Archiv der Kategorie: çîrok

Roviyê bê dûvik

roviye be duvik

 

ROVIYÊ BÊ DÛVIK

Hebû tinebû.

Pîrek  û roviyek hebû.

Pîrê her roj bizina xwe didot, şîr datanî binê hêwanê û diçû mala cîranan. Heta vedigeriya, dihat dinêrî ku şîr tine ye.

 

Careke din bizina xwe dot, şîr danî cihê her roj, rahişt şûnik û xwe li pişt deriyî veşart. Hew nêrî ku roviyek hat, ket bin hêwanê, devê xwe kir hundirê satilê, şîr tev çelpand vexwar û kir derkeve biçe. Pîrê hema şûnik hil da û li roviyî da. Şûnik lê ket û dûvê roviyî ji kokê ve firand. Rovî bi zorê canê xwe xelas kir. Reviya, çû nava hevalên xwe.

 

Roviyên din tev, dest bi qerfan kir, keniyan û wan got:

– Rovîko, movîko, kanî dûviko ?

 

Rovî ji neçarî rabû, çû ber deriyê pîrê; û di dilê xwe de got: ‘An wê min bikuje yan jî wê dûvikê min bide.’

 

Pîrê jî dûvikê roviyî bi neqş û rengan, bi morî û mircanan xemilandibû û li hêwanê daliqandibû.

 

1- Rovî li ber pîrê rawestiya û got:

– Pîrê, pîrê dûvikê min bide. Ez herim, herim…

 

2- Pîrê got:

– Here şîrê min bîne… Ezê dûvikê te bidim te.

 

Rovî çû cem bizinê, got:

– Bizinê, bizinê şîr bide;

Şîr bidim pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

3- Bizinê got:

– Here ji min re çilo bîne. Ezê şîr bidim te.

 

Rovî çû cem darê, got:

– Darê, darê çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim Pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

4- Darê got:

– Here avê bîne, li koka min bike. Çilo bidim te.

 

Rovî çû cem kaniyê, got:

– Kaniyê, kaniyê, ka avê bide min,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

5- Kaniyê got:

– Here, bibêje keçikan, bila bên li dora min govendê bigirin, bilîzin. Ezê avê bidim te.

 

Rovî çû cem keçikan û got:

– Keçikino, keçikino,

Herin ser kaniyê, bigirin govendê,

Kanî avê bide min,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim..

 

6- Keçikan got:

– Em pêxwas in, here ji me re solan bîne. Em herin ber kaniyê, bigrin govendê.

 

Rovî çû cem ê solbend, got:

– Solbendo, solbendo solan bide,

Solan bidim keçikan,

Keçik herin ser kaniyê, bigrin govendê

Kanî avê bide,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

7- Solbendî got:

– Here heqê destê min, hêkan bîne. Ez solan bidim te.

 

Rovî çû cem mirîşkê, got:

– Mirîşkê, mirîşkê, ka hêkan bide,

Hêkan bidim solbendî,

Solbend solan bide,

Solan bidim keçikan,

Keçik herin ser kaniyê,

Kanî avê bide min,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

8- Mirîşkê got:

– Here ji min re zad bîne. Hêkan bidim te.

 

Rovî çû cem kewarê, got:

– Kewarê, kewarê, ka zad bide min,

Zad bidim mirîşkê,

Mirîşk hêkan bide min,

Hêkan bidim solbendî,

Solbend solan bide,

Solan bidim keçikan,

Keçik herin ser kaniyê, bigrin govendê

Kanî avê bide,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

9- Kewarê got:

– Dîwarê min hilweşiyaye, here hinek herî bîne pê çêbike, zad ji xwe re bibe.

 

Rovî çû cem erdê got:

– Erdê, erdê hinek herî bide min,

Herî bidim kewarê,

Kewar zad bide,

Zad bidim mirîşkê,

Mirîşk hêkan bide,

Hêkan bidim solbendî,

Solbend solan bide,

Solan bidim keçikan,

Keçik herin ser kaniyê, bigrin govendê,

Kanî avê bide,

Avê bidim darê,

Dar çilo bide,

Çilo bidim bizinê,

Bizin şîr bide,

Şîr bidim pîrê,

Pîrê dûvikê min bide, ez herim, herim…

 

10- Erdê got:

– Tu çiqasî dixwazî ji xwe re hil de.

 

Rovî herî hil da û pê dîwarê kewarê çêkir,

Kewarê zad dayê,

Zad bir, da mirîşkê,

Mirîşkê hêk danê

Hêk bir dan solbendî,

Solbendî sol danê,

Sol bir, da keçikan,

Keçik çûn ser kaniyê, girtin govendê,

Kaniyê av dayê ,

Av bir da darê,

Darê çilo dayê,

Çilo bir da bizinê,

Bizinê şîr dayê,

Şîr bir da pîrê,

Pîrê jî dûvikê wî yê xemilandî, bi paş wî ve dirût.

 

Rovî şa bû, çû nav hevalên xwe. Hevalên wî li dora wî kom bûn. Dûvikê wî yê bedew dîtin, xwestin ew jî herin ji xwe re dûvikekî wisa bînin.

 

Lê roviyê bê dûvik mabû, qerf û tinazên wan ji bîr nekiribû. Dixwest heyfa xwe ji wan hilîne û ji wan re got:

– Hûn jî dixwazin dûvikê we mîna dûvikê min be?

 

11- Hemûyan got:

– Erê!

 

Roviyê bê dûvik mabû got:

– De ka bidin pey min.

 

Roviyê bê dûvik mabû, hemû roviyên din dan pey xwe, bir ber çemê nêzikî gund. Zivistan bû. Ava çem bi şev diqerisî. Rovî ji wan re got:

– Dûvikên xwe têxin nava avê, heta sibê. Sibê wê dûvikê we jî bibe wekî yê min.

 

Roviyên din tev dûvikên xwe kir nav avê. Heta sibê rawestiyan. Di wê sermaya zivistanê de dûvikên wan di nava cemedê de qerisî; bûn wek kevir.

 

Roviyê me jî ji qestî çû ket nava gund. Kûçikên gund pê hisand, ew dan pey xwe û berê xwe da çem. Çû xwe li ber zinarekî veşart û li wan nêrî. Kûçikên gund ên şivanan li roviyên nava çem qelibîn. Ji roviyên nava çem hinekan dûvikê xwe qetandin û hinek jî reviyan xwe bi zorê xelas kirin. Tişta nebûyî, hat serê roviyan. Roviyê me yê bê dûvik mabû jî ji dûr ve li wan dinêrî û dikeniya û digot:

– Rovîkino, movikino, kanî dûvikino?…