana kevnare hîn bi awayeke xurt li ser lingan bimîne û zordariya xwe ya li ser maf û azadiya mirovan bidomîne.

Li Rojhilata Navîn cihgirtina di nava tarîqat, mezhep û rêxistinan de jî bi awayekî dişibe koletiya ji dil. Girêdana bi awayeke murîdî vê yekê nîşan dide. Ji bo vê mirovê Rojhilata Navîn zû bi zû nikare qedera xwe bixe destê xwe û rêka pêşketinê li pêşya xwe veke. Her hin hêz an kesên din qedera wî/wê xêz dikin û wî/wê li pey xwe dixirikînin…

Bi lêkirina bajaran re li kêleka mirovan, pêdivî bi hesapkirin û danîna hinek nîşanan hebû. Ewqas hilberîna dihat û diçû divîbû hatiba zanîn. Di hişê xwe de girtina hesabeke wiha berfireh zahmet bû. Ji bo vê kesên bi vî karî re mijûl dibûn, ji xwe re û di navbera xwe de, hin nîşane danîn û ev yek bû bingehê nivîsandin û hesapkirinê. Li ser çerm, li ser qalibê kerpîç û heriyê nîşaneya were danîn divîbû hevpar ba ya ku ji aliyê herkesî ve hatiba zanîn. Ji van nîşaneyên hevpar re ‘nivîs’ hat gotin û ji B.Z. bi sê hezar salan mirovan hesabên xwe, hestên xwe, ramanên xwe bi nîşaneyan diyar kirine û heta roja me mîrate hiştine.

Dema zanyarên zimanzan(fîlolog) van nivîsên berya pênc hezar salan dixwînin, têgîhiştina wan zêdetir ji kar, xebat û çanda bajarvaniya wê demê re çêdibe:

Bajarên wê demê yan bi xendekekê, yan bi bendekê dihatin dorpêçkirin. Bi vî awahî xwe ji êrîşên ji derve werin diparastin û cara yekem dibûn xwediyê cîhaneke li gorî xwe. Mirovên li van bajaran dijiyan, li derdora bajêr cokên avê kolane û bendav lêkirine. Erdên beyar fetihandine û baxçeyên bi xêr û bêr çandine. Bi rêka cokan ji cihên dûr ava paqij anîne bajêr û ava qirêj a li bajêr derxistine derve.

Li navenda bajêr li cihê herî bilind zîgûrat cih digre. Zîgûrat ne tenê îbadetxaneyek ango çavdêrxaneyek e; pê re cihê komkirina hilberîna zêde û qûtê salê ye jî. Di hundirê wê de gelek kewar û dikan hene. Erdên ji aliyê gel ve dihatin çandin bêhtir para xwedê ango nûnerê xwedê bûn; ji bo vê hilberîna ji van erdan dihat, diherikî kewarên zîgûratê.

Di mizgefta xwedawenan de sazûmaneke wiha hatibû avakirin:

Ji bo pijandina nan, 27 jinan kar dikirin û heqdestê wana bi ceh dihat dayîn. Dîsa 25 kes erkdarê çêkirina bîrayê bûn. Qasî 40 jinan hiriya pezê nûnerê xwedawenê dirîstin. Bi vî awahî li kêleka memûr, nivîskar, keşe, jinên hûnandin û rîsandinê dikin, sifirkarek û bêşekarên din jî hebûn. Alavên wekî gîsin, tevir û bêr, teşî, destar, erebe, keştî, ajalên barkişanê yên bi wana kar dihatin kirin tev malê zîgûrat û mizgeftê bûn ku ev bi serê xwe dewlemendiyek bûn. Yanê mirovên bi van alavan kar dikirin ne xwediyê van alavan bûn.

Wekî din, bêşekaran dikanên xwe li derdora zîgûrat û mizgeftan ava dikirin ku bikaribin di bin siya baskên wan de bi ewlekarî karê xwe rêve bibin. Ji bo vê jî berhemên derdixistin pêwîst bûn bifroşin ango bidin nûnerên mala xwedê û ji bo bikaribin zikê xwe û yê malbata xwe têr bikin jî pêwîst bûn destê xwe li ber kewara nûnerên xwedê vekin. Dema têkiliyeke wiha di navbera bêşekar û nûnerên xwedê de tê avakirin, bêguman azadiya bêşekaran jî roj bi roj cihê xwe dide girêdana ji pêwîstî ya bi nûnerên xwedê ve û dibûn diranek ji çerxa mala xwedê.

Bi vî awahî sazûmana zîgûrat û mizgeftan rê li ber hilberîna zêde vekiriye. Ev hilberîna zêde li mala xwedê kom bûye û demek hatiye ku herkesî xwe wekî diraneke ji çerxa sazûmana mala xwedê dîtiye. Zêrevanê mala xwedê ango nûnerê xwedê û nûnera xwedawenê yê/ya li erdê jî karê zîvirandin û rêvebirina vê çerxa sazûmanê hilgirtine ser xwe. Bi demê re zîgûratê bandora xwe li ser mizgefta xwedawenê jî kiriye û ew jî kiriye diraneke ji çerxa sazûmana xwe. Ji ber ku karê olî, bîrdozî, astronomî, û xwezayî tev li zîgûratê dihat meşandin û bêhtir karê kêfxweşî û demborandinê li ser mizgefta xwedawenê mabû, şikandina bandora wê ya di warê rêvebiriyê de û girêdana wê ya bi zîgûratê ve bê xwînrijandin hatibû çêkirin. Dîsa ji sedema ku keşe û rêvebirên zîgûratê zilam bûn, serdestiya zîgûratê ya li ser mizgefta xwedawenê bi xwe re serdestiya zilam a li ser jinê jî anî û bi bidestxistina serdestiya zilam a li ser jinê êdî sazûmana bajarvaniyê bi tevahî bû sazûmana zilam û di her aliyê jiyanê de, li ser civakê û jinê bandora xwe ava kir û meşand. Tê zanîn ev bandor heta roja me jî didome.

Desthilatdariya zilam a li ser jinê destpêkê li ser xaka Mezopotamya derket holê û ev newekhevî wekî pirsgirêka herî bingehîn û giran di roja me de jî li hêviya çareseriyeke lezgîn û dadmendî ye. Di hundirê malê de û di civakê de bandora zilam li ser jinê, dîsa bandora olê û sazûmana zilam li ser jinê dike ku rêka jiyanê ji jinê re nemîne û bi destê xwe dawî li jiyana xwe bîne. Çanda bajarvaniyê (şarevaniyê) her çiqasî di dîroka mirovahiyê de pêngaveke mezin afirandibe jî, ev bêmafiya di navbera zilam û jinê de jî bi xwe re aniye.

 

SUMER –ŞARISTANIYA LI KÊLEKA DÎJLE Û FIRATÊ- ÇANDA DEWLETBÛNÊ

 

 

Dewlet sazûmana desthilatdariya li ser berhemên keda mirovan hatiye avakirin e. Ji civaka neolîtîk derbasbûna civaka koledarî bi Sumeran destpê dibe, ango dewleta cara yekem, îcada Sumeriyan e. mirov rehên hemû berhemên çanda bi dewletbûnê hatine afirandin dikare di dema Sumeran de bibîne. Çanda Til Xelef ji bo şaristaniyê hemû tiştên pêwîst îcad kirine. Bi dîtina nivîsê êdî tê gotin ku ‘Dîrok bi Sumeran dest pê dike’.

Taybetmendiya çanda Sumeran ew e ku keda mirov ji hilberîneke gelekî zêdeyê pêdiviya xwe re rê vekiriye û têkiliyên wekî kole û koledarî derxistiye holê. Sazûmana Sumeran pêk anîne, gîhiştina zîgûratên wekî mizgeftan, kargehên karkirina bi hev re tev navenda rêvebiriya civakî ne. Vê navendê nûnertiya Xwedê ya li ser ruyê erdê hilgirtiye ser xwe.

Bi rêka bikaranîna keda koleyan him hilberîn hatiye zêdekirin, him jî ji bo karê olî, zanyarî û rêvebirî dema vala bidest xistine. Pêşketinên madî û manewî bi hev re li pêş ketine. Malbat, mulkiyet, sazbûna olî ji nû ve hatine avakirin. Ramana xedayî li ser mejî û giyana mirovan bandoreke ji sedî sed çêdike. Di Sumeran de bi vî awayî çi hatibe kirin, bi navê Xwedê û li ser navê Xwedê hatiye kirin. Mirovan jî wiha bawer dikirin ku sazûmana keşeyan biriqîna sazûmana li ezmên e. Sumeran mîtolojiya xwe qulipandine teolojiyê; ev yek wekî dewlet û bîrdoziyê saz kirine û kirine bingehê ramanên olî, felsefî yên piştî xwe û dîsa cureyên saf ên wêje û hunerê jî pêk anîne.

Di dema Sumeran de berhemen çandî yê tevli xezîneya çanda mirovahiyê bûne gelek in, lê ji vana yên herî gring dîtina nivisê, matematîk û teqwîmê, mîtolojî û teolojiya yekemîn car berfirehbûyî, saziya dewletê, siyaset û çînbûn; zagon û dada nivîskî, bajarvanî, mizgeft, bêşekarî û navendîbûna ticaretê; mulkiyeta taybetî û ya kolektîf, malbata pîroz û xanedanî; wêjeya niviskî, destan, muzik, bindestkirina yekem û emperyalîzm û gelek têgihên heta roja me tên bikaranîn.

Bi kolekirina mirovan re, di navbera desthilatdariya zilam û jinê de pevçûna derdikeve jî bûye mijara mîtolojiya Sumeran.

Wekîdin di dîroka mirovahiyê de rola dîrokî ya şaristaniya Sumeran pir grîng e. Bi çêkirina civaka bi çîn, rê ji ferdparêziyê (ferdiyet) re hatiye vekirin. Lê belê ji sêhirbazî bigir heta pêximberiyê saziyên olî tev herdem xebitîne ku mirov bikişînin nava rêzikên civakê. Çanda zilamê desthilatdar jî bi rêkirina jinê ya hundirê malê re ji hêla Sumeran ve pêk hatiye. Dîsa şoreşa bajar û dewletê jî berhemeke çanda Sumeran e ku bingehê pîrahiya saziyên li bajar û dewletan îro hene, di wê rojê de hatiye avêtin. Saziyên aborî ji wê demê ve destpê bûne. Dîsa brokrasî (wek kraltî, meclîs, leşkerî, wezîrtî û hwd.) saziyên îdeolojîk, tev berhemên Sumeran in.

Encama mirov ji şaristaniya Sumeran derxe eve:

 

1- Şaristaniya koledariya Sumer li ser nirxên civaka Neolîtîk a Heyvoka Zêrîn a adan li pêş ketiye.

2- Dewlet wekî naverok û nasnameya civaka bi çîn cara yekem li Sumeran dertê holê.

3- Zanyariya Xweda (teolojî) zanyariya tekoşîna çînî ya Sumeran e û qasî teoriya Karl Marx a di derbarê pere û dewletê de bi nirx e û gring e.

4- Têkiliya di navbera zanyarî û felsefe-mîtolojî û ol de di Sumeran de berfireh hatiye destgirtin.

Şaristaniya Sumeran bi sazûmana dewletê ya ku di zîguratan de hatiye pêşvebirin, bûye bingehê-dendikê hemû cûreyên dewletan û vê yekê çandeke wiha derxistiye holê ku îroj mirovahî di vê asta gîhiştiyê de hîn nizane wê çi bixe şûna ve sazûmana dewletê. Xuya ye wê bandora vê çandê hîn çend sed salên din jî bidome.

 

 

NÛNER Û NÛNERTIYA XWEDA

 

Di destpêka demên dîroka nivîskî de “Dewlet” derdikeve holê. Rêvebirê bajêr taybetmendiyên “qralê zad” an “serdarê şer” di xwe de kom dikir. Rêvebirên bajaran ên tewrî kevin xwe di wateya cotkarê xaka xwedê diçîne de, bi navê “Îshakû” didan nasîn û kêm caran navê Lûgal (ango kral) bi xwe vekirine. Rêvebirê bajêr otorîteya xwe ji ser-xwedayê bajêr û hêza xwe ya sêhrê digirt. Di merasîmên her sal tên çêkirin de kral nûnertiya xwedê dike. Ev otorîteya sêhrê ya Îshakkû di şer de bi rêka rêbertiyê jî wekî hêzeke cîhanî hatiye qewînkirin. Rêvebirê bajêr ku wekî nûnerê xweda yê li erdê dihat nasîn, malbatên xwedê (yanê merivên xwe) wekî malbateke berfireh gîhandin hevûdu. Gelê Lagaşê xwedayên pê bawer dikirin wekî endamên malbateke pederşahî difikirîn. Li gorî vê di dema Ûrukagîna de Îshakû (kral) ser-keşeyê ser-xwedayê Nîngûrsû bû, jina wî jî ser-rahîbeya jina Nîngûrsû Baûyê bû. Îshakû wekî serdarê şer, fermandariya artêşa hemwelatiyan dikir. Li gorî nivîsên ji wê demê mane, yên diçûn şer dihat gotin ku xwedayên wan bajaran in û dema xetariyek dihat ser bajêr, nedigotin ‘parçeyek ji welatê me’, digotin, ‘zeviyek ji erdê xwedê di bin xetariyê de ye’. Şerê li ser xakê li ser navê xwedayan dihat kirin û dema aştî çêdibû jî lihevdûhatin dîsa li ser navê xwedayan pêk dihat.

Wekî nûnerê xwedayê qebîleyê Îshakû parçeyê tewrî mezin ê xaka klanê digirt û bêş kom dikir. (bêş-qamçûr di wê demê de diyariyên kevneşopî yên didan serdarê qebîleyê bûn). Dema di şerekî de serkeftin bi dest dixistin, ji talanê para tewrî mezin bi navê xwedê Îshaqû ji xwe re dipejirand. Bi vî awahî rêvebirê bajêr beşeke mezin a hilberina-zêde di destê xwe de kom dikir. Rêvebirên bajaran ji bo dilxweşkirina xwedayan qesr, qonax û mizgeftên nû ava dikirin. (Bi vê yekê xweda dikirin deyndarê xwe). Mesrefa van jî ji hilberîna zêde ya di destê wan de kombûye dîdan. Cewherê madenan jî di bin destê rêvebirê bajêr de bû û bi vî awahî bêşekar jî muhtacê wî bûn. Lê di bajêr de dîsa jî her tişt sedîsed neketiye bin bandora keyan. Rêxistiniya keşeyan aboriya xwe ya li gorî xwe parastine. Keyên bajêr hatine guhertin lê ev sazî (rexistin) her berdewam kiriye. Keyên bajar bi dest dixistin pirahî li hember mizgeftan (zîguratan) rêzdarî nîşan didan û dest keşeyan nedidan û qasî Keyê wan ê niştecî diyarî pêşkêşî wan dikirin. Di vê demê de welatê Sumer û Akad jî Berya Zayinê 2400 salan heta B.Z. 1800 salî gelek caran bûye warê bazirganiyê ku ji gelek bajarên biçûk ên dewletî pêk dihatin. Malên bazirganî, berhemên pêşesazî û hunerên bêşekarî li van dewletên biçûk (dewletokan) bi rehetî ji deverên dûr dihatin kirîn û firotîn. Bi vî awahî di rêka bazirganan re çandên deverên dûr û van dewletan bi hev re diketin nava têkiliyê. Dema bazirganek ji cîhekî dûr dihat, mirov li ser serê wî kom dibûn; li bejn û bala wî dinêrîn, cudahiya xwe û wî dianîn ber hev û li ser cihê jê hatiye dest bi pirsyariyê dikirin. Bazirganê ji devera dûr hatiye jî dema vedigerî welate xwe zanyarî, tecrûbe û keneşopiyên we civakê bi xwe re dibir. Kem zêde ji her çar aliyê cîhanê bazirgan dihatin bajarokên li kêleka Dîcle û Firatê. Ji bo vê ev bajar roj bi roj li pêş diketin, zêde dibûn û berhemên gring ên çandî rêdikirin her çar aliyê cîhanê.

 

Li Sumeran Çanda Perwerdeyê

 

Bi dîtina nivîsê û bikaranîna reqaman re pêdiviya keşeyan bi fêrbûna van jî çebû. Bi vî awahî dibistan bûn parçeyek ji mizgeftan. Nivîs destpêkê bi wêneyan hatiye nîşandayîn lê ev him zahmet bû û him gelek cih digirt. Pîşt re alavên di şiklê bizmaran de hatin bi karanîn. Ev alavên di şiklê bizmaran de, di heriyê de diçikandin (di dewisandin) û li gorî şopa dihêlin wate didan nivîsê. Ji bo vê ji nivîsa Mezopotamya re dibêjin cuneiform (nivîsa bizmarî). Ev nivîs ji hêla Sumeran ve hatiye dîtin lê wê demê gelheya bajêr tevli hev bû. Mirovên ji çiyan daketîbûn û yên ji çolê hatibûn jî di van bajaran de cih digirtin. Tê zanîn ku li bajare (dewleta) Akadê gelheyek Samî dijiya.

Berê ji bo hijmartinê, serê her pezekî kêrtek li ser darikekî dihat vekirin. Ji bo pîvana zad û tiştên din jî ev rêbaz dihat bikaranîn. Dema hijmar kêm bû ev kar hesan bû. Lê dema keriyên pez li pey hev rêz dibûn, an kewar yek pey yek tije dibûn kêrtvekirina li ser darikan zahmet dibû. Bi dîtina nivîsê re li şûna kêrtvekirinê, li ser heriyê xêzk wekî nişanê danîn û ji van xêzkan reqem derketin. Hêsaniya vê ew bû ku nîşana deh ji her nehên din cuda bû û dema du nîşanên wiha dihatin gel hev dibûn bîst, sê nîşan dihatin gel hev dibûn sîh…

Bi vî awahi pîvanên dirêjahiyê û yên giraniyê jî dihatin nîşankirin. Ji bo bikaranîna van pîvanan jî diyar e, mêzên dîtibûn.

Sumerî wekî yekîtiya rêxistî ya şêniyên bajêr, ji şêniyên gundan hîn baştir û rastir dikarîbûn dema xwe parvekin beşan. Sumerî roj û şev parve kirin duwazdeh saetên zo. (yanê wekî me rojek 24 saet hesibandine). Ji bo pîvana çêniyên demê jî seata rojê û saeta avê ku li gorî prensîba herikînê kar dikirin dîtin (îcat kirin).

  1. Z. bi 1500 salî Sumerî fêrî komkirin û lihevdana reqeman dibin. Lihevdan, komkirina li pey hev e. Lihevdana 24ê bi 4ê re tê wateya 4 caran 24 li pey hev were nivîsandin û komkirn. Bi vî awahî bi lihevdana pehnayî û dirêjahiya erdan mezinbûne wê fêr bûne. Pey vê re hijmara ‘pî/3,14’ ku derdora xelekê dipîve tê dîtin.

Sumerî ji bo hilberîneke adan (berhemdar) bi sitêrkan re jî mijûl bûne û di warê destpêkirina demên çandiniyê û hilberînê de gîhiştine qada hostahiyê. Bi vî awahî ji astronomiyê re jî rê vekirine.

Dema pîvanên hevpar hatin nîşankirin û nivîsandin, êdî dayîna nirxa pîvanê jî derket holê. Beramberiya xizmetan divê bi nirxekî hevpar bihata dayîn. Ev jî zadê ku pêdiviya herkesî pê hebû, ceh bû. Pişt re li Mezopotamya li şûna zad ziv (maden) tên bikaranîn. Bi vî awahî ji ‘aboriya xwezayî’ derbasbûna ‘aboriya pereyî’ çêdibe. Di aboriya xwezayî de mal beramberê mal tê dayîn, lê di aboriya pereyî de zîv û zêr beramberê mal tê dayîn. Bikaranîna pere li şûna mal, çîneke nû ya bazirganan derxist holê.

Çanda Sumeran li bajarên Elam, Akad, Sûs, Ûr û hwd. jî tê dîtin û awayê rêxistina wan jî dişibiya hevûdu.

 

ŞARISTANIYA MISIR, HÎNDISTAN Û ÇÎNÊ

 

Şaristaniya Misirê:

Ji civakên koledar ên piştî Sumeran derketine holê yek jê jî Şaristaniya Misir-Nîlê ye. dema li ser şaristaniya Misirê tê rawestin, berya wê çandeke Neolîtîkê ya Afrîqa nayê peyitandin (îspatkirin). Lê li gorî prensîba vegirtina çandê diyar e ku şoreşa neolîtîk a li Mezopotamya derketiye holê, B.Z. bi şeş hezar salan ber bi Misirê ve vegirtiye. Xaka kêlekên çemê Nîlê ya bi aluvyon jî ji bo şoreşa bajarbûnê pir bikêrhatî ye. herçiqasî ligorîxwebûneke şaristaniya Misirê hebe jî, mirov bi hêsanî dikare bêje ku Neolîtîka Heyvoka Adan û Şaristaniya Sumeran tinebaya, Şaristaniya Misirê bi tena serê xwe nikarîbû derketa holê. Çawa ku çemê Nîlê tinebaya, şaristaniya Misirê jî çênedibû, Şoreşa Gund û Bajaran a li Heyvoka Adan û li Sumeran jî tinebaya adaniya Nîlê û Şaristaniya Misirê jî nikarîbû derketa holê.

Şaristaniya Misirê B.Z. bi sê hezar salan destpê kiriye. Di warê mîmarî, nivîsandin û geometriyê de ji Sumeran guhertî li pêş ketiye. Barkişana bi keştiya bixêliyê pirr li pêş ketiye. Hesabên sal û demsalan ên spartî stêrkan ji yên Sumeran bi rêkûpêktir in. gelek bajarên dewletî ava kirine û zêdetir rêvebiriyeke herêmî hatiye meşandin. Li Misirê jî têgîhiştina Key-Xweda serdest e. sazûmana li ezman bi awayekî hişk dibiriqe ser sazûmana li erdê. Bi vîawahî serdestiyeke bîrdozî ya xurt li ser civakê hatiye çêkirin.

Bi bajarên Gîrît û Fenîke re têkiliyên bazirganî li pêş dikevin. Çîna keşeyên Misirê bi weynên xwe yên xurt ên perwerdekar di rewşa navendeke perwerdekirina kadroyên di mîtolojî û ola Grekan de ne. keşe û feylesofên Grekî ji perwerdeya Babîl û Misirê hatine xwedîkirin. Ji bo Fîrawûnan (Key-Xweda) pîramîdên hatine çêkirin bi buhaya bi sed hezaran canê koleyan in. di stewandin û domandina sazûmana koledariyê de weynê misirê di asta yekemîn de ye.

 

Li Geliyê Pencap û Îndûsa Hîndistanê Şaristaniya Harapa û Mohenjadaro

Ev şaristanî B.Z. bi 2500 salan derdikeve holê. Di aliyê mîmarî û nivîsandinê de, pêşketineke bi sînor bi dest xistiye. Li gorî hinek zanyaran B.Z. bi 5000 salan di ser Îranê re bi çanda neolîtîkê re naskirinek çêkiriye. Lê hinek zanyarên din jî, ji vê zêdetir dibêjin ku di ser Okyanûsa Hîndê re ji şaristaniya Sumeran B.Z. 2500 salan wekî koloniyeke bazirganî bandor bûye û li pêş ketiye. Lêbelê ji sedema ziwabûneke B.Z. 2000 salan tê jiyankirin, ev şaristanî bi dawî dibe. Tenê piştî vê bi hezar salan (B.Z. 1000) piştî hatin û bicihbûna komên Aryen ji nû ve û bi awayeke domdar ev şaristanî dest bi jiyanê dike.

 

Şaristaniya Çînê

Ev şaristanî B.Z. bi 4000 salan neolîtîkê nas dike. Li vê derê Çemê Zer bi adaniya xaka xwe weynê Nîlê dileyize. Li Çînê B.Z. 1500 salan împaratoriyeke koledar a sipartî cudahiya çînî tê dîtin. Wekî şaristaniya Hîndê navber nakeveyê û bi aboriyeke têrî xwe bike hebûna xwe didomîne û wekî robareke ligorî xwe, diherike ser çemê bingehîn ê çanda mirovahiyê.

***

Ji bilî van şaristaniyan li parzemîneke cuda B.Z. bi 3 hezar salan Amerîka naskirina xwe ya bi neolîtîkê re çêdike û B.Z. bi 2500 salan jîderbasî şoreşa bajaran dibe. Bi vê yekê pêşketineke bi sînor a ligorî xwe bi dest dixe. Lêbelê weynê xwe yê di giştiya cîhanê de tenê di sedsala bîstan a P.Z. de dikare bileyize…

 

Li Jorê Xweda, Li Jêrê Fîrawûn…

 

Li gorî zanistiyên li Misirê ji binê erdê derketine, di gorên keyan de denên zad, fêkî û vexwarinê, surahiyên ji kevirên giranbuha hatine çêkirin; zêr, zîv, pîroze, kevirê lacîwerd û ji kevirên din ên giranbuha neqşên cûrbicûr, çek û alavên xemilandinê yên ji sifirê hatine çêkirin tije di hundirê van tirban de hatine dîtin. Ev rewş dide diyarkirin ku hijmareke zêde bêşekarên pispor, kombûna dewlemendiyeke zêde û bazirganiyeke berfireh li pêş ketiye. Di gorên fîrawûnan de, nivîsarên destpêkê jî tên dîtin. Li vê derê nivîsa hiyeroglîf hatiye dîtin. Keyê Misirê jî wekî yê Sumeran Xweda-Key e û li ser tevahiya xaka Misirê desthilatdarê milkê herî mezin e. Ji karker û cotkarên li ser vê xakê, bêşek wekî diyarî û xizmetan distend. Bi vî awahî hilberîna zêde ji mizgeftê bêhtir diherikî xezîneya Fîrawûn. Para diçû mizgeftê jî hebû lê ew jî di rêka destûrdayîna Fîrawûn re didan mizgeftê. Ji ber ku Fîrawûn ne nûnerê xweda yê li erdê, xweda bi xwe bû ku gelê wî wiha jê bawer dikir û li gorî vê baweriyê jê re xizmet dikirin.

Fîrawûn ji bo parastina heyînên xwe yên madî(pêzeyî) û domdariya sêhra xwe goreke bîrdariyê dida avakirin. Îroj avahiyên bi navê ‘Pîramîd’ tên binavkirin, ew gorên bîrdarî yên Fîrawûnan in.

Mînak; Pîramîda mezin a bi navê Keops (Xûfû) 230 metre dirêj, 146 metre bilind e û ji 2 milyon û 300 hezar kevirên her yek du ton û nîv giraniya xwe hene hatiye lêkirin. Ev kevir ji ocaxên keviran, ên li rojhilatê gelî hatine derxistin û bi kelekan derbasî milê din ê avê kirine. pişt re di kaşê bi dest ji axê êkirine re anîne cihêavahiya pîramîdan.

Li gorî dîroknivîsê Yewnanî Herdot dibêje; ‘Ji bo avakirina pîramîdekê divîbû sed hezar mirov bîst salan kar bikin.’

Ji bo dewlemendiya pêwîst fîrawûnan artêşa xwe rêkirin heta çola Sina yê ku ji wir madenê sifirê derxînin û bînin. Ji bo ji Libnanê darên wurzê (sedîr) bînin, keştî û zilamên keştiyê bînin bi destê dewletê dihat peydekirin. Ji bo parastina dewleta xwe jî, Sazûmana Parastina Sînoran çêkirin. Ji bo ewqas kar, xebat û ûnşhatina aborî pêwîstî bi nivîskar û hesapnivîsan hebû. Li ser vê pêwîstiyê çîna hesapnivîsan (memûr) ji bo bikaribin hesabên xwe baştirîn bigrin, nivîseke ji wêneyan hatiye çêkirin, hevpar pejirandin û ev nivîsa wekî Hiyeroglîf tê binavkirin, sê hezar salan domiya.

Zanyariya Misirê ya ji derfetên şoreşa bajarbûna li geliyê Nîlê sûd wergirtiye berhemeke herî grîng ji mirovahiyê re hiştiye. Demsaliya rojê ku bingehê demsalnameyên di roja me de tên bikaranîn e, ji wê demê ve li gorî lehîrabûna li Nîlê hesibandine û gîhiştine zanabûna 365 rojên salê

Roj bi roj mala fîrawûn êdî dibû jihê memûr, zanyar, bêşekar û xizmetkaran. Xwarin û vexwarina van kesan jî ji xezîneya fîrawûn pêk dihat. Dîsa ji çola Sîna yê sifir, ji Nubya zêr, ji Erebîstan an Somalî Ebenûs (abanoz), bêhnên xweş, baharat, ji Asya kevirên lacîwerd û kevirên din ên giranbuha bi encama seferên dewletê diherikîn xezineya fîrawûn.

Di hundirê malê de aboriyeke xwezayî desthilatdar bû. Wêneyên li ser dîwarên goran çêkirine nîşan didin ku buhayê sêniyekê masiyek, buhayê baqeke pîvaz baweşîngek, buhayê qutiyeke darînî denek tije rûn bû. Madenên wekî zêr û sifirê jî ji aliyê giştiya civakê ve wekî pîvanên buhabûnê hatibûn pejirandin û mungulîskên ji zêr û sifirê wekî pere dihatin bikaranîn.

Girseyên gel ji bo pêşesaziyê çermê heywanan, tayên hûnandin û rîsandinê , papîrûs/kaxez û hwd. kom dikirin û ji bo domandina jiyana xwe cotkarî û masîgirî lipêş dixistin. Yekîtiya Misirê (dewleta Misirê)pevçûna di navbera gundan de bi dawç kir; hebûna fîrawûn gundî ji êrîş û talanên derveyî parastin. Bi xebatên vekirina erdên nû, çêkirina cokên nû çandinî berffireh bû. Hilberîna zêde kewarên(depo) dewletê dagirtin û wiha diyar e ku di salên xelayê de, xwe ji wan kewaran xwedî kirine.

Karker û cotkarên di karên mala fîrawûn an jî dewlemendekî memûrê dewletê de kar dikirin, ji ber ku ji hilberînê qut bûn, ji aliyê fîrawûn an ji aliyê wî dewlemendê memûr ve dihatin têrkirin û bicihkirin.

Mînak; di çêkirina mizgefta fîrawûn Setî de hezar karker xebitîne û ji bo her karkerekî rojê kîloyek û 800 gram nan, du baq sewze, parçeyeke goştê qelandî û her meh du dest cil(gumlek) hatine dayîn. Bi vî awahî dewlemendiya ji karkirina mirovan û ji her alî tê, diherike xezîneya fîrawûn û ev jî di çêkirin û lêkirina mizgeft û pîramîdan de û avakirina bajarên nû de tê serfkirin.

Çandeke grîng a fîrawûnan hebû ku dema jiyana xwe ji dest didan, tev li hemû dewlemendiya xwe dixistin gorê ku li wê dinyê jî rehet bikin! Ji bo vê çek, sifir, zêr û tiştên din ên giranbuha dadixistin gorê û xizmetkar, bermalî (cariye) û nobedarên wî jî pê re dadixistin gorê û derî li ser wana digirtin. Bi vî awahî bawer dikirinku fîrawûn li cihê çûyeyê jî wê feqîr nemîne û xizmetkirina ji wî re kêm nebe.

***

Berya Zayînê bi 2 hezar û 500 salan li Hindistanê jî Şaristaniya Çaxê Tûncê Yê Sêyemîn tê dîtin. Li deştên ji aliyê çemê Îndusû pênc milên wê ku wekî Pêncav tê binavkirin, dihat avdan, bi nivîsa pîktografîk û tîcaretê dirêjî cihên dûr dibe, bi bajarên pirhijmar li vî alî jî tê dîtin. Şaristaniya Hindistanê jî wekî ya Mezopotamya û Misirê fêrî çêkirina kerpîçan û pijandina wan a di hundirê tenûran de bûne.(Hunera çêkirina xişt / tûxle)

 

Di kolandinên arkeolojîk de tê zanîn ku cureyên bêşekariya li Mezopotamya bikar hatiye li vê derê jî li pêş ketiye. Sifirkaran ji bo bidestxistina tûncê sifir û zinc tev li hev kirine. Çerxa pîroyiyê li vir jî hatiye bikaranîn. Lê rastiyeke heye ku alavên hatine çêkirin çiqasî bişibin hev jî ewqasî dikarin ji hev werin cudakirin jî. Tevir, mişar(birek), xincer, tîr, kevan û alavên din tev ên Hindî ji yên Misirî, yên Misirî ji yên Mezopotamî dikarîbûn bi hêsanî werin nasîn û cudakirin. Her civaka çandî, taybetmendiyên hunera destê xwe derbasî madena van alavan dikirin û alav çiqasî bişibin hev ewqasî jî cudabûna çandî-hunerî nîşan didan.

 

ÇAXA RÊZEDEWLETÊN BAJARÊN KOLEDAR ÊN LI ROJHILATA NAVÎN

 

Çand û şaristaniya koledarî ya di zîgûratan de, wek pêdiviyek hilberînê ji ber xwe ve dertê û ber bi dewletbûnê ve diçe. Di dema xwesazkirin û rûniştina dewletê de, êdî bandûra xwe li ser giştiya civakê dike û kesên derveyî sazûmanê ango hilberîna serbixwe pêk tînin ji bo bikişînin bin baskê dewletê, êdî koledariya bi darê zorê didin meşandin. Bi vî awahî, kledariya di welatê xwe de teng bûye, derfeta firehbûn û vegirtinê dibîne. Bi vê armancê li Rojhilata Navîn rêzedewletên koledar li pey hev rêz dibin û dîrok bi şerê di navbera wan de pêş ve diçe.

Dema sazûmana koledarî derket, bêguman mirovan nizanîbûn ku wê bibin kole; werin kirîn û firotin, lêdan û kuştin. Hilberîna zêde, kombûna wê ya di zîgûratan de, di dest keşeyan de, sazûmana dewletê pêwîst kiribû. Ger rêxistiniyek wekî ya dewletê bi rêk û pêk çênebûba, bêguman wê ev hilberîna zêde li erdê riziyaba. Lê nirxandina hilberîna zêde, dewlemendî, dewlemendiyê jî ramana xwedîlêderketinê lipêş xistiye. Mirovên xwe wek xweda diyar kirine, ji bo bidestxistina vê dewlemendiyê, çerxa dewletê saxlem ava kirine. Sazûmanên koledar ên Sumerî û Misirî, destpêkê giranî dane ser rêxistinî û sazîbûnê ku heta hebûna xwe li ser civakê pêwîst kirine. Pişt re mêyla vegirtinê derketiye holê. Bi derketina vê meylê re, civak û komikên cotkar û şivan û gavanên bi dewletê re di nava têkiliyê de ne, yan di navê de ne, hêdî bi hêdî (li hinek cihan leztirîn) azadiya xwe winda dikin û dibin karker û şivan, gavan û cotkarin bi nanûzikê yên dewletê. Kesên erd û pezê wan bi darê zorê ji aliyê artêşa key-xweda ji destê wan hatiye girtin, ji pêwîstî berê xwe dane bajaran û destê xwe li ber deriyê Mala Xwedê vekirine. Beşê din ê qebîleyan ango serokeşîr li ser xaka xwe ber bi xurtkirina desthilatdariya xwe ve çûne ku bikaribin xwe li hemberî bandûra dewleta bingehîn (Misir-Sumer) li ser lingan bigrin. Bi vê armancê I seranseriya Rojhilata Navîn ji Berya Zayînê bi du hezar salan û vir ve, rêzebajar ango rêzedewletên koledar li pey hev rêz dibin. Li rojhilatê Behra Spî Bîblos û Ûgarît, li Bakurê Sûriyê û Mezopotamya Navîn Qerqamiş, Samsat, Ebla, Ruha, Heran, Marî, li nava Anatolya Hatûşa, Kaneş; li rojhilatê Zagrosan Elam, pêşengtiyê ji van rêzedewletên bajaran re dikin.

Di dema Neolîtîkê de, ji sedema çandiniyê gund mezintir nedibûn, lê di vê demê de li ser rêkên bazirganiyê, bi pirahî bi bazirganiya hilberînê û bêşekariyê mijûl dibûn û ji bo vê jî di demeke kin de dibûn xwediyê hijmareke mezin û bajarbûnê.

Êdî li van bajaran sûk tên avakirin; pere wek navgîneke pêguherînê tê bikaranîn û bazirganî lipêş dikeve. Berhemên bêşekar û zinetkaran êdî li van sûkan tên kirîn û firotin. Roj bi roj hêza nivîsê, pere û sûka şaristaniyê lipêş dikeve; çîneke nû a bazirganan derdikeve holê.

Her bajarek bi sazûmana xwe ya rêvebirî û bi dewlemendiya sûka xwe, dewletek serbixwe ye. Gelê bajêr –û gundên derdorê- xizmetkarên fermandarê bajêr in. ger êrîşek li hemberî bajêr çêbibe, bi hev re diparêzin. Lê di destpêka van rêzebajaran de, pirahî têkilî û çûnûhatineke azad di navbera wan de heye. Ev jî rê vedike ku hijmara van dewletên bajarî zêdetir bibin.

Her bajar –ango her dewlet- xwediyê çandek li gorî xwe ye; lê bi rêka bazirganiyê berhemên çandin hevûdin jî dinasin û bikar tînin. Ziman û kevneşopiyên hev fêr dibin. Ji ol, bawerî, çand, huner û zanistiya hev bi bandûr dibin û bandûrê li ser hev çêdikin. Ev jî dewlemendiyek mezin a çandî-şaristanî dixe xezîneya şaristaniya Mezopotamya û mirovahiyê.

 

Çînbûn û taxtaxîbûna civakê

 

Bi avabûn û rûxistinbûna civakê re, çînbûn jî lipêş dikeve, civak tax bi tax cuda dibe. Di taxa jorîn de; keşe, key û bi brokrasiyê ve beşê navser ê qebîleyê yên li navendên mizgeft û rêvebiriyê de cih digrin;

Di taxa navîn de; lawaz be jî, girseya bazirgan û bêşekaran cih digre û her ku diçe bazirgan dibin taxek an çînek serbixwe.

Di taxa jêrîn de; hijmarek ji her du taxên din pir zêdetir ên têkiliyên xwe yên qebîletî, eşîrtî winda dikin ku çîna kole ne, cih digre.

Bêguman wiha tixûbên vebirî di nava van çînan ango taxan de nayê kişandin, lê cudabûnek bi vî awahî jî roj bi roj zêdetir eşkere dibe.

Di vê demê de, ji bo parastina li hemberî êrîşên ji der ve tên û şer û pevçûnên di navbera qebîleyan de rawestînin, çûna ber bi dewletbûnê –ango federasyonbûn- pêwîst tê dîtin. Federasyonbûn wek pêngava berya dewletbûnê, ango pêvajoya derbasbûna dewletbûnê ye û di dîrokê de wek `Qirnê Lehengiyê` (Çaxa qehremantiyê) tê binavkirin. Ji federasyonê derbasbûna dewletbûnê, têkiliyên nû pêwîst dike û ev jî têkiliyên qebîletî hildiweşîne. Êdî cureyê rêxistinek nû, aboriyek nû, têkiliyên nû derdikeve holê. Di navbera bajaran de, êdî karwanên bazirganiyê rêz dibin. Ji bo parastina van karwanan, mirovên çekdar (leşker) tên rêxistinkirin û bi vê yekê re çanda artêşê lipêş dikeve. Her gavavêtineke nû, çandeke nû bi xwe re tîne. Alavên şerkirinê û rêxistinkirina vê her ku lipêş ket, koledariyê çavê xwe berda bajarên din ên nêzîkî xwe û yên dûrî xwe. Bi vî awahî rêka dagirkirin û talankirinê vebû û hinek civakan ji xwe re talan wekî awayê jiyanê pejirandin. Xwe bi talanê xwedî kirin. Ji bo gelên wiha, mirov dikare Bedewî yên çolê şanî bide ku ji nijada Semîtîk-Amorîta tên. Lê talana mezin û dagirkirina berfireh bi destê dewletên xurt dihat meşandin. Xurtbûn bi hijmara leşkerên perwerdekirî û çekên qewîn dihat nasîn. Ji bo çêkirina van çekan, cewherê madenan pêwîst dikir. Ji bo vê, bi çekên di dest xwe de, êrîş dibirin ser bajarên ku ev cewherên madenan di dest wan de hene. Ew talan dikirin û dianîn bajarê xwe, dixistin nav destê bêşekaran. Bi sedan û hezaran mirovên bêşekar –sifirkar, hedad ûhwd.- bi rojan kar dikirin û çekên nû çêdikirin. Bi çekên nû jî artêşên mezintir, bi artêşên mezintir jî, dagirkirinên nû û êrîş û talankirinên mezintir dihatin lidarxistin.

Mînak; fîrawûnên Misrê ji bo zêrên xaka Nûbiya bidest bixin, vê herêmê bidest dixin û bi darê zorê razî dikin ku niştecihên Nûbiyayî bacê (zêr) rêkin Misrê. Dewletên wekî Sumer û Akad jî ji bo maden û keresteyan bidest bixin, dest bi seferên leşkerî kirine. Li paytexta dewleta Aşûr, mizgefta xwedavana Stêr (ÇÎştar), dişibe berhema cihangirek (fetahek) Sumerî. Dîsa sargon û Zarokên wî Rîmûş, Manîştûsû cihangiriya xwe ji kendava Basrayê heta Behra Spî berfireh kirine. Sargon, desthilatdariya xwe, li ser van rêzebajarên dewletî ava dike û dibe xwediyê împaratoriyeke mezin. Koledarî êdî bi Sargon digihêje asta emperyalîzmê û raman û çanda cihangirî her roj pêşdetir diçe.

 

ŞARISTANIYÊN LI MEZOPTAMYA

 

  • Şaristaniya Hîtît:
  • Şaristaniya Hûrî, Gutî, Mîtanî, Ûrartû, Med:
  • Şaristaniyn li kêleka Behra Spî:

 

 

1- Şaristaniya Hîtît:

Li Asya biçûk, li herêmên nava Anatolyê, di salên 1900-1200î de, wek encama tevgera Sumeran a bindestkirinê derdikeve holê. Modela Sumerî bingeh digre. Navendek grîng a bazirganiyê ye û xwediyê warên madenên dewlemend e. li hember Babilî, Misirî û Aşûriyan radiwestin. Berya Zayînê di 1595an de Babîl dagir kirine û bi Misirê re peymana Qadîş destxet kirine.

Şaristaniya Anatolyê pirahî deyndarê çanda Hîtîtan e. Civaka Hîtîtî ji Xaldiyan (bapîrên ermeniyan) , Hûriyan (bapîrên kurdan) û Lûwiyan pêk dihat. Her sê beşên etnîk jî xwediyê çand û zimanê koma Aryen in.

Desthilatdariya li ser madenan, bingehê hêza wê saz dike. bi taybetî bi destê ermeniyan madena sifir û hesin, tê bikaranîn û bi vê yekê alîkariyek grîng ji pêşveçûna şaristaniyê re dikin. Avahiyeke sêxwedayî ya li ser bingehê ezman, erd û xakê civakê rêve dibe. Hîn negihiştine têgiha yekxwedayî. Çanda xwedawenda Kîbele (Kûpapa) ji hêza xwe ya yekemînbûnî ketibe jî, hîn bi tevahî têk neçûye û bandûra xwe heye. Çawa ku şaristaniya Sumeran şaristaniya Hîtîtiyan bi xwedî kiriye, şaristaniya Hîtîtiyan jî, di rêka Iyonya û Troya re, şaristaniya Grekan bi xwedî dike.

2- Hûrî, Gutî, Mîtanî, Ûrartû, Med

 

Li ser xaka di navbera şaristaniya Sumer-Babîl-Aşûr û Hîtîtan de, li Mezopotamya Navîn û Jorîn şaristaniyên dewlemend şîn dibin. Bi zimanê Luwî Gondwana, bi zimanê Sumerî Hûrît, tên wateya `welatê bilind`. Ev der xwediyê warên madenên dewlemend in û li ser rêka derbasbûna ji Rojava ber bi Rojhilat ve ne. ji ber vî cihê xwe yê grîng, weynê dayika dîrokê û dergûşa şaristaniyê dileyize. Ji ber ku ji roja destpêkê ve, di navbera Rojava û Rojhilat de, wek herêmeke tampon tê bikaranîn, derfeta domdarîbûna avahiyên navendî û saziyên xurt nabîne. Ev der navenda şoreşa çandiniyê ye. Bingehê zimanê Hind-Ewropî jî li ser vê xakê hatiye avêtin.

Berya Zayînê (sala zîro) bi 2000-1500 salan Hûrî û eşîrên wekî wan, di bin sîbana konfederasyonekê de dibin yek, lê pêşketinek qasî ya Hîtîtiyan bidest naxin. Ji ber cînartiya Sumeriyan di zimanê wan de gelek peyv hevpar in. di destana Gilgamêş de, ev hevparî tê dîtin. Hûrî şûna navendek bajarekî xurt çêbikin, bajarê Sumer wekî yê xwe bikar tînin. Ev jî pêdiviya bajarbûna ji bo xwe ji holê radike.

Gutî, pirahî li berpalên çiyayên Zagrosan dijîn û ew jî Aryen in. wateya peyva Gutî, `ga` ye; tê wateya `Gelê Gavan`. Hanedaniya Gutî B.Z. 2250-2150î de jiyaye. Pişt re ketiye destê Amorîtan.(Amorît=Rojavayî).

Kasît, li bajarên Sumeriyan dijîn; kedkarên ji çiyê hatine yên feqîr in. dem bi dem hêza xwe dikin yek û di guhertina hanedanan de weynê dileyizin. Di warê brokrasî û çandê de, xwediyê ekoleke li gorî xwe ne.

Mîtanî, federasyonek piştî konfederasyona Hûriyan e û jê xurtir e. li kêleka ava Xabûr, xwediyê navenda bajarekî bi navê Wajûkanî ye. Wek îroj, li ser xaka Ruha, Mêrdîn û Şirnex desthilatiyê dimeşîne. Hesin di bin destê xwe de girtiye. Di xwedîkirina hespan de binavûdeng in.

Ûrartû, warek grîng ê şaristaniyê ye ku li kêleka gola wanê ava bûye. Kmên etnîk ên Xaldî û Hûrî di navê de cih digrin. Dibe ku Xaldî bapîrên Ermenaiyan bin. Xwediyê warên madenan in, hespan xwedî dikin û xwediyê daristanên keresteyan in. ji bo vê her dem bi êrîşên dijwar ên Aşûriyan re rû bi rû dimînin. Di dîrokê de cara yekem xwediyê cokên herî dirêj ên avdanê ne (dirêjahiya cokên wan 56 km.) û hostehiya avakirina bendavan şanî dane. Xwediyê sazûmana dibistanan in. bandûra ziman û çanda Sumeriyan li vir jî tê dîtin.

Med, Berya Zayînê 625an, bi hilweşandina împaratoriya Aşûriyan derdikevin holê. Berdewamiya Gutiyan in û bi Babîliyan re hevalbendiyê datînin. Xwediyê federasyoneke sist in. Ji aliyê xwarziyê keyê Medî Astiyag ê bi navê Kyros ve bi derbeyeke qesrê ev dewleta hanedanî dikeve destê arîstokrasiya Persan û bi avabûna împaratoriya Pers a navendî di sala 550 yê Berya Zayînê de, bi dawî dibe.

 

Med, Berya Zayînê bi 12 hezar salan û vir ve, li çeperên hundir û der ve yên sazûmana çiyayên Toros-Zagrosan bicih bûne. Çanda Neolîtîk û Mezolîtîk bi kûrahî jiyane. Berya Zayînê 6 hezar salan çanda Til Xelef li vê derê bi awayekî berfireh tê dîtin. Di hundirê du hezar salan de, teknolojî û zanyariya digihêjinê, di dîroka mirovahiyê de tenê Piştî Zayînê ji 1600î pê ve pêşveçûna li Ewropa pêk tê, dikare pê re were beramberkirin. Tê dîtin ku hemû alavên şaristaniyê çêdikin, ji aliyê çanda li ser vê xakê tê afirandin.

Vegirtina çandî ne tenê bi teknîka madî ya hilberînê bi sînor e; bi taybetî çavkaniya bingehîn a koma zimanê Hind-Ewropî jî, jorîna avên Dîcle û Firatê ye. Çand û zimanê Aryen di bingeh de, berhemên şoreşa çandinî û kedîkirinê ne. Verîsandina çanda neolîtîk ne tenê ji aliyê dîroka kurdan ve, ji bo giştiya dîroka mirovahiyê grîng e. Hûrî, Gutî, Kasît wek bapîrên kurdan tên nasîn. Li ser dîroka kurdan nêrînek heye ku dibêje, ji Rojavayê Ewropa hatine. Lê ev nêrîn ne rast e. ji bo zimanê Aryen jî vegirtina wê ya ji Ewropa didin pêş ku ev nêrîn jî ji rastiyê dûr e.

Kurdistan dayika şaristanî û dergûşa mirovahiyê ye. Kurd ji kevnahiya dîrokê û vir ve, li ser vê xakê jiyane. Bi gelên li herêmê dijîn ên wek Aşûrî, Pers, Ermenî û hwd. Re danûsitendin, pevçûn û aştî kirine. Ji hev gelek nirx girtine û gelek dane hev. Dewlemendbûna çanda gelê kurd ji vê rastiyê tê. Lê ev çand îroj an di bin girên xirbeyan de maye, yan dijminan parçe parçe ji xwe re dizîne û birine, yan jî tişta maye dixwazin bi lêkirina bendavan di bin golên avê de veşêrin û bi vî awahî gelê kurd bê çand û bê nirxên şaristanî bihêlin.

 

ŞARISTANIYA LI KÊLEKA ROJHILATÊ BEHRA SPÎ

 

Şaristaniyên li kêleka Rojhilatê Behra Spî warê kombûna qebîleyên semîtîk û xwediyê bingehekî xurt ê mezolîtîk û neolîtîkê ne. Ji bo Misirî û Sumeriyan çavkaniya herî grîng a dewlemendiyê ye. Di sêkuça Misir-Anatolya û Girîtê de, çûnûhatina bi rêka behrê dikare pêk were. Xwediyê xakên berhemdar e. him ji bazirganiya behrê, him ji ya bejahiyê re rê dide. Bi giştî wek welatê `Kenan` tê binavkirin. Şaristaniya Fenîke ji vê derê dertê.

Şaristaniya Fenîke, pirahî bi bazirganiya behrê lipêş dikeve. Berya Zayînê bi du hezar salan xwediyê bajarên dewletî ye. Ev bajarokên derdora wan sûrkirî pirahî bi bazirganî, bêşekarî û xeratiyê mijûl dibin. Keştîvaniya Fenîke bi nav û deng e. Bi dîtina alfabeya Fenîke, alîkariyeke grîng daye dîrokê. Ev alfabe, dibe bingehê gelek alfabeyên di roja me de tên bikaranîn. Herçiqasî bandûra mîtolojiya Sumer li ser wan hebe jî, ligorîxwebûnekê jî dijîn. Xwedayê wan ê herî mezin `El` e. peyva `Alah` ji `El` tê. Ji El jêretir xwedayê hêzê `Babîl` û xwedayê mirinê `Mod` tê. Îştar, bi navê `Astarte` dijî. Di vê demê de gelek zarok ji xwedayan re tên gorîkirin ku efsaneya gorîkirina Ismaîl a bi destê Hezretî Birahîm ji vir tê.

Çanda Fenîke bi çandên Grek, Roma-Bîzans (û berya van Sumer, Misir) û îslamê re, di nava danûsitendinekê de, bi parastina ligorîxwebûna xwe, bandûra xwe gihandiye heta roja me. Di bingehê çanda laîk a Libnanê de, taybetmendiyên şaristaniya Fenîke heye.

Li herêmên bêtir ber bi hundirê Rojhilatê Behra Spî ve; li Qûdis, Şam û Helebê jî bajarbûneke duwem tê dîtin. Ev jî li ser rêkên bazirganiyê ne û derdora wan rê dide çandiniyê. Ev şerîda şaristaniyê bûye şahidê gelek rêveçûnên dîrokî. Weynek grîng wek navenda derbaskirin û vegirtina çandan lîstiye. Pirahî zimanê qebîleyên Semîtîkên Rojava tê bikaranîn. Xwediyê avahiyek pirçandî ye. Ji ber mercên taybetî yên erdnîgarî (cografîk) tam neketiye bin bandora dewletên koledar ên navendî (wek Aşûr, Babîl, Hîtît, Misir). Hinekî jî di rêka dîplomasiyê re, di navbera van dewletan de azad jiyane. Ji ber vê yekê qebîleyên ketine tengezariyan, ji hêla serokên wan ve, berê wan dane van deran. Ji van qebîleyan yek jê jî qebîleya Îbranî ya ku ji aliyê Hezretî Birahîm ve tê rêvebirin e.

 

Mînaka Hezretî Îbrahîm

 

Hezretî Brahîm ji çanda Ûr û Sumer bi bandûr dibe. Avahiya wan a pirxwedayî dinase. Wek serokê qebîleyek baviksalarî(pederşahî), bingehgirtina totema xwe, yekkirina vê ya bi çanda xwe û xwedayê serdest re û bi vî awahî gihiştina têgiha yekxwedayî gumaneke mezin e. Yanî totema qebîleya xwe derdixe qada xweda û diguherîne awayê xwedayî. Di vê de, azadiya qebîleya xwe, wek bingehek civakî bikar tîne. Ji sazûmana Sumer wek encama bertekî veqetiyaye. Ji xwe gelek qebîleyên Amorît vê bertekiyê her dem dijîn û totemên kevin ên qebîleyê êdî bersiva pêdiviyên olî yên demî nadin. Divîbû modela totemê hatiba derbaskirin.

Ev her du mercên dîrokî, bingehê ola Birahîm pêk tîne. Ji bo vê, di pirtûkên pîroz de, Hezretî Birahîm wek avakarê ola yekxwedayî tê pejirandin. Ev guherîneke îdeolojîk e û biriqîna xwe dide ser jiyan û çanda civakê jî.

Di kevneşopiya Hezretî Birahîm de devjêberdana gorîkirina mirovan, guherînek şoreşgerî ye. Di baweriya Fenîkeyiyan de, qurbankirina zarokên xwe ji xweda Baal re, kevneşopiyek pir berfireh e. bi vî awahî, bawer dikin ku pêşî li xerabî û nebaşiyan wê were girtin. Hezretî Birahîm, xwedayê ezmanî ê welatê Kenan ku wekî `El` tê nasîn, ji bo qebîleya xwe wek xwedayê tenê dipejirîne.

 

Şaristaniya Girît:

 

Berya Zayînê bi du hezar salan li girava Girît şaristaniyek ligorî xwe derdikeve holê. Bi şaristaniya Misir û Fenîke re têkiliyên wê yên xurt hene. Serkê tewra rojavayê şaristaniyê ye. Dibe çavkaniya sêyemîn a xwedîkirina nîvgirava Yewnan. Sazûmaneke bi rêkûpêk a qesrê tê dîtin. Di warê mîtolojiyê de hîn di destpêkê de ye. Xwediyê nivîsek wekî ya Fenîkeyiyan e. bêtir bi Misirê ve girêdayî ne.

Berya Zayînê 1500 salan bi êrîşên şaristaniya Yewnan-Mîken, di hundirê çend sed salan de serxwebûna xwe ji dest dide. Ji aliyê şaristaniya Rojhilata Navîn ve Girît wekî warê dawî yê cîhanê ye, serkê dawî yê Rojava ye. Êdî dor hatiye afirandina şaristanî û çanda Grek. Ev jî ji aliyê Fenîke, Misir, Anatolya (Troya, Hîtît, Frîgya, Lîdya) û Girît ve tê xwedîkirin ku ev dibe cewherê şaristanî û çanda Ewropa.

Şaristaniya Sumer û Misirê di vê demê de(B.Z.2000), xweguherîneke grîng dijîn. Dema zayîn û sazbûnê li paş maye. Sumer, bi restorasyona hanedayîna dawî ya Ûr (B.Z.1950) êdî hêdî bi hêdî wê ji dika dîrokê dûr bikeve. Nivîskarên Sumerî ji ber ku vê rastiyê ji kûrahî ve dibihîsin, di derbarê vê de gelek lawij (îlahî/agit), awaz û destanan dinivîsînin. Ev nivîs dibin bingehê esas ê dram, trajedî û komedî yên hemû pirtûkên pîroz. Dîsa bingehê olên yekxwedayî û mîtolojiyên dubare hatine çêkirin tev di nivîsarên Sumeriyan de veşartî ne.

Mînakên yekemîn ên hemû saziyên siyasî, ramyarî jî ji Sumeran der bûne û şaxên xwe pêl bi pêl dirêjî tevahiya cîhanê kirine. Alavên binesaziyê jî ji Sumeriyan vegirtiye cîhanê

Weynê dîrokî yê Babîlî û Aşûriyan, xwarin û derbaskirina mîratê Sumeriyan e. tevlêkirinek ligorîxwe pir bi sînor e. Ji bo mîratê Sumer derbasî nivîsê bikin, Babîliyan pir hewl dane. Babîl ji B.Z. 1800î heta ji aliyê Persan ve tê bidestxistin (B.Z. 550) wek paytextê cîhanê ye. Di warê sitewandina sazûmana koledarî û danasîna bi awayê nivîskî de, weynê Babîliyan di rêza yekem de ye. Mîrata Sumeriyan ê du hezar salan, Babîlî qasî du sed sala werdigerînin, dinivîsînin û derbasî şaristaniyên din dikin.

Aşûrî van karên vegirtinê bêtir bi seferên leşkerî yên dijwar û bazirganiyê dimeşînin. Aşûrî di serûbinkirina warên heyîneyên etnîkî de, weyneke mezin lîstine, ziwakirina tevgerên etnîk ji xwe re kirine armanca yekem. Bi vê sedemê di dema Aşûriyan de, tevgerên civakî, di rengê baweriyên olî û mezhebî de dertên holê. Ev jî dike ku dîroka Rojhilata Navîn şûna bibe dîroka meşên etnîkî, dibe dîroka zayîn û meşên olî û mezhebî. Aşûr tam emperyalîzmeke leşkerî ye.

Di serdestkirina koletiya di mejî û tevgerên mirovan de, weynê Aşûriyan grîng e. di sazkirin û pêşdebirina bazirganiyê de, xwediyê weynek grîng in. Di meşa şaristaniya koledariyê de, Aşûr û Babîl bi hezarê salan pêşengtiyê dikin.

Li hemberî vê şaristaniyê, serhildanên ji aliyê hevalbendiya mirovên li ser xaka Mezopotamya Jorîn, Anatolya, Medya û Rojhilatê Behra Spî tên çêkirin jî aliyekî din ê vê dîrokê; eniya berxwedanê derdixe holê. Efsaneya Kawa yê Hesinkar bingehê xwe ji vê serhildanê distîne. B.Z. 625an, bi hevkariya hêzên Medyayî û Babilî, paytextê Aşûr Nînowa tê bidestxistin û împaratoriya Aşûr hildiweşe; careke din jî bi ser xwe nayê.

Şaristaniya Misrê, bi ketina bin desthilatiya Aşûr, Pers, Grek û Roma (B.Z. 30) ligorîxwebûna xwe winda dike. Dema serdariya Kleopatra, aliyê tewra bi şîn a vê çîroka dîrokî diyar dike.

 

Awayê pêşveçûna şaristaniyê:

 

Pêşveçûna şaristanî û çandê li ti deveran ji destpêkê heta dawî bi yek pîvan, yek pile û yek hêzê pêş de naçe. Dema li hinek cihan derdikeve, li cihên din hîn jê bêagahî ne. dema li hinek cihan pir li pêş ketiye, li cihên din hîn nû derdikeve holê. Berhemeke çandî ya li cihekî derdikeve, pirahî bi vî awayê derketî dimîne. Ji ber ku bersivê dide pêdiviya mirovan, orîjînalîteya xwe diparêze. Lê ev berhem dema derbasî civakeke din dibe, ew civak li gorî pêdivî û taybetmendiya xwe, guherînê tê de çêdike yan li ser zêde dike. ev jî bi xwe re dewlemendiya çandê tîne.

Her civak, kombûna çanda mirovahiyê ji xwe re digre, bi taybetmendiyên civaka xwe re distire û çandek nû derdixe holê. Yanî di cewherê çanda her civakê de, bi hêsanî, mirov dikare kombûna dîroka çanda giştiya miorvahiyê bibîne.

Mezopotamyayî çanda şoreşa neolîtîk diafirînin. Sumerî vê çandê digrin, bi taybetmendiyên xwe yên civakî, erdnîgarî û li gor pêdivî û têgihiştina xwe ya zanyarî diguherînin, li pêş dixin û çanda şarevanî (bajartî), ya koledarî diafirînin û vê çandê derbasî Misir, Fenîke, Girît heta Balkan û Romayê dikin. Li ser vê çandê, ji Mezopotamya Jêrîn bigir, heta Behra Spî û Egeyê bi dehan bajar û şaristanî tên avakirin. Di navbera wan de danûsitendin, bazirganî, çûnûhatin roj bi roj kombûna çanda mirovahiyê dewlemend dike. Di warê ramanî, xwendin, nivîsandin, huner û leşkerî de pêşketinên grîng çêdibin.

Lê her ku lehiya çandê ber bi Rojava ve diherike, êdî wek stêrka tav lê hiltê, hêdî bi hêdî ronahiya xwe winda dike û cihê xwe ji zayîn û mezinbûna çanda nû re dihêle. Her dem nivşê nû, berhema np ji ya kevin bihêztir e, liserxwetir e.

A nû, nûnertiya pêşerojê(dahatu) dike, ya kevin nûnerê paşerojê (rabordî) ye. Wek dara kevnare û derxa nû şînhatî. Dara kevnare bi fêkiyên xwe mirovahî têr kiriye û êdî fêkiyê xwe diweşîne; katên wê dişkên, hişk dibin, cih bi cih dirize. Lê derxa nû, hîn hêviyê dide mirovan ku fêkiyên nû û teze bide û bi salan li şûna dara kevnare mirovahiyê têr bike.

Ev rêzika diyalektîkî ji bo pêşveçûna şaristaniyê jî wiha ye. Ji bo vê dema li Girît, Yewnan û pişt re li Roma çanda Grek û Romen derdikeve û li pêş dikeve; li Misrê, li Mezopotamya xwîn ji çanda destpêka mirovahiyê diçe, bêhal û bêzar dikeve! Bes fêkiyên wê gihiştine her çar aliyên cîhanê; mirovan jê xwarine û dendikên wê li ser xaka xwe çandine.

 

 

Zayîna olên yekxwedayî û cihên wan ên di şaristaniyê de: